Ji kampanya ‘Ji darvekirinê re na’ ji bo Werîşe Muradî bang

Kampanya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ ragihand ku dosya Werîşe Muradî li Dadgeha Bilind a Îranê ye û metirsiya darvekirina wê heye. Kampanyayê bang li tevayî azadîxwaz û malbatên girtiyan kir ku nerazîbûn nîşanbidin.

Navenda Nûçeyan – Kampanya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ di hefteya xwe ya 62’yemîn de ku ji girtiyên 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêktê, derbarê cezayên darvekirinê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Îranê di dema Newrozê û meha Remezanê de jî dayîna cezayên darvekirinên nemirovane berdewam kir. Di dewamê de hat gotin ku gelek girtî bi mebesta bêdengkirinê cezayên darvekirinê li wan hatine birîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Piştî bi dawî hatina betlaneyan metirsiya darvekirinê li ser welatiyên ku cezayê darvekirinê li serin, bi taybetî jî Werîşe Muradî ku dosya wê li Dadgeha Bilind a Îranê ye heye. Em daxwaza demildest betalkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî dikin ku ev cînayetek bi zanebûn a dewletê ye.”

Di daxuyaniyê de bang li tevayî azadîxwaz û kesûkarên girtiyan hatiye kirin ku li ber girtîgehan û li her cihî li dijî cezayên darvekirinê xwepêşandan bikin û daxwaza betalkirina cezayên darvekirinê bikin.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ di 9’ê Çileya 2023’yan de dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye destpê kirin.