‘6 sal in di riya koçberiyê de bi tenê serê xwe têdikoşim’

Di demek ku Dira ya 41 salî bê erd maye û di zeviyên Aşûriyekî de pembo berhev dike, Tirk erdê wê diçînin û jê sûdê digrin û ew jî karker e. Dira da zanîn ku Tirk sûc dikin û careke din doza vegera gundê xwe kir.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Dira El-Casim 6 sal in ji koçberiyê perîşan bûye. Dira heta niha nezewiciye û bi tenê dijîç Dira ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk li ser gundê Erîşa yê girêdayî Serêkaniyê, neçar dimîne koçî bajarê Til Temirê bike.

Diraya xwedî erd duh li erdê xwe tov direşand û karkerên jin dihatin alîkariya wê pembo berhev dikirin, îro xwediyên erd tov direşînin û Dira weke karkerek bi karkerên din re tê pembo berhev dike.

Ji 05:00’ê berbangê ve şiyar dibin, heta demijmêrên berêvarî pembo berhev dikin. Ya ku di dilê Dira de ma ye ew e ku careke din tovan bîne û li erdê xwe yê dagirkirî bireşîne. Lê şertê wê ew e ku erdê wê azadkirî be.

Dira ji ajansa me re behsa zehmetiyên ku dikşîne kir.

Ji bejahî û hewayî êrîş kirin

Dira dibêje ku dagirkeriya Tirk wan ji bejahî û hewayî ve topbaran û bombebaran dike û da zanîn ku êrîşên li ser şervanan li ser sivîlan jî hatine kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku topbarankirina sivîlan, binesaziya herêmê, dibistan û nexweşxaneyan heta dîlgirtî, di hevpeymanên navdewletî de qedexe ne û sûc tên hesibandin.

Axa wê dagir kirin û çavkaniya debara wê ya piştî koçberiyê jî topbaran kirin

Dira piştî koçberiyê di şitilgeh û baxçeyekî zebzeyan li taxa Şehîd Viyan a Til Temirê de, dest bi xebatê kiriye. Dira da zanîn ku dagirkeriya Tirk dîsa nehiştiye ew karê xwe li şitilgehê berdewam bikin, ji ber nêzî wan dihat topbarankirin. Piştî şitilgeh tê girtin, berê xwe dide berhevkirina pembo û jê re dibe çavkaniya debara demsalî ya her sal.

Me emrê xwe di nava zeviyên pembo de derbas kir

Dira zehmetiyên berhevkirina pembo bilêv kir û got: “Çawa zehmetî tune ye, em di vî temenî de pembo berhev bikin, zehmetiyek din e. Em ne weke jin û zarokan in, me emrê xwe di berhevkirina pembo de derbas kir.” Bi vê hevokê balê dikşîne ser keda ewqas sal tê dayîn û di berdêla wê de enerjî û tendrustiya wan diçe bi bîr dixe.

Dira di hilgirtina pembo di bin tava dijwar de, zehmetiyek zêdetir dibîne. Ji ber germahiya dijwar rondikên çavên wê yên ji ber êşê tevlî pemboyê berhev dike, dibe.

Têkoşîn didome

Dira piştî baxçeyê zebze nanê tenûrê û sêlê çêdike, piştre di firoşgeha şêraniyê de dixebite, ji berhevkirina kemûnê heta pembo, rêwîtiya ji bo debara xwe didomîne.

Dira got ku îsal pembo nebaş bûye û li gorî tê xwestin û hêvîkirin sûd jê nayê. Her wiha got ku heqdestê xwe baş digrin.

Li wir dagirkerî erdê wê diçîne li vir jî bê ax û karker e

Dira careke din vegeriyaye gundê xwe yê dagirkirî bi bîr dixe ku niha erdê wê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê çandin, cotkirin û berhemên wê jî radikin. Ew jî li vir bê ax e û karker e û dibêje: “Kî dikare li wir dengê xwe bike û biaxive, em hemû li vir in û kesekî me li hêla dagirkeriyê tune ye.”

Vegerek bi ewle bê dagirkerî

Dira gotinên xwe bi bîrxistina doza vegera axa xwe ya dagirkirî bi dawî kir û got: “Bila dagirkerî ji axa me derbikeve, em erd û malên xwe dixwazin. Çawa Tirk ji erdê me sûdê digrin û em xwediyên erd in, jê dûr in? Ev sûc e. Divê di demek nêz de dagirkerî derkeve. Em bang li dewletan dikin ku dagirkeriya Tirk ji axa me derxin, da ku em vegerin mal û gundên xwe. 6 sal derbas bûn hê çavên me li riya vegerê ne. Xwezî niha dagirkerî ji axa me derketina û min berê xwe bida gundê xwe bimeşiyama.”