Ji pêkhateyên Firatê meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan
Şêniyên kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Jinan diyar kirin ku ewê erka xwe ya sedsalê bicih bînin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin.

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 3 salan ji tecrîdeke mutleq ji aliyê dewleta tirk û hêzên komploger, hevdîtin li gel şandeya DEM Partî pêk anî ku bang û peyamên dîrokî dan. Piştî vê yekê, diviyabû ku şert û mercên Îmraliyê werin guhertin ku heta niha ev yek pêk nehat.
Di vê çarçoveyê, îro bi sedan ji pêkhateyên kantona Firatê û sazî, dezgeh û rêxistinên wê li bajarê Kobanê kombûn û bi diruşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” meşiyan. Meş ji qada Jina Azad destpê kir heyanî qada Aştiyê dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dike hatin berzkirin.
Jinên ku beşdarî meşê bibûn, dilsoziya xwe ya li gel Abdullah Ocalan û îsrara şikandina pergala Îmraliyê bi ajansa me re parve kirin.
‘Emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di demeke nêz de misoger bikin’
Hêvîn Miho Ismayîl ku rêveberiya Komîteya Civakî a rêxistina Kongreya Star e, wiha dibêje: “Li ser peyam û banga aştiyê ya Rêber Apo re demek derbas bû. Her kesî naveroka bangê dît ku armanca xwe misogeriya aştî, demokrasî û wekheviyê ye. Lê di warê piratîk de me heta niha tu gav ji aliyê dewleta Tirk ve nedîtine. Ji bo me ya niha girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, em gihîştine asteke ku em heta guhertina şert û mercên girtîgehê jî qebûl nekin. Bi weke jin ku Rêbertî ji bo taybet peyam û pîrozbahî şand, erka me ya serke tunekirina pergala Îmraliyê ye. Li ser vê bingehê em soz didin serokê xwe ku emê dest ji vê têkoşînê bernendin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.”
‘Rêber Apo Îmralî veguherand nevenda aştî û çareseriyê’
Endama meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Ismayîl wiha got: “Bîrdoziya Rêber Apo xwe gihandiye her kesekî ku bi azadî û aştiyê bawer, lewra ew êdî ne tenê ji bo gelê Kurd rêber e. Di heman demê de bûye pêşeng û mîmarê azadiya hemû gel û netewan. Bi salan e dilsozên Rêber Apo li ser piyan in da ku wî di nav xwe de bibînin. Ev ked û çalakiyên pêk hatin bi peyam û banga Rêber Apo re bûn yek ku ji bo me ronahiyeke nû hatin zayîn. Her ku diçe em nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibin, ji bo vê jî divê demildest êdî rewşa Rêber Apo were guhertin. Serok Apo bi felsefeya xwe Îmralî veguherandin navenda aştî û çareseriyê. Êdî em li benda gavên dewleta tirk û hêzên komploger in ku emê jî bi têkoşîn û berxwedana xwe vê pêvajoya çareseriyê leztir bikin.”