‘Jin Jiyan Azadî’: Ber bi çavkaniya jiyanê, yekbûna jin û jiyanê ve – ANALÎZ

Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” nîşan dide ku cîhana bi yekbûna jin û jiyanê pêkan e. Îro bingehên madî û manewî ji bo vê veguherînê amade ne.

ROJBÎN DENÎZ

Çanda berxwedanê ya zimanên Aryen, rastiya ku bi jiyana gelan re bûye yek di nava xwe de dihewîne. Ji aliyê erdnîgarî ve Îran di nava sînorê Kurdistanê û îro jî di sînorê Iraqê de dimîne; vê axa ku berê navenda împaratoriyên Akad, Babîl û Asûr bûye, di tevahiya dîrokê de bi çanda berxwedanê hatiye vestrandin û gihîştiye van rojan.

Di zimanê Aryenî, Semîtîk û gelek zimanên din de “jin” û “jiyan” heman rastiyê îfade dikin. Jin bi jiyanê, bi hebûn, xweza, zindîbûna civakî tê pênasekirin. Di bingeha ziman û kokên çandî de ev rastî heye lê divê were gotin ku van pênaseyan wateya xwe winda kirine, bi tehekuma feraseta baviksalar hatine berevajîkirin. Jin ji jiyanê hatine veqetandin, bi tunebûn, sî, tarîtî û qedexeyan navê wan derbas bûye. Bi têgehên weke namûs, şerm û guneh, jin hebûna xwe ya ku çavkaniya jiyanê ne hatine dûrxistin, di bin kontrola civakî û zextan de mane. Vê dirûvpêketina û eynîbûna sexte ya di navbera jinan û mirinê de, ne tenê di asta teorîk de; di çalakî, rêxistinbûn û pergalbûyînê de jî bûye faktoreke bingehîn. Bi vê yekê ji zayendperestiyê heta olperestiyê, heta feraseta dewletê, di bingeha gelek qadan ve vê zihniyeta baviksalar bi cih bûye. Sedema gelek kaosên civakî jî ew e ku jin ji jiyanê hatine dûrxistin û ber bi mirinê ve hatine dehfdan e.

Li cihê te winda kiriye divê tu li azadiyê bigerî  

Ger pirsgirêk li ser vê bingehê were nirxandin divê ji bo çareseriyê jî ji heman çavkaniyê were destpêkirin. Keşfkirina cihê hatiye windakirin, riya destpêka nû jî nîşan dide. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dema tecrubeyên xwe yên zarokatiyê ve rastî vê nakokiyê hat. Ji têkilî dayîk û bavê xwe, heta têkiliyên civakî yên li gund, ji zewicandina hevala xwe ya zarokatiyê Elîf a di temenê biçûk de heta veqetandina wê ya ji qadên lîstokê, bû şahid ku jin ji jiyanê hatiye veqetandin û hemkûmê mirinê bûye. Serhildana pêşî a zarokatiya wî, li dijî vê ferasetê çêbû. Şerê pêşîn, lêgerîna destpêkê ya azadiyê ji wê derê dest pê kir.

Di çavkaniya krîzên kûr ên jin, malbat, civak û pergala dewletê de vê ferasetê heye. Têkoşîna azadiya Kurd, tam li ser vê bingehê bi pêş ket. Lêgerîna çareseriya pirsgirêkê ji kokên wê dest pê kir û vê yekê tevgera azadiya jinên Kurdistanê ava kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serê salên 1990’an de, sosyolojiya civakê li ser vê rastiyê girt dest û lêgerîna xwe ya ji bo çareseriyê kûrtir kir. Ev ne tenê nîqaşeke teorîk, dirûşmek tenê yan jî propaganda nebû. Li dijî feraseta baviksalar a ku bûbû nexweşiyek, têkoşîna ji bo yekbûna jin û jiyanê bû.

Formula bi efsûn a Abdullah Ocalan “Jin Jiyan Azadî” 

Formula bi efsûn a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya wê dît ev bû. Ji destpêka salên 1990’an pê ve, bingehên Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin avêtin, rêxistinbûna wê ava bû. Gotinên “Jin, Jiyan, Azadî” cara pêşîn di wê pêvajoyê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatin gotin. Ev ne tenê dirûşm bû, ji bo azadiya jinan di hêjahiya manîfestoyê de bû. Ji wê rojê û şûnve jin bi vê felsefeyê li rastiya xwe geriyan, xwedî li jiyanê derketin, xwe bi rêxistin kirin û berê xwe dan qadên têkoşînê. Li dijî hemû rejîmên ku jin û mirinê yek didîtin rabûn ser lingan.

Îro dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, perspektîfek e. Vê feslefeya ku jin û jiyanê kir yek, di heman demê de kilîta azadiya civakî ye jî.

Çanda berxwedanê ya ku li Rojhilata Navîn bihnê digre  

Bihevrebûna jin û jiyanê, ne tenê rastiya vê serdemê ye, yek ji rastiyên herî kevin ên dîroka mirovahiyê ye. Têkoşîna azadiyê, vê rastiyê bi mercên roja me re kiriye yek, qada berxwedanê fireh kiriye, ji bo Rojhilata Navîn bi rastiya wê ya cehwerî re bîne ba hev gaveke girîng avêtiye. Têkiliya jin û jiyanê, li van axan çêbûye, bi pêş ketiye û Rojhilata Navîn kiriye xwedî nasname. Bihevrebûna jin û jiyanê, weke şaneyek zindî ya civakê îro jî qels be jî hebûna xwe didomîne. Çanda berxwedanê jî ji vê derê hêzê digre.

Li Îranê ev kevneşopî her dem hebû. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan bi pêş ket, weke çanda ku serî natewîne di bîra civakî de her dem zindî ma. Di sala 1978-79’an de di bin navê Şoreşa Îslamê ya Îranê de rejîma molayan bi pêş ket û ji destpêkê ve zextên xwe li dijî jinan meşand lê berxwedana jinan, gelan û çandan li dijî vê rejîmê her dem berdewam kir; hinek caran perçe perçe, hinek caran jî bi têkçûnê domiya. Her çendî di warê hêzeke rêxistinbûyî de kêmasî hebin jî li dijî molayan, her dem sekneke bi cesaret raber kirin. Ji ber vê yekê Komara Îslamê ya Îranê, ji destpêkê ve, bi taybetî li dijî jinan, her dem di pozîsyoneke bi temkîn, fikar û tirsonek de bû.

Gelo yên şêt jin û civak e, yê bi aqil dewlet e? 

Rejîm, polîtîkayên xwe yên zextker her dem bi zagon, qedexe û vederkirinê didomîne. Herî zêde li ser bedena jinan polîtîkayan dimeşîne. Her ku bedena jinan kontrol kir, got qey dê ramanên wan jî tune bike. Qedexeya sergirtina bi zorê ya di sala 2017’an de bû xala dawî. Rejîma ku hewl da serhildana jinan rawestîne, jinên berxwedêr weke “şêt” îlan kir, wan ji civakê veder kir. Van pêkanînan, rêbazeke ku seydên pîrhevokan ên di serdema navîn de dianî bîra mirov bûn. Li Ewropayê jî tê zanîn ku bi sedsalan, bi gotina “şêt” jin li nexweşxaneyên aqil hatin razandin. Elîzabeth Parsons Ware, Rosîna Doyle Wheeler û gelek din mînakên vê bûn.

Van polîtîkayên rejîma Îranê bi taybetî bi “Gaşt-e Erşad” (Dewriyeyên Rehber) şênber bûn. Van “polîsên exlaq” li kolanan jinan kontrol kirin, li gorî yên wan cilên li gorî şerîetê li xwe nekiribûn binçav kirin, şîdet û heqaretê li wan kirin. Van zagonên ku li ser jinan girtina serî û girtina bedenê ferz dikirin, ne tenê aydê Îranê bûn. Li Tirkiyeyê jî fetwayên Diyanetê, li Sûriyeyê bi pergalbûna çanda tecawizê ya komên cîhadîst, li Iraqê zagona ku pêşî li zewaca di temenê zarokatiyê de vedike, li Efganistanê ferzkirinên Talîbanê yên li şerîetê, perçeyên heman zihniyetê bûn. Îran weke yek ji perçeyên bingehîn a van pergalên zextkar, weke diranê vê çerxa desthilatdar digere.

Li dijî çanda tecawizê ‘Jin Jiyan Azadî’ 

Li Îranê polîtîkayên li dijî jinan û pêkanînên pratîk, çanda tecawizê meşrû dikin, jin ji bo mêr weke weke milk, meta tên dîtin lê jinan tu carî li dijî vê siyaseta qirker serî netewandine. Kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve êdî sînor derbas kir û jinên ku bi mirinê re kirine yek, di şexsê Jîna Emînî de li dijî vê mirina ku li ser hemû jinan hatiye ferzkirin qîriyan. Di merasîma cenazeyê wê de fikir, hest û çalakî bûn yek; dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li hemû kolanên Îranê olan da. Jin û mêran bi vê qîrînê, berê xwe dan qadn, gotin “Em naxwazin bi rejîmeke ku jinan bi mirinê re yek dibîne re bijîn.”

Aliyê herî girîng ê serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ew bû ku veguherî çalakiyeke civakî. Ne tenê jin, hemû civak tevlî serhildanê bûn. Stran, dirûşm, wêne, berhemên hunerî bûn perçeyên vê çalakiyê. Jinan dema ku desmalên xwe danîn û bi bayê re berdan, porê wan bû weke ala welatekî. Qevdek por bû sembola berxwedanê. Vê pêla serhildanê sînorên Îranê derbas kir, li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Di medyaya dîjîtal de bi milyonan kesan bi zimanê xwe lê dûre bi Kurdî “Dirûşma Jin, Jiyan Azadî” qîriyan û qevdek ji porê xwe jêkirin. Vê yekê rengekî cîhanî da serhildanê.

Sedema serhildanê, zêdebûna şîdeta dewletê, şênberbûna êrîşên bîrdozî, olperestî, zayendperestî û netewperestî bû. Ji ber vê yekê çalakî ne tenê li dijî pêkanînên dewletê, li dijî hemû pergalê bûn. Daxwazên gel gihîştin asta hilweşîna pergala heyî û jiyana bê wê pergalê. Weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje, “hemû êrîşên li dijî jinan, encama çanda tecawizê ne.”

Ji ber wê meseke ne tenê şîdet an jî cînayet e, pergala ku jinan mulk dibîne, bi mirinê re dike yek bi xwe ye.

Jin Jiyan Azadî banga cîhanî ya Şoreşa Jinan e

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” tenê lêgerîna mafek nîn e; derketineke şoreşger a li dijî pergalên ku jinan di çerxa zext, înkar û qirkirinê de digrin e. Li dijî dîwarên sar ên dewletê, baskên dewletê yên dirizînin, zincîrên baviksalar ên malbatê an jî rûyê qedexeker ê olê, têkoşînek e. Ji ber vê yekê, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji dirûşmek wêdetir, veguheriye manîfestoya azadiya jinan a serdema me. Ya herî girîng jî ew ku ev berxwedan û şoreş bi xwespartina hêza xwe bi pêş dikeve.

Serhildanên ku hewl hat dayîn bi zext, êrîş û darvekirinan werin bêdengkirin, tevî hemû hewldanan jî ji nû ve aj dan. Tevî bi dehan darvekirin, bi hezaran girtinan, girtîgeh veguherîn qadên felsefeya berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî.” Îro girtîgehên Îranê, bi hişmendiya azadiya jinan veguherîne “komunên akademiyê.” Jinên pêşeng ên weke Werîşe, Pexşan û Şerîfe, îsbat kirine ku îradeya ji zindanan bilind bûye, veguheriye çeperên berxwedana mezin û têkoşînê.

Ev sedsal dê bibe sedsala jinan 

Vê felsefeya ku bi têkoşîna bi salan a Tevgera Azadiya Jinên Kurd, teşe girtiye, îdiaya “dê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan” bi çalakiyan şênber kiriye. Şoreşa Jinan a Rojava, weke mînaka herî mezin a vê mîrasê, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Di şexsê Jîna Emînî de, bi hezaran jinên berxwedêr ên bûne sembol, vê felsefeyê ji sînoran derbas kirin, veguherandin bangeke cîhanî. Îro têkoşîna jinan, bûye xwedî karekterek cîhanî. Fikra “Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê” jî tam ji vê perspektîfê çêbûye. Êdî mesele ne tenê tesbît e; konfederalîzma jinan, rêxistinbûna cîhanî, xweparastin, siyaset û şênberbûna tifaqan e. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tam jî vê yekê îfade dike. Jin û Şoreşa Jinan xeta sor e. Ev yek girêdanbûna bi çavkaniya felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ re nîşan dide. Li gorî felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” cîhaneke ku jin û jiyan yek in pêkan e. Bingehên madî û manewî ji bo vê veguherînê amade ne.