Jinên Qamişloyî: Tu kes nikare pêşî li tîrêjên agirê Newrozê bigre

Jinên ji bajarê Qamişloyê dan zanîn ku rêveberiya demkî bi biryara ku daye dê nikaribe pêşî li pîrozkirina roja Newrozê bigre û diyar kirin ku ji dîrokê ve heta niha tevî hemû zext û pergalên zalim jî meşaleya agirê Newrozê her dem bilind bûye.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe ya li dijî biryarên rêveberiya demkî nîşan dan û tekez kirin ku paşguhkirina çand û cejnên mirovan tê wateya paşguhkirina hebûn û mafên wan. Tekez kirin ku cejn ne tenê rê û resmên pîrozbahiyê ne, sembolên aîdiyet û hebûnê ne.

Jinên ji bajarê Qamişloyê, li ser biryara rêveberiya demkî gotin ku 21’ê Adarê Cejna Newrozê ye û tu kes nikaribe pêşî li pîrozkirina vê cejnê bigre.

Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Şeha Xelîl da zanîn ku rêveberiya demkî piştî hilweşîna rejîma Baasê, hatiye ser disthilatdariyê û wiha domand: “Gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku hemû pêkhate bi hev re bi aştî û aramî bijîn lê mixabin bi hatina rêveberiya demkî re rewşa Sûriyeyê xerabtir bû, ev reveberî ji rejîma Baasê xerabtir e bi hovîtiyên ku li Sûriyeyê li dijî gelan dike rûyê xwe yê rastîn nîşan dide. Dewleta Tirkiyeyê û gelek dewletên desthilatdar û hegemonîk destek didin rêveberiya demkî, wan perwerde dike. Rêveberiya demkî bi awayekî hovane gelek komkujiyan li deverên Sûriyeyê pêk tîne.”

‘Newroz rojeke pîroz e ji hemû pêkhateyan re’

Şeha Xelîl tekez kir ku Newroz rojeke dîrokî ye û wiha got: “Rêvebriya demkî herî dawî biryarek da ku rojên pîroz û betlaneyê li gorî xwe diyar kiriye. Newroz rojeke pîroz e ji hemû pêkhateyan re, Newroz roja ronahiyê, rizgariya ji koletiyê ye. Rêveberiya demkî bi biryarên xwe nikare roja Newrozê ji dîrok, zihniyet û dilê me derxe. Ne ew û ne yên beriya wê ne yên piştî wê werin dê nikaribin vê rojê ji dîrokê rakin.”

‘Bi îrade bawerî û felsefeya xwe em ê agirê Newrozê her sal vêxin’

Şeha Xelîl diyar kir ku biryarên rêveberiya demkî nayên qebûlkirin û wiha got: “Rêveberiya demkî û biryarên wê nayên qebûlkirin. Di dîroka bi sedan salan e bi mûmek, findek û çirayek be jî roja Newrozê hatiye pîrozkirin. Em ji Kawayê Hesinkar, heta Mezlûm Doxan û Zekiye Alkan a li ser bircên Amedê, li Elmanyayê bi Bêrîvan û Ronahî agirê Newrozê hatiye vêxistin. Bi Îrade, bawerî û felsefeya xwe em ê Agirê Newrozê her sal vêxin, em ê li ser xeta şehîdên xwe berdewam bikin. Em ê li ser banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk têkoşîna xwe bidomînin û serkeftin ya me ye.”

‘Rêveberiya demkî dixwaze biryarên dîrokî binpê bike’

Hevseroka Kantona Firatê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl anî ziman ku heta niha Rêveberiya demkî guhertinên baş di Sûriyeyê de nekiriye û wiha pêde çû: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê, hêvî ew bû em li Sûriyeyê bi reng, ol û neteweyan re bi hev re ava bikin lê mixabin bi hatina rêveberiya demkî guhertinên baş li Sûriyeyê çênebûn û rojane komkujî li ser gelên Sûriyeyê çêdibin. Rêveberiya demkî dixwaze biryarên dîrokî binpê bike, ji ber ku her neteweyek li Sûriyeyê dijî rojên wan ên dîrokî hene. Em li dijî biryarên rêveberiya demkî ne û rexneyên tûj lê dikin.”

‘Hemû pêkhateyên li vê herêmê dijîn roja Newrozê roja serkeftinê dibînin’

Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku hemû pêkhateyên li vê herêmê dijîn, roja Newrozê pîroz dikin û wiha got: “Em weke Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), dibêjin ku divê tu kes çavên xwe ji vê yekî re negire ji ber ku ev gavên bi xeter in, ne tenê li ser pergala neteweya demokratîke, xetere li ser tevahî gelên Sûriyeyê heye. Biryara ku rêveberiya demkî ji bo Newrozê daye, derbasdar nîn e ji bo me. Em dizanin ji Kawayê Hesinkar heta roja îro, hemê pêkhateyên li vê herêmê dijîn, roja Newrozê roja serkeftinê dibînin. Ji ber ku roja hebûna gelan îfade dike. Em jinên Kurd in, em ê her sal Agirê Newrozê di roja 21’ê Adarê de vêxin û her kes bi çand û rengê xwe Agirê Newrozê geş bike. Ji ber ku em hêviyên pir mezin di Agirê Newozê de dibînin loma wê rojê em bi hev re dîlana serkeftinê digerînin.”