Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 785 roj li pey xwe hişt
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 785 roj li pey xwe hişt.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 153’emîn, di roja 785’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 152’emîn Sabrî Nerexî axivî.
Sabrî Nerexî diyar kir ku yekane daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Serok Apo ji bo aştî û demokrasiyê, herwiha ji bo mafê gelê Kurd pêngavek avêtiye. Bi manîfestoya ku pêşkêşî gelê Kurd kirî, em di wê baweriyê de ne gelê Kurd baş bixwîne û piştgirî bidinê.”
‘Divê destpêkê zimanê xwe yê li hember gelê Kurd biguherînin’
Sabrî Nerexî di nava axaftinên xwe de bal kişand ser komîsyona ku ji bo pirsgirêkên gelê Kurd hatî avakirin û ev tişt got: “Komîsyona ku hatî avakirin hîna jî gotina terorîst bikartînin. Ji bo pirsgirêkên gelê Kurd çareserbikin hîna ti gav ne avêtine. Tiştek ji bo mafê Kurd li ser zimanê wan nîne. Ev ne ji bo aştî û demokrasiyê ye, tenê dijminatiyê kurtir dikin. Divê destpêkê zimanê xwe yê li hember gelê Kurd biguherînin.”
Sabrî Nerexî dawiyê de anî ziman ku ew ê wek gelê Kurd heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û çalakiyên xwe bidomînin.
Merasîm bi dewirgirtina koma 153’emîn û dirûşmeyan dawî bû.