Jinên Suweydayê li dijî hewldanên veşartina rastiyan bertek nîşan dan

Di nava zêdebûna binpêkirinan û koçberkirina bi darê zorê de, dengê jinan ji bajaroka Mezra yê bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, bilind dibe. Jin hewldanên veşartina rastiyê di bin navê avakirinê de şeremzar dikin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Tevî hewldanên ji bo ji nûve avakirin û xemilandina deverê, pirsa bi êş ev e: Gelo dîwarên boyaxkirî û baxçeyên çandinî dikarin şopên êşa psîkolojîk û windahiyên mirovan jê bibin? Li bajarokê Mezraa yê bajarê Suweydayê, dîwarên navenda tendrustiyê bûne bîranînek zindî ku yek ji komkujiyên herî tirsnak ên sivîlan bêguneh hedef digrin, vedibêjin. Ew weke şahidên birînek ku hê jî baş nebûye dimînin. 

Tevî ku navenda tendrustiyê ya bajarokê Mezraa bi bîranînên bi xwîn dagirtiye jî rayedarên herêmî beriya ku lêpirsînek sûc an belgekirina meydanî were kirin, bilez projeyên restorasyonê dan destpêkirin. Ev hewldanek bû ji bo veşartina delîlên binpêkirinên ku ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve hatine kirin û ji bo bêdengkirina dengê sivîlan bû.

Ruxmê ku parêzgarê berê Mustafa Bakur xwe wek serpereştê jinûveavakirinê nîşan dide jî gelek niştecih bawer dikin ku armanca hebûna wî ne xizmeta herêmê ye, veşartina rastiyê û sûcên hatine kirin e.

Hinceta jinûveavakirinê lîstikek e ji bo veşartina rastiyan e

Aktîvîsta siyasî Înas Neîm da zanîn ku hebûna Mustafa Bakur li herêmê ne ji bo pêşkêşkirina xizmeta ji gel re û misogerkkirina vegera wan ji bo gundên wan e. Mustafa Bakur a got hebûna wî hewldaneke sîstematîk temsîl dike ji bo veşartina rastiyan û binpêkirinan û wiha domand: "Gundên ku bi êrîşan re mane şahidiya binpêkirinên tirsnak kirine, ji kuştina kesên temenê wan mezin û zarokan bigre heya binpêkirina rûmeta mirovan, şewitandina malan û dizîna milk gelek kiryarên xirab çêbûne. Têgeha jinûveakirinê ne tenê hewldanek e ji bo bikaranîna çavkaniyên darayî ye, ji ber ku kesên kuştin, wêrankirin û koçberî pêk anîne nikarin bibin heman kesên ku erka jinûveavakirinê bigrin ser xwe. Berpirsyariya jinûveavakirinê dikeve ser milên niştecihên wê."

'Rêveberiya demkî bi zihniyeteke cîhadîst a tundrew tê birêvebirin'

Înas Neîm hewldanên rêveberiya demkî ku bi zihniyeteke cîhadîst a tundrew tê birêvebirin, ji bo avakirina navendên tendirustiyê li deverên kêm nifûs, rexne kir. Înas wiha berdewamî da gotinên xwe: "Armanc bi van kiryaran ew e ku di navbera gelê Suweydayê û eşîran de aloziyan gur bikin. Her hewldanek ji bo êrîşeke dubare dê bêbersiv nemîne. Axaftina li ser jinûveavakirinê tenê perdeyek e ku ji bo veşartina talankirina sîstematîk tê bikaranîn û niyetek dilsoz an xizmeta mirovan nîşan nade. Êşa ku ji ber van bûyeran hatiye kişandin nayê paşguhkirin an jî tehemulkirin, ji ber vê daxwaza serxwebûnê dê vebijarkek teqez û bêveger bimîne."

'Bila komîteyek navneteweyî van sûcan lêkolîn bike'

Selwa El-Qasêm îdia kir ku derketina Mistefa Bakur li ber navenda çandî ya bajarokê Mezraayê ne ji bo restorasyonê bû, hewldanek bû ji bo veşartina şopa sûcên ku li dijî niştecihên herêmê hatine kirin. Selwa El-Qasêm wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tiştê ku dixwest ew bû ku şewitandin, talankirin û koçberiya ku wî kiriye veşêre. Sûcek ne bi boyaxkirina dîwarek tê veşartin, ne jî bi xemilandina rûyê wê tê jibîrkirin. Tiştên qewimîn ji sînorên êşa mirovan derbas bûn. Jin hatin revandin, niştecihên 36 gundan hatin koçberkirin û tevahiya gundan hatin şewitandin û talankirin. Her wiha cenazeyên mêran hê jî li kolanan in. Em daxwaza avakirina komîteyek mafên mirovan a navneteweyî ya pêbawer û rastgo dikin da ku tawanên li dijî niştecihan hatine kirin lêkolîn bike û piştgiriyê bide wan ku vegerin gundên xwe û miriyên xwe yên ku cenazeyên wan hê jî li derve ne, veşêrin."

Ew dûrî têgehên rêvebeiyê û hikumetê ne

Nasîba El-Eqbanî ku ji bajarokê El-Mezraayê ye, êşa xwe ya kûr anî ziman û diyar kir ku du meh in ji malên xwe hatine koçberkirin û got: "Rêveberiya ku tê gotin berpirsiyarê parastina welatiyên xwe ye, mîna hikûmeteke DAIŞ'ê tevgeriya, mirovan koçber kir, kuşt û bi cenazeyên wan lîst. Xaniyan wêran kir, daran ji kokê ve rakir. Ev jî nîşan dide ku tu têkiliya wê bi êgîna dewletbûn an mirovahiyê re tune ye. Ew hewl dide rastiyan di bin navê jinûveavakirin û avakirina navendeke çandî de, veşêre. Kesên kujer dê çandeke çawa di nava gel de belav bikin gelo? Dê tenê çanda qikirin û nezanînê belav bikin. Mustafa Bakur û hevkarên wî tenê bi wêrankirna malan û qutkirina daran bi sînor neman her wiha mîras û dîroka herêmê jî talan kirin."