Darbeya bêdawî: 12’ê Îlonê
Seroka Komaleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê (ÎHD) Gulseren Yolerî, di van rojên ku hevoka "12’ê Îlonê jî ne wisa bû" gelek caran tên bikaranîn de, da zanîn li Tirkiyeyê bi pêkanînên ku darbeyê jî derbas dike re rû bi rû ne.

SERPÎL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan – Dîroka 12’ê Îlona 1980’an, mîna dîrokekî ku hemû sazî, avahî û jiyana civakî ya Tirkiyeyê bi awayekî kok diguherîne û ne tenê jiyan û pêşeroja kesên di vê heyamê de jiyan kirine, ya nifşên din jî diyar dike, tê pênase kirin. Di demên ku pêvajoya darbeyê herî giran tê jiyîn de, zêdetirê 200 hezar kes hatin girtin, zêdetirî 1 mîlyon kes hatin fîşkirin, ciwan hatin darvekirin û mirov hatin windakirin. Bi kurtasî, darbe ne tenê hikûmetê, bîra civakê jî ji nû ve şêwe kir. Lê tiştên ku îro tên jiyîn nîşan dide ku darbe di salvegera 45’emîn de uzantısıydı ya tiştên îro tê jiyan kirin e.
Feraset û pêkanîn eynî ye
Darbe beriya 45 salan, berdestê siharê li ser ekranên TRT’ê hate îlankirin. 45 sal derbas bûn, lêbelê Tirkiye hê jî bi makezagona ku mîrateya 12’ê Îlonê re tê birêvebirin. Li Tirkiyeyê ku di her saziyê de şopên darbeyê heye, îro behsa tabloyekî ku ji van rojan dûrtir tê kirin. Li welatekî ku azadiya derbirînê, azadiya çapemeniyê, mafê rêxistinbûn û kombûnê û heta azadiya bijartin û hilbijartinê jî li ber kaxizê dimîne, darizandinên bêhiqûq, girtinên keyfî, îşkence, terikandina mirinê ya girtiyên nexweşên giran û tecrîda bipergalî, nîşan dide ku feraseta 12’ê Îlonê qet winda nebûye.
Tirkiye di raporên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî de, ji ber zêdebûna binpêkirinên di salên dawî de cihekî berfireh digre. Li welat di daneyên ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hatine berhevkirin de jî, rewşa heyî nîşan dide. Di sala 2024’an de di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê yên li dijî çalakî û bernameyên aştiyane yên di çarçoveya azadiya kombûn û xwepêşandanê de hatin kirin de, herî kêm 4 hezar û 368 kes bi êşkence û pêkanînên xirap hatin binçavkirin. Li girtîgehan her kêm 600 girtî ji ber êşkence û kirinên xirap gilî kirin. Di nava vê salê de partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl jî para xwe ji van zextan girtin. Greva karkeran hate astengkirin, rojnamevan hatin girtin, biryarên sansur û qedekirinê li pey hev hatin.
‘12’ê Îlonê jî ne wiha bû’
Dîroka 12’ê Îlonê ji bo îro, ne tenê bûyerekî dîrokî ye, di heman demê de tê wateya vegotina zîhniyet û sazîbûna heta îro hatiye. Seroka Komaleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku yek jî peyvên ku îro herî zêde tê bihistin, “12’ê Îlonê jî ne wiha bû” ye û rewşê wiha vegot: “Ev peyv tê wateya ku em bi polîtîkayên xwezî bi tarîtiya 12’ê Îlonê jî tîne re têne rêvebirin. Em niha jî bi destûra bingehîn darbeya 12’ê Îlonê têne rêvebirin, saziyên darbeyê yên weke YOK’ê hîna jî didome, lê ne ev tenê ye helbet, desthilatdarî şert û mercên darbeyê berfireh kir, rejîmê bi dûrxistina ji demokrasiyê hêza dewletê di destekî de kom kir, di tarzekî otorîter de vesaz kir û bi sazî kir.”
‘Nagihin leza girtinan’
Gulseren Yolerî diyar kir ku dema ev tişt diqewimin hiqûqa neteweyî û navneteweyî tê astengkirin, normên mafên mirovan bi temamî tê bêçalakkirin, bi hovane êrîşî maf û azadiyan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bihizirin kesek maye ku bêyî girtinê li ber çavan bigire dengê xwe derxe? Ji 1’ê Îlona 2025’an ve 419.194 kes di girtîgehê de ye. Ev hejmar roj bi roj zêde jî dibe. Leza hikûmetê ku dixwaze zextan bitepisîne, nagihe ku girtîgehan çêbike. Di girtîgehan de hîna jî zêdeyî 100 hezar girtî hene. Girtîgeh bi demê re bûn, “mala mirinê.” Li gorî rapora girtîgehê ya ÎHD’ê ya sala 2024’an, ji mafê jiyanê heta mafê êşkene û tenduristiyê herî kêm 25 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Dema asta êrîşên li dijî mafên jiyanê yên li girtîgehan, di daxuyaniyên Wezîra Edaletê ve tê şopandin jî mirov matmayî dimîen. Di daxuyaniyê de tê gotin ku di nava sala 2024’an de 818 girtî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.”
‘Hesaba 12’ê Îlonê nehat pirsîn’
Gulseren Yolerî “Li girtîgehên S, Y û Ewlehiya Bilind ku wekî “tîpa bîrê” tê binavkirin û êşkenceya” tecrîdê lê bi awayekî herî giran tê pêkanîn, înfaza cezayê veguheriye pêkanînekî tunekirinê ya di aliyê madî û manewî de û wiha got: “Li vî welatî her desthilatdariya piştî darbeyê gotin ku ew li dijî darbeyê ne û kiryarên darbeyê şermezar kirin, lê hewla rûbirûbûna bi darbeya 12’ê Îlonê re nedan. Mînak hikûmeta AKP’ê ku pesnê xwe bi dijberiya xwe ya darbeya 12’ê Îlonê re da û heta got, “Em Destûra Bingehîn a Darbeyê nas nakin’ di tevahiya desthilatdariya xwe ya 23 salan de tenê hinek guhertinên destûra bingehîn kir û hesabxwestina ji darbeyan bi darizandina nimûne ya 12’ê Îlonê re sînordar kir. Di vê darizandina ne bi rastî de de ku sûcên li dijî mirovahiyê hat pişguh kirin, hesaba kesên ku bi darizandinên bêhiqûq hatin darvekirin, bi êşkenceyê hatin kuştin û kesên di binçavan de hatin windakirin jî nehat pirsîn.”
‘Bi zîhniyeta 12’ê Îlonê re di nava ahengiyê de ye’
Gulseren Yolerî diyar kir ku zilma ku di 12’ê Îlonê de hatin jiyîn îro hatine deqandin (aşilamak) û got: “Bi taybet dema bîlançoya pêvajoya OHAL’ê ku piştî 15’ê Tîrmehê hate îlankirin û du roj dewam kir, bi bîlançoya 12’ê Îlonê re were berhevkirin, wê bê dîtin ku qedexe û zilm bi hev re ketine peşbirkê. Bi qanûn û polîtîkayên serweriyê ku bi berdewamiya vê hatin derxistin re, bi rêya tunehesibandina hiqûqê re binpêkirina mafê jiyanê, mafê nedîtina êşkenceyê, azadiya kombûnê, mafê ewlehiyê, azadiya îfadeyê, azadiya birêxistinbûnê, mafê jiyaneke li gorî rûmeta mirovahiyê û mafên me yên bingehîn nîşan dide ku rejîma otorîter ku bi sazî bûye bi zîhniyeta 12’ê Îlonê re di nava ahengiyê de ye.”
Gulseren Yolerî derbarê çawabûna meşandina 12’ê Îlonê de wiha axivî: “Dema ku em lê dinêrin bê ka em çawa hatin vir divê OHAL, guhertina Destûra Bingehîn a di 16’ê Nîsana 2017’an de, qanûna torbeyê ya hejmar 7145’an ku di 31’ê Tîrmeha 2018’an de ket dewrê û hişt ku rayeyên OHAL’ê dewam bike û qedexeyên li ser kombûn, xwepêşandana qanûnî û îfadeya azadiyê, Qanûna Pasdaran a di sala 2020’an de hate derxistin, Qanûna Baroya Pirhejmar, Qanûna Sansûrê ya Medyaya Dijîtal, serarastkirinên qanûnî ku di Înfaza Cezayê de newekheviyê kûr dike, zemîna êşkenceyê amade dike û sînordarkirinên li ser Rêxistinên Civaka Sivîl, betalkirina Peymana Stenbolê ya di 20’ê Adara 2021’an de, qebûlkirina qanûna ku hikûmetê rayeyên OHAL’ê heta 3 salan dîsa dirêj kir, Qanûna Pêşîlêgirtina Fînasnmana Terorê, Qanûna Dezenformasyonê, sererastkirinên ku mafên Hawirdor û Sewalan ji holê radike, binpêkirinên li ser bijirtîn û hilbijirtînê, zexta li ser îradeya gel, bibîrxistina tayînên qeyûmê û bê ka hiqûq û daraz çawa hatiye rewşa amûreke bê dîtin.
Dema ku em lêkolîn dikin ka em çawa gihîştine vir, divê em rewşa awarte, guhertinên destûrî yên di 16’ê Nîsana 2017’an de hatine kirin; qanûna giştî ya hejmar 7145 ku di 31’ê Tîrmeha 2018’an de ket meriyetê û berdewamiya desthilatên rewşa awarte misoger kir û qedexeyên ku bi vê qanûnê li ser mafê civîn û xwepêşandanê û azadiya îfadeyê hatine ferzkirin; Qanûna Çavdêran a nû ku di 2020’an de hatiye derxistin; Qanûna Komeleyên Piralî yên Baroyê; Qanûna Sansura Medyaya Civakî; rêziknameyên qanûnî yên ku newekheviyê di darvekirina cezayî de kûrtir dikin û rê li ber îşkenceyê vedikin; û sînorkirinên li ser rêxistinên civaka sivîl; vekişîna ji Peymana Stenbolê di 20’ê Adara 2021’an de; pejirandina qanûna ku desthilatên rewşa awarte ya hikûmetê ji bo sê salên din dirêj dike di 18’ê Tîrmeha 2021’an de; Qanûna li ser Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorîzmê; Qanûna Dezenformasyonê; rêziknameyên ku mafên jîngehê û heywanan ji holê radikin; binpêkirinên mafê dengdanê; tepeserkirina îradeya gel û tayînkirina rêveberan bi bîr bînin. Bê guman, divê em bibînin ka qanûn û dadwerî çawa hatine enstrumankirin.
‘Her kes di bin gefê de ye’
Gulseren Yolerî operasyonên ku ji meha Adarê ve li dijî CHP’ê tên kirin bi bîr xist û wiha got: “Em behsa otoriteyekî ku desthilatdariyê tîne rewşa ku ji bo astengiyên li pêşiya xwe rarke her cure zilmê li partiya damezrîner ê Komarê jî bike û rastiyeke ku hêza dewletê di destekî de tê komkirin, gel bi rêbazên faşîzan di bin zextê de tê hiştin û gef li gel tê xwarin. Hemû nirxên me yên ku desthilatdariyê qebûl nake, pêşeroja me, hemû girseyên civakê, kesên xwedî nêrînên cuda yên siyasî û baweriyê, jin, zarok, xweza, derdor, sewal û her kes di bin gefê de ye.”
‘Pêvajoya aştiyê derfetê dide’
Gulserên Yolerî wiha bersiv da pirsa “Pêwîstî bi çi heye” û wiha got: “Di salên borî de dema dihat gotin, 12’ê Îlonê, rûbirûbûyîna bi darbeyan re, jê xilasbûna saziyan ku destûra bingehîn a darbeyê jî di nav de ye, tazmînata zirarên wê û tiştên wiha, dihat nîqaşkirin. Lê îro rojên ku şert û mercên darbeyê îro evqas bi eşkerehî û bi sazî dewam dike, CHP û girseya wê jî rastî ev qas zilm û bêhiqûqiyê tê, tu kes ji vê zextê bêpar nayê hiştin û neyê hiştin, her kes daxwaza edalet, maf, hiqûûq û demokrasiyê dike û dikarin di van nirxên hevpar de bibin yek de ne.
Gulseren Yolerî bal kişand ser ‘pêvajoya aştiyê’ ya li Tirkiyeyê tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derfeta pêvajoya ku ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve dewam dike ku ji aliyê hîn kesan ve wekî ku hikumetê hewl dide ji bo berjewendiya xwe bikar bîne tê şîrovekirin û ji bo aştî û demokrasiyê derfetekî girîng pêşkêş dike, divê baş were nirxandin. Wekî ku mirov nikare bêyî tevgerekî gel a demokratîk ku li dora nirxên hevpar hatine birêxistinirin, li ber vê avaniya otorîter rabe, zextên li dijî maf, azadî, demokrasî û aştiyê nayên pêşîlêgirtin.”