Jinên navçeya Şêrewayê li dijî tecrîdê meşiyan

Jinên navçeya Şêrewa bi pêşengtiya Kongra Star li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Şehba- Di bin sîwana hemleya "Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî" Kongreya Star a navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî meşek ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiay fîzîkî ya wî meşek li gundê Dêr Cemal a navçeyê li dar xist. Di meşê de xelkê navçeya Şêrewa û Til Rifet a Şehbayê beşdar bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên Kongra Star hildan. Meş ji destpêka gundê Dêr Cemal heya parka 4'ê Nîsanê ya li gund berdewamkir.

Piştî meş gihîşt pêşiya parkê vegeriya mitîngê û bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Piştre Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehba Rîhan Elo axivî û got: "Em di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxwaz dikin û tecrîda li ser wî bi tundî şermezar dikin. hebûna me li qadan û bilindkirina dengê azadiyê tê wateya vala derxistina komploya li ser Rêber Apo, heya ku em li qadan in em ê her banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Ev zêdeyî 3 salin tu agahî ji Rêber Apo me negirtiye û bi girankirina tecrîdê daxwaza dijmin ku gel û Rêber Apo ji hevdu qut bike, lê fikrê wî di rihê me de dijî tu carî wê dijmin negihêje armancên xwe. Ê ku xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derdikeve jin e û bi diruşmeya Jin, Jiyan, Azadî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike."

Meş bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" dawî bû.