Jinên ji bajarê Kobanê: Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin

Jinên ji bajarê Kobanê, diyar kirin gelê ku ji bo parastina ax, kehrebe û bendava xwe diçe nobetê rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên û gotin: “Em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin û bendava xwe biparêzin.”

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Ji 8’ê Kanûna 2024’an vir ve êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û bi taybetî li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê didome. Gelê herêmê ji bo parastina ax, kehrebe û bendava xwe ketin nava seferberiyê û rojane li bendava ji ber êrişên dewleta Tirm metirsiya hilweşîna wê heye nobetê digrin. Gelê ku ji bo parastinê berê didin bendavê, rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên û di encama van êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne. Her wiha ji ber êrişan li herêmê av û kehrebe qût bûye.

Jinên bajarê Kobanê, bertek nîşanî êrişên li Bendava Tişrînê û qutbûna av û kehrebe ya li herêmê dan û diyar kirin ku ewê heta dawiyê deskeftiyên xwe biparêzin.

‘Li Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye’

Wehîde Mistefa ya ji nobeta Bendava Tişrînê vegeriya, qala berxwedaniya gel a li bendavê kir: “Nêzî 50 roj in li Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye. Gelê herêmê ji bo ku bendava xwe ji dewleta Tirk biparêze ji bo parastina bendavê nobetê digre. Her carê kantonek diçû ji bo parastina av û kehrebeya xwe bike. Dema ku gel nobet digre rastî êrîşan tê, rojane li wir sivîl tên hedefgirtin û komkujî li ser wan çêdibin. Kesên ku tên hedefgirtin jî sivîl in, piranî ya wan jî zarok in.

‘Em ji ber êrîşan ji Minbicê koçberî Kobanê’

Jina binavê Necmê Birahîm jî, diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Minbicê koçberî Kobanê bûye û wiha got: “Ji ber êrîşên çeteyan ji Minbicê em koçberî Kobanê bûn. Ji ber ku axa me dagir kirin, em hatin Kobanê û ji bo parastina av û kehrebeya sivîlan me berê xwe da Bendava Tişrînê. Ev av û kehrebe nêzî du meh in qut bûye, gel bê av û kehrebe dijî. Vê carê jî dema ku gel diçe bendavê ji bo parastina av û kehrebeya xwe, dewleta Tirk wan hedef digre û dehan jin, zarok, kal û pîran qetil dike.”

‘Em ji bo parastinê diçin lê rastî êrîşan tên’

Necmê Birahîm, da zanîn ji bo parastinê berê xwe bidin bendavê û wiha bi dawî kir: “Gel  ji bo parastina bendava xwe bike, diçe nobetê digre lê dîsa dewleta Tirk wan hedef digre. Rojane gel rastî êrişan tên û di encama êrişan de gelek kes jiyana xwe ji dest dide û birîndar dibe. Em ji bo parastina bendavê diçin. Em dibêjin em ê heta dawiyê dev ji axa xwe bernedin. Em li ser axa xwe ne, ne axa kesekî din e. Ev ax, axa vî gelî ye ji bo vê jî em parastina axa xwe dikin. Heta li gundan jî êrîş dike. Bi giştî sivîl in, em dibêjin êdî bes e. Em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin û bendava xwe biparêzin.”