6 salên têkoşîna li dijî dagirkeriyê: Jin vegerek bi rûmet dixwazin
Jinên ji Serêkaniyê yên 6 sal in li Kampa Waşokanî dimînin, dibêjin ku ji ber peymana 10’ê Adarê nehatiye pêkanîn, nikarin bi ewlehî vegerin Serêkaniyê. Jinan diyar kir ku bi salan e li kampan ji bo axa xwe û malên xwe têdikoşin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, bi hezaran kes neçar man ji Serêkaniyê koçberî bajarên bi ewle yên Rêveberiya Xweser bibin. Bi deh hezaran kes li kampên ku li Hesekê û Dêrikê hatine avakirin bi hêviya vegera Serêkaniye ya azad ruxmê zor û zehmetiyên jiyanê li ber xwe didin.
Dema ku di riyên bi xwelî yên Kampa Waşokanî de dimeşiyam min derfeta axaftina bi şêniyên kampê re dît. Di navbera konan de, jinên ku ji çavên wan hem fikar hem jî biryardarî xuya bû, behsa têkoşîna xwe ya bi salan a ji bo vegera Serêkaniyê kirin.
Li gorî hejmarên sala 2023’yan nêzî 16 hezar û 657 kes li kampê dimînin. Hejmara zêde ya van kesan, ji şêniyên Serêkaniyê ku di sala 2019’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk koçber bûne pêk tê.
Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya demkî ya Şamê de hat îmzekirin, temînata vegera bi ewle ya koçberan ji bo gund û bajarên wan dide lê ji ber ku ew herêm di bin dagirkeriya Tirk de ne, ev bend nakeve meriyetê. Sûriya Mihemed Hiso bi gotinên; “Mal û ax ên me ne lê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk em nikarin vegerin. Pêkneanîna peymana 10’ê Adarê, tê wateya guherîneke demografîk a plankirî û berdewamiya dagirkeriyê” diyar dike ku ew di nava konên kampê de hewl dide zarokên xwe biparêze.
Jinên ji Serêkaniyê jiyana xwe ya berê didomînin û hewl didin axa xwe bi parastina çandê biparêzin. Tevî zoriyên jiyana li kampê jî hêviya wan ji bo vegerê heye lê haya wan ji astengiyên mezin jî heye. Ji ber kêmasiya binesaziyê, pirsgirêkên tendirustî û ewlehiyê, jiyana rojane li kampê zor e. Di van mercan de jin, hewl didin hem malbatên xwe, hem jî têkiliya xwe ya bi axê re biparêzin. Tevî bêdengiya civaka navneteweyî û pêkneanîna peymana 10’ê Adarê jî jin dibêjin; “Em ê mafên xwe biparêzin û vegerin axa xwe.”
‘Firotina mal û milkên me derqanûnî ye’
Dayika bi navê Sûriya Mihemed Hisên diyar kir ku hebûna çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê vegera wan asteng dike û wiha got: “Heta çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê bin, em nikarin vegerin warê xwe. Em daxwaz dikin peymana 10’ê Adarê bê cîbicîkirin da ku em bi ewlehî vegerin erd û malên xwe. Firotin û kirîna mal û milkên me ne qanûnî ye û nayê qebûlkirin. Rêveberiya demkî ya Şamê berpirsiyarê van kiryaran e. Em qebûl nakin xaka me dagirkirî be. Jiyana me di kampan de, di şertên herî dijwar de, ji bo vegereke bi ewle ya Serêkaniyê ye. Em bajarê xwe ji kesê re nahêlin û baweriya me tenê bi QSD’ê heye. Kiryarên rêveberiya demkî yên li peravên Sûriyeyê û Suweydayê dişibin ên çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê kirin. Em vegereke di bin kontrola QSD’ê de dixwazin, da ku jiyana bi ewle û aram bijîn.”
‘Armanc guhertina demografîk e’
Meysa Mihemed destnîşan kir ku firotina mal û milkên şêniyên resen ên Serêkaniyê, bi armanca guhertina demografîk e û got: “Li navendên saziyên sivîl ên bajarê dagirkirî, alên Tirkiye û Pakistanê tên hildan. Ev kiryar li dijî îrade, hebûn û dîroka gelên resen ên Kurd, Ereb û Suryan in. Me mal û milkên xwe bi keda salan ava kirin, mafê kesê tune ye keda me desteser bike. Hemû sazî û rêxistinên mirovî li hemberî van kiryaran berpirsyar in. Em bêdeng namînin, em ê xwedî li keda xwe derkevin.”
‘Jin di kampan de têkoşînê didomînin’
Hediya Mihemed bal kişand ser zehmetiyên jinan di kampan de û wiha axivî: “Jinan li Serêkaniyê bi keda xwe mal û erdên xwe ava kirin. Ev şeş sal in, jin di şertên herî dijwar de, di bin konên riziyayî de, ji bo vegera cihên xwe têkoşînê didomînin. Bi çi mafî dewleta Tirk malên me difroşe? Çima rêveberiya demkî ya Şamê bêdeng e? Çima peymana 10’ê Adarê pêk nayne? Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dagirkeriyê bidin sekinandin.”