Ayşe Gokkan nehat berdan
Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA’yê ya berê Ayşe Gokkan ku 5 sal in girtî ye, hat lidarxistin û daxwaza tehliyeya wê hate redkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” cezayê hefsê hatibû dayin. Dadgeha Dadî ya Bilind, ji cezayê hatiye dayin ê ji beşa “endamtiya rêxistinê” betal kir û Ayşe Gokkan jinûve hate darizandin. Ji bo Ayşe Gokkanê 2 caran ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” 19 sal cezayê hefsê, ji îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî 3 sal cezayê hefsê tê xwestin. Danişîna dozê, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin.
Ayşe Gokkan, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Ayşe Gokkanê, Berfîn Lutfiye Gokkan û Ozum Vurgun jî di danişînê de amade bûn. Endamên malbata Gokkan, Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî amede bûn.
Ayşe Gokkan parastina xwe bi Kurdî kir. Ayşe Gokkanê diyar kir ku parastina xwe ya ji 25 rûpelan pêk tê ji dadgehê re şandiye û got: “Nêzî 5 sal in girtî me. Ji ber ku şandeya dadgehê ya berê êrîşî parêzeran kir, min dadgeh qebûl nekir û min daxwaza guherandina dadger kir. Ez, vê darizandinê qebûl nakim.”
'Divê ji Dayîkên aştiyê lêborînê bixwazin’
Ayşe Gokkanê anî ziman ku her jineke Kurd xwedî serpêhatiyekê ye û wiha domand: “Ji van çîrokan a herî dawî, di komîsyona ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye avakirin de hate jiyîn. Destûr nehate dayin ku Dayîkên Aştiyê xwe bi Kurdî bînin ziman. Ev jî berdewamiya van çîrokan e. Dayîkên Aştiyê, gotin ‘Bila ciwanên Kurd û Tirk êdî nemirin, em çekan binax bikin.’ Armanca dayîkan ev e lê tên astengkirin. Divê lêborînê ji dayîkan bixwazin.”
‘Xebatên ji bo jinan û gel hatine kirin sûc nînin’
Bi domdarî Ayşe Gokkanê destnîşan kir ku weke jinên Kurdistanî ew daxwaza jiyaneke demokratîk, ekolojîk û pêkvejiyaneke azad dikin û got: “Em jinên Kurd tên darizandin. Heke jinên demokratîk, ekolojîk û azad weke xetere bên dîtin, wê demê xetereyên herî mezin ew in. Em gef nînin. Tiştên di îdianameyê de cih digirin, xebatên ji bo jinan û gel hatine kirin sûc nînin.”
‘Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin’
Ayşe Gokkan bal kişand ser pêvajoya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkrin û got: “Rojhilata Navîn dişewite, em naxwazin welatê me di vî agirî de bişewite. Ji bo welatê me neşewite jî divê aktorê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk birêz Ocalan azad bibe. Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin.”
Ayşe Gokkanê da zanîn ku ew bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û got: “Encam çi dibe bila bibe, hem li hundir hem jî li derve ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
‘Kes nikare Ayşe Gokkan weke sûcdar nîşan bide’
Parêzer Berfîn Kutfiye Gokkan jî got ku 30 sal cezayê hefsê yê li miwekîla wê hatiye birîn cezayeke derhiqûqî ye û got: “Me got ku şandeya dadgehê li dijî Ayşe Gokkanê bêalî û serbixwe nîne. Ev dosya, Dadgeha Dadî ya Bilind jî dixapînin. Dadgeha Dadî ya Bilind di dosyayekê de biryara betalkirinê da û ji bo dosyayeke din jî 3 caran biryara xerabkirina biryarê da. Em dixwazin ku dadgeh têkildarî biryara der heqê Ayşe Gokkanê de bêalî be.”
Berfîn Kutfiye Gokkanê kêmasiyên di qonaxa ewil a darizandinê de û derhiqûqtiyên hatine kirin bi bîr xist û got: “Tevahiya xebatên miwekila min kirin, qanûnî ne. Xwedî nasnameyeke siyasî ya 40 salî ye. Kes nikare Ayşe Gokkanê weke sûcdar nîşan bide.”
Dozgar biryara domandina rewşa girtî da
Dozger jî xwest rewşa girtî ya Ayşe Gokkanê bidome.
Ayşe Gokkanê jî got ku rewşa wê ya girtî bêedaletî ye û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir.
Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkanê jî got: “Miwekîla min ev 5 sal in girtî ye. Di girtîgehê de bi şewba Covîd-19’ê ket û erdhej jiya. Dora 60 sal temenê wê heye û temenê wê rê nade girtîgehê. Hemû delîl di dosyayê de ne. Nekarî tev li definkirina cenazeyê dayîka xwe bibe. Dema di girtîgehê de tiştên giran jiya. 2 caran emeliyat bû. Nexweşiya wê ya tansiyona bilind heye. Dema em van tevekan didin ber hev jî daxwaza tehliyeya miwekîla xwe dikim.”
Parêzer Ozum Vurgunê jî bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan û got: “Heke Ayşe Gokkan û hevalên xwe îro li derve bûna, heke bikariyan gotinên xwe bi azadî kiribûna, belkî ewqas komkujiyên jinan û tundî nedihatin kirin. Azadiya Ayşe Gokkanê dê tevgerên jinan jî xurttir bike. Daxwaza tehliyeya miwekîla xwe dikim.”
Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Ayşe Gokkanê bidome û danişîna dozê taloqî 30’ê Kanûnê kir.