Cara duyemîn daxwaza ji nû ve darizandina Pexşan Ezîzî hat redkirin

Serlêdana ji bo daxwaza dubare ya dadgehkirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn hatî kirin hate redkirin.

Navenda Nûçeyan – Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, Mazyar Tatayî li ser hesabê xwe X’ê ragihand ku dadgeha Îranê cara duyemîn daxwaza ji nû ve dadgehkirina Pexşan Ezîzî red kir.

Mazyar Tatayî diyarkir ku dadgeha Îranê bêyî ku li dosya Pexşan Ezîzî temaşe bike, parastina parêzeran ‘ne guncaw’ binav kir û daxwaza dubare dadgehkirinê red kir.

Rojnamevana Kurd û Aktivîst Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’an de li Tahranê hate binçavkirin. Pexşan Ezîzî di 11’ê Mijdara 2023’an de bi sûcê ‘Li dijî hikumeta Îranê çalakiya bi çek’ hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tahranê di 23’ê Tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Biryar di 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê Komîsyona Daraza Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê yê çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî hate erêkirin.