‘Keziyek hat jêkirin niha hezaran kezî tên hunandin’

Jina ciwan a êzidî Sosin Siya, diyar kir ku dema dîmenê ku porê şervana jin di destê çeteyek de jêkirî dîtiye, pir pê bandor bûye û wiha got: “Niha jî ji bo keziyek, bi hezaran jin bi hezaran keziyan dihûnin û tekoşîna wê şervana jin bilind dikin.”

FARAŞÎN MERVAN

Şengal- Çeteyek ku porê şervana jin jêkir, jinên Kurd bi hêrseke mezin rabûn ser piyan û bi hunandina keziyên xwe, peyama “Keziya me tirsa we ye” dan. Sosin Siya ku piştgirî da vê kampanyayê jî, jinek ciwan a êzidî ye û li Şengalê dijî. Sosin ji bo kampanya ‘keziyên me tirsa we ye’ ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di nav civaka êzidî de por gelek hêja ye, nîşaneya hezkirin û tifaqê ye.

‘Di nav civaka me de gelek nirx û pîrozî li por tê barkirin’

Sosin a 16 salî, wiha got: “Ez destpêkê silavên xwe ji Rêber Apo û ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re dişînim. Dema ku êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê destpê kirin, bi taybetî jî ew roja ku dîmenê wî çeteyê hov ê ku di destê wî de keziya şervanek jin min dît, ez gelekî pê tesîr bûm. Di nav ol û çanda me de gelek nirx û pîrozî li por tê barkirin. Dema ku dayîk an jî jinên ku porê xwe qut dikin yan ji bo kesên ku herî bi nirx û ji wan hez dikin şehîd dibe an jî qiras diguhere, tê qutkirin. Her wiha dema ku jiyan jî dikin ger pir zêde ji wan hez bikin porê xwe qut dikin û didin wan. Di heman demê de jî dema ku li gel me şerek çêdibe dayîkên me ji bo ku tifaqek çêbibe porê xwe jê dikin.”

‘Wê kêliyê, jinên êzidî yên ku hatibûn revandin anî berçavên min’

Sosin balkişand ser wê kêliya ku dîmenê porê şervana jin di destê çeteyek de dîtiye, bi hezaran jinên êzidî yên di sala 2014 de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin hatine bîra wê û wiha berdewam kir: “Dema ku min wê dîmenê dît ez pê pir tesîr bûm. Min jî heman rojê keziya xwe hunand û min got ger hûn keziyek jê bikin, em ê bi hezaran keziyan bihûnin. Dema ku min ew kêlî dît, bi hezaran jinên êzidî yên ku di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin revandin, hatin kuştin û hê jî aqûbeta yên di destê DAIŞ’ê de ne nayê zanîn, hat ber çavên min. Min ji xwe re got ew çete çawa keziya şervanek jê dikin? Em jin hemû yek in, dema ku em hevgirtinek wek jinan çêkin, kesek nikare bi hêza jinê. Dema ku min pora xwe dikir kezî di wê keliyê de min digot em hemû xwe bixin şûn a wê şervana jin û min vê bi kûranî hîs dikir. Niha jî ji bo keziyek, bi hezaran jin bi hezaran keziyan dihûnin û tekoşîna wê şervana jin bilind dikin.”

‘Wek jinên êzidî em bi Felsefeya Rêber Apo bihêz bûn’

Her wiha Sosin diyar kir ku îro li Şengalê bi hezaran jin li derdora felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşa jinê ya li Rojava kom bûne, îlhama azadiya xwe jî ji wir digirin û wiha pê de çû: “Ya din jî, wek jinên êzidî min xwest ku wan çeteyên hov bizanibin ku em bi felsefeya Rêber Apo çiqas bihêz bûne. Li Rojava bi felsefeya Rêber Apo şoreşa jinê ava bû, wek jinên êzidî jî me her tim îlhama xwe ji wê şoreşa jinê girtiye. Heya dawiyê jî em ne dev ji felsefeya Rêber Apo berdidin ne jî em dev ji wan şervanên jin ê ku şoreşa jinê îro anîne wê astê û ji bo jinên êzidî jî bûne rênîşander, bernadin. Şoreşa Rojava, şoreşa jinê bû. Ev êrîşên ku di roja me ya îro de li Rojavayê Kurdistanê tên domandin êrîşa li ser vê şoreşê û felsefeya Rêbertî ye. Ew çiqas êrîşan bikin jî, fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye û têk naçe. Ji ber heqîqet bi xwe fikrê Rêber Apo ye. Ew çeteyên hov çiqas êrîş bikin jî, jinên ku li derdora felsefeya Rêber Apo xelekek çêkirine her tim ewê liberxwe bidin û serkeftinê bidest bixin.”

Sosin anî ziman ku ew jî bi taybetî xwe ji vêya cuda nabîne û wiha got: “Ez bi xwe jî îro di aliyê fêmkirin û zanebûnê de hewl didim di nav vê felsefê de xwe birêxistin bikim. Ji ber wê jî, di xebatên çand û hunerê de cîh digirim. Bangawaziya min ew e ku hemû jinên cihanê rabin û li derdora felsefeya Rêbertî û şoreşa jinê ya ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat kom bibin û xwedî li Rojava derbikevin.”