‘Îran bi darvekirinê tola xwe ji jinên azad digre’
Mersede Kaîdî got: “Rejîmên faşîst ên mîna komara Îslamî ya Îranê, darvekirinê ji bo parastina hêza xwe wek amûrê bi kar tînin. Bi nêrîna wan, ewê bi darvekirinê bi tevgerên gel paş ve gav bidin avêtin.”
ŞEHLA MIHEMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Roja 10’ê Cotmehê weke ‘Roja li Dijî Cezayê Darvekirinê’ tê zanîn. Di vê rojê de sazî û aktivîstên mafên mirovan, ji bo bidawîkirina vî cezayê dermirovî hewl didin. Lê belê li Îranê darvekirin hê wek amûra tepisandina civakê tê bikaranîn û her roj zêde dibe. Cezayê mirinê, îşkence û şertên girtîgehê yên dermirovî, ev zêdeyî 40 salan e ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bûye amûra bêdengkirina civakê. Di hefteyên dawî de, bi taybetî piştî şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan, rewşa girtiyan xirab bûye û hejmara dervakirinan di asteke cidî de zêde bûye.
Li Îranê siya mirinê her roj zêdetir belav dibe
Li gorî daneyên kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’, ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta Sêşema borî hezar û 695 kes hatin darvekirin. Ji destpêka 2025’an ve, tenê di nava 6 meh û nîvan de 957 kes hatin darvekirin. Kampanyayê diyar kir ku tenê ev hejmarên hatine qeydkirin in û got dibe ku hejmar gelek ji vê zêdetir be. Di heman raporê de daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatin parvekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji dawiya Kanûna 2024’an ve, li gelemperî dinyayê 113 welatan cezayê darvekirinê bi temamî rakiriye, giştî 145 welatan bi awayekî zagonî yan bi fiîlî darvekirin sekinandiye. Lê belê li Îranê siya mirinê her roja diçe zêdetir belav dibe.
‘Girtîgaha Qerçekê qada komkujiyê ye’
Merseda Kaidî ya têkildarî mijarê axivî, got ku “Girtîgehên Îranê her dem xwedî şertên xirab bûn, lê belê piştî şerê 12 rojan, gelek girtî ji girtîgeha Evînê sewqî girtîgeha Qerçekê hatin kirin. Ev cih qada komkujiyê ye. Şertên tenduristî, xwarin û derdorê di asteke metirsîdar de ye. Beriya mirina Someye Raşîdî, rejîm neçar ma ku eşkere bike, nêzî 30 girtiyên jin ji ber kêmaniya mudaxeleyên tibî jiyana xwe ji dest dane. Em her roj li vê derê hezkiriyên xwe winda dikin. Di vê pergalê de tu caran îstatîstîkên rast nayên ragihandin. Ji bo veşartina cînayetan hejmaran vedişêrin. Hinek bi darvekirinê û hinek jî bi binpêkirinên tibî tên kuştin. Hinek ji van girtiyan, li girtîgeha Qerçek û Lekana Reşdê ne.”
‘Nabûna tibîî cînayetên ji aliyê dewletê ve yên bê werîsin’
Merseda Kaidî têkildarî rewşa Zeyneb Celaliyan jî axivî û wiha got: “Zeyneb Celaliyan a ku ev 17 sal in di girtîgehê de ye, heman rewşa girtiyên salên 1980’yî dijîn. Ne hevdîtina rûbirû, ne jî mafê destûrê heye, malbata xwe nabîne. Ez hem wek hemşîre, hem jî weke girtiyek berê dibêjim, piştî emeliyata ku Zeynebê derbas kiriye, divê demekê li nexweşxaneyê bimîne. Ev rewş di aliyê paqijiyê de xeterên cidî bi xwe re û rêbazeke vekirî ya îşkenceyê ye. Cezayên lêdan, hucre û îşkenceyên fizîkî li aliyek, astengkirina lênêrîna tibî jî îşkenceyek e. Zeyneb Celaliyan ji mafê herî kêm ku girtiyên din bi têkoşînê bi dest xistine jî bêpar tê hiştin. Piştî emeliyatê lênêrîna tibî pîvanek bingehîn e. Ev, rêbaza tolhildana rejîmê ya ji girtiyên azadiyê ye.”
Merseda Kaidî diyar kir ku nebûna tibî cînayeta dewletê ya bê werîs e û got: “Rejîm şeran her dem weke amûreke zextê bikar aniye. Girtiyên ku bi salan e di girtîgehê de ne, bi hinceta şerê Îsraîlê zext li wan tê kirin, ji vê demê ve darvekirin qat bi qat zêde dibe.”
‘Kesên ne ji ber sûcên siyasî tên darvekirin, qurbanên heman pergalê ne’
Merseda Kaidî anî ziman ku kesên ne ji ber sûcên siyasî tên darvekirin, qurbanên heman pergalê ne û wiha got: “Kesên ji ber sûcên tiryakê tên darvekirin, qurbanên vê rejîmê ne. Ev mirov di vê pergalê de hatine dinyayê, ji aliyê vê pergalê ve tên tunekirin. Ji destpêka îsal heta niha 959 kes hatin darvekirin, ev jî tê wê wateyê ku di her 5 saetan de kesek tê darvekirin.”
Merseda Kaidî tevî van hemû tarîtiyan wiha dibêje: “Rihê berxwedanê hê li girtîgehan zindî ye. Berxwedan dest pê kir, çirûskên protestoyan dişewite.”
‘Darvekirin tolhildana ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye’
Merseda Kaidî destnîşan kir ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hat birîn tolhildana ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye û wiha got: “Ev hersê jin tenê ji ber mirov in û parastina mafên karker, jin û zarokan kiriye mehkûmî darvekirinê hatine kirin. Lê belê ji aliyê Îtalyayê ve dayîna hemwelatîbûniya rûmetê ji bo hersê jinan, nîşan dide ku doza wan di asta navneteweyî de hatiye qezenckirin lê ev têr nake. Ev jin hê di bin xeteriyek mezin de ne. Bi taybetî di meşa karkerên kedkar a Kirmanşan û Gîlanê de, ala wan a azadiyê tê hilgirtin.”
Bilindkirina dengê girtiyên siyasî
Merseda Kaidî riyên gihandina dengê girtiyên siyasî wiha anî ziman: “Berpirsyariya destpêkê li ser malbatê ye. Divê têkildarî hezkiriyên xwe biaxivin, bêdeng nebin. Ya duyem jî divê em li gel wan bin. Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ re gavek dîrokî bû. Divê malbat, aktivîst û em ên li edaletê digerin, li gel hev bin. Em wek mirovên ku hezkiriyên xwe winda kirine, dizanin dema ew tên kuştin, jiyana me jî dimre. Erka hemû tevgerên civakî, hunermend û nivîskaran ew e ku dengê ji girtîgehan bilind dibe bigihînin dinyayê.”