Jinên Suweydayê: Çi sûcê jin û zarokên Kobanê heye?

Jinên Suweydayê li hember dorpêça li ser bajarê Kobanê bertek nîşan dan, pirsa “Ka zarok û jinan çi kirine da ku vê êşê heq bikin” kirin û gotin “Ew sivîl in û ti têkiliya wan bi şerê berdewam re tuneye.”

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda- Jinên ji Suweydayê, hevgirtina xwe ya tevahî bi niştecihên bajarê Kobanê ya dorpêçkirî re, bi taybetî jin û zarokan re anîn ziman. Jinan gotin tiştê ku diqewime binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan ên bingehîn e.

Cîhadîstên HTŞ’ê ku bajarê Kobanê û gundewarên derdorê bi awayek hovane dorpêç kirine, dibin sedema dijwarbûna jiyana xelkê. Pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, derman, av, elektrîk û sotemenî têk çûne û xelk koç dike. Jinên Suweydayê bi parvekirina ezmûnên xwe yên ji ber dorpêçê, banga kiryarên lezgîn kirin da ku êşa sivîlan bi dawî bibe û radestkirina bê asteng a alîkariyên mirovî mîsoger bibe.

‘Encamên xirab ên nebûna qanûnan dijîn’

Dîma Munther destnîşan kir ku şert û mercên heyî, êrîşên berdewam û berfirehbûna pevçûnan a li herêmê, erkê mirovî û ehlaqî diafirîne ku li kêleka gelê Kobanê, bi taybetî li ba Kurdan, li hember dorpêça demdirêj a ku tehemûl kirine, bisekinin. Dîma da zanîn ku nebûna qanûnên astengkirinê ji bo parastina zarok, jin û extiyaran, wan dike qurbaniyên sereke yên encamên şer ên wek birçîbûn, kêmbûna dermanan û mirina pitikan. Dîma diyar kir ku nûçeyên ji Kobanê tên, rewşek mirovî ya karesatbar nîşan didin û bang li rêxistinên navneteweyî û welatên têkildar kir ku mafê zarokan ê jiyanek bi ewle û mafê jinan ê jiyana li herêmên bê pevçûn, biparêzin. Dîma wiha got: “Heta di nîvê şer de jî, divê wîjdanê mirovan berdewam bike. Divê dorpêçê sivik bike û rê bide ketina derman, xwarin, ard û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn. Ev jî, bêyî ti cudahî an pêşdaraziyek siyasî divê pêk bê, da ku standardên herî kêm ên rûmeta mirovan werin parastin.”

‘Ezmûnên dorpêçkirinan dişibin hev’

Waad Ebû Zeyn El-Dîn piştrast kir ku bajarê Kobanê niha di bin dorpêçeke bêhnteng de ye, ku dibe sedema astengiyên di dabînkirina xwarin, av û dermanan de û mirina gelek zarokan. Waad diyar kir ku Sûrîyeyî vê trajediyê bi kûrahî fam dikin, ji ber ku wan dorpêçên ku dişibin hev dîtine, ku bandorên wan heta îro jî berdewam dikin. Waad anî ziman ku rewşa li Kobanê ji ber nebûna pêdiviyên bingehîn anha xirabtir e û wiha got: “Zarok, kal û pîr û kesên ku ji nexweşiyên kronîk dikşînin, nikarin bighîjin dermankirina domdar. Pêwîstiya lezgîn a radestkirina derman, av û xwarinê heye.”
Waad Ebû Zeyn El-Dîn, pirsa “Ka zarok û jinan çi kirine da ku vê êşê heq bikin” kir û wiha domand: “Ew sivîl in û ti têkiliya wan bi şerê berdewam re tuneye.”

Banga ji bo hemû gelên azad, NY û rêxistinên mirovan ên navnetewî

Parêzer Lîna Ebû Hemdan jî banga çareseriyek navneteweyî ya bilez kir. Parêzer Lîna, tekez kir ku pêdivî bi tedbîrên ji bo vekirina xalên derbasbûnê û bicîhanîna hewcedariyên sivîlan heye. Lîna, diyar kir ku êşa mirovên bêguneh di tu şert û mercan de nayê rewakirin û wiha got: “Parastina sivîlan berpirsyariyek mirovî ya lezgîn e. Bûyerên li Kobanê, beşek ji çarçoveyek berfirehtir a êşên ku gelê Sûriyeyê ji ber zilm, dorpêçkirin, birçîbûn û nexweşiyan dikişîne ne. Banga min li hemû gelên azad, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî ye. Binpêkirinan bi rêya kuştin, zilm û hewldanên qirkirinê bandor li hemû beşên civaka Sûriyeyê, di nav de kêmneteweyan jî, kiriye.” Lîna Ebû Hemdan hevgirtina xwe ya tevahî bi gelê Kurd ê li Kobanê re piştrast kir û daxwaza rakirina dorpêçê û nemaze ji ber belavbûna nexweşiyan û kêmbûna dermanan destûrdayîna gihandina alîkariya mirovî kir.

‘Ev dorpêç ji bo Sûriyên ku dorpêçên bi vî rengî jiyane ne xerîb in‘

Rîma Azzam bi sedema ku sivîl ji kiryarên rayedarên ku rewşa heyî kontrol dikin bêguneh in û ti têkiliyek an peymanek civakî bi wan re tuneye, tekez kir ku parastina sivîlan berpirsyariyek mirovî ya lezgîn e. Rîma Azzam her wiha hevgirtina xwe ya kûr bi gelê Kobanê re anî ziman û destnîşan kir ku bajar di bin dorpêçê de ye û ti pêdiviyên bingehîn ên jiyanê nakevin bajêr. Rîma Azzam wiha got: “Ev şert û mercên bi êş ji bo Sûriyeyên ku dorpêçên bi vî rengî jiyane ne xerîb in. Lê tiştê ku trajediyê girantir dike, bêdengiya navneteweyî ya berdewam a li ser êşa sivîlan e.”

‘Sûcê jin û zarokan çi ye?’

Rîma Azzam binpêkirinên li dijî mirovên bêguneh şermezar kir û tekez kir ku jin û zarok ji şeran herî zêde bandor dibin û cîhan bêyî ku tedbîrên cidî ji bo parastina wan werin girtin, şahidiya mirina zarok û jinan dike.  Rîma Azzam got, “Jinên li deverên şer bêyî piştgirî an parastinek rastîn, rastî binpêkirinên cidî yên mafên xwe tên” û pirsa “Ka zarok û jinan çi kirine ku şayanê beşdarbûna di şerên ku ew tê de ne, bibin?” kir.