Jinên Helebê: Hêvî û xeyala me Sûriyeya ji şer paqijbûyî ye

Jinên bi temen ên Helebê, zêdeyî nîv sedsal e şahidiyê ji dîroka bajar re dikin, ji bo avakirina Sûriyeya nû ku jin jê re pêşengî dikin û şer û êş lê xilas bûye hêviyên xwe mezin dikin.

 XURFAN EL HIBS

Heleb – Şerê ku zêdeyî 10 salan e didome, li Sûriyeyê gelek malbatan ji hev belav kiriye. Ev rewş bi taybetî ji bo jinên bi temen rê li ber xemgîniyek mezin û hîsa tenêtiyê vedike. Ew li gel rûxandina rejîmê, hêvî dikin ku malbatên wan careke din werin gel hev û hezkiriyên wan ên neçarî surgunê bûne vegerin warê xwe. Jinên ku ji ber kiryarên komên cîhadîst ên HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) di na fikaran de ne ji bo avakirina Sûriyeya nû ku jin jê re pêşengî dikin û şer û êş lê xilas bûye hêviyên xwe mezin dikin.

Jinên Helebê, di salên rêveberiya rejîma Esed de, bepirsyariya parastina jiyana xwe ya rojane, urf û edetên xwe girtine. Di vê pêvajoyê de kok û çanda xwe ya bi bîranînan dagirtî parastine. Jinên bi temen diyar kirin ku di dema guherîna polîtîk a ku rejîma berê ferz kiriye de jî di warê aborî û civakî de, rastî gelek zoriyan hatine, tevî her tiştî vegotina çîrokên xwe yên ku guherîna wan nîşan didin û vedibêjin domandin.

Li Sûriyeyê tevî krîza ku nêzî 13 salan e didome, vegotinên jinên bi temen, tenê ji bîranînê derketiye, bûye bîr û şahidiya zindî ya ku hilweşîn û êşên şer belge dikin. Di heman demê de parastina rûmeta jinan û cesareta ku ji bo malbatên xwe li ser lingan bigrin dane, belge dike. Îro ev serpêhatî,  biryardariya avakirina jiyana jinan û hewldanên ku civakê careke din rake serhildanê sembolîze dike.  

Jiyana di bin qedexeyan de

Muna El-Ahmed a 60 salî, li Helebê ji dayik bûye û mezin bûye, jineke xwedî 5 zarok û 10 neviyan e. Çîroka wê ya ku demên zehmet jiyaye û xwedî li mîrasa xwe ya çandê derketiye, di asta nûnertiya jinan de ye. Di axaftina xwe de behsa guherînên li Helebê û bandora van guherînan li ser jiyana wan û rewşa jinan kir. Bi gotina: “Jiyana me hêsan bû, em di nava ewlehiyê de bûn” jiyana xwe ya di dema rejîma berê de bi van gotinan tîne ziman: “Civaka me xwedî bingehek bi hêz a civakî ye. Tevî jiyan zor bû jî em bi îstîqrar bûn. Xizmetên perwerde û tenduristiyê baş bûn. Lê belê jin ne azad bûn. Civak me tenê parçeyek ji jiyana rojane dibîne, weke helqeya herî lewaz dibîne. Jinan di demên berê de xistibûn nava qaliban, rolan ji wan re diyar kiribûn û piranî bi karê malê û lênêrîna zarokan re hatibûn sînordarkirin. Lê belê hinek jin di perwerde û qada kar de gihîştin serkeftinê.”

Beriya şerê Sûriyeyê rewşa Helebê çawa bû?

Muna El-Ahmed dema behsa rewşa Helebê ya beriya şerê ku 14 sal berê destpê kir dike, rojên xwe yên borî bi bêrîkirin tîne bîra xwe û wiha dibêje: “Heleb bajarekî bi tevger û zindî bû. Bazar her dem tije mirov bûn. Malbat di cejnan de û rojên taybet de dihatin ba hev, ahengiya di nava nifşan de bi hêz bû. Wê demê dilê me bi kêfxweşiyê dagirtî bû. Lê belê jiyana jinan bi zorî zehmetiyan hat dagirkirin. Derfetên perwerdeyê tunebûn, ji bo jinan firsend sînordar bûn. Piraniya jinan ji derveyî malê nedixebitîn, tenê di beşên mamostehî û tenduristiyê de dikaribûn kar bibînin.”

Muna El-Ahmed da zanîn ku nêzîkatiyên paşverû zext li jinan dike û jin xistine hepsa malê û wiha domand: “Lê belê tevî vê, hinek jinan ev astengî derbaz kirin û bi serketin.”

Şer bandorên xirab ên derûnî çêdike û civakê belav dike

Muna El-Ahmed, wiha behsa jiyana ku ji ber şer perçe dibe kir: "Şer ewlehiya me, malbat me û hemû tiştên me ji me girt. Rojên me di nava tirs û xofê de derbas bûn. Malbat ji hev belav bûn, hezkiriyên me mirin, koçberî bû perçeyek ji jiyana me ya rojane. Em bi birçîbûn û nexweşiyê re têkoşiyan, li xwarin û dermanan geriyan. Di nava van mercan de em her dem di bin dengê bombeyan de direviyan stargehan. Şer malbatan ji hev belav kir û gelek jin bi tenê man. Jin ji bo debara malbatên xwe bikin, neçar man karên ku berê qet nekirine bikin. Gelek caran di nava tenêtî û bêçariyê de neçar man têbikoşin. Mirov ji hev dûr ketin, şer têkiliyên civakî kêm kir.”

Birînên nekewiyayî

Muna, diyar kir ku piştî ketina rejîma Esed, gelê Helebê hewl daye jiyana xwe ji nû ve asayî bike lê ev pêvajoyeke zor e û wiha domand: "Berê me hinek xwe di ewlehiyê de hîs dikir lê birînê me hê nekewiyane. Em hêvî dikin ku Sûriye ji nû ve zindî bibe. Lê ji ber krîza aborî her tişte pir zor e. Xizanî li ser gelek malbatan bandorê çêdike, derfet kêm in lê bihayê her tiştî zêde dibe. Em jin çi ji dest me were em ê bikin. Em dixwazin ji bo avakirina welatê xwe tiştek bikin.”

Sûriyeya bê şer û zext dixwazin

Muna diyar dike ku divê jin rola xwe di nava civakê de mezin bikin û wiha berdewam dike: "Em dixwazin Sûriyeya bê şer û zext ava bikin. Em jin dixwazin roleke çalak bilîzin, em dizanin ku avakirina pêşerojê bi hewldanan ve girêdayî ye. Her jin perçeyek vê civakê ye. Divê em hêviya xwe zindî bihêlin û bibin perçeyek guherînê."

Pêşeroja Helebê û hêviya ji nû ve avakirinê

Muna, diyar dike ku ew ji bo pêşeroja Helebê xwedî hêviyên mezin e û axaftina xwe wiha berdewam dike: "Em dixwazin gelê me careke din were ba hev û Helebê bigihîje kemala xwe ya berê. Em dixwazin nifşê nû ji me baştir bijî û xwedî derfetan be. Ez hêvîdar im li Sûriyeyê aştî pêk were û gel bikeve nava firehiyê. Em dixwazin zarokên me yên bi salan e ji me dûr in vegerin. Bi salan li surgunê man. Divê êdî vegerin û Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.

‘Dixwazim Heleb veger rojên xwe yên berê’

Weke dayik û dapîrek, ez dixwazim weke rojên berê malbata xwe bînim ba hev. Dixwazin neviyên min li derdora min bin, em bi hev re li ser sifreya xwarinê rûnên, bi wan re rojên bi kêfxweşî û hezkirin derbas bikim. Dixwazim Heleb weke rojên berê, bibe cihekî germ, bextewar û bi aramî."

Muna El-Ahmed, bal kişand ku divê jinên Sûriyeyî, di avakirina Sûriyeya nû de roleke çalak bilîzin, ji bo civakên xwe ji nû ve bînin ba hev, jiyana xwe bi rêkûpêk bikin têbikoşin.