Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 50 hezar û 695
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk tîne de di 24 saetên dawî de 26 kes jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 50 hezar û 695.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê ve li Xezayê der barê kuştî û birîndarên di êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezayê berdewam dikin de agahiyên dawî parve kir.
Hate diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 26 kes li Xezayê jiyana xwe ji dest dane û 113 kes birîndar bûne. Hate diyar kirin ku di êrîşên Îsraîlê ku agirbesta 19’ê Çileyê xirab kir de ji 18'ê Adarê vir ve hezar û 335 Filîstinî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 279 Filîstinî jî birîndar bûn û agirbesta di 19'ê Çileyê de hat şikandin.
Her wiha di daxûyaniyê de hat got in ku, hîna jî li kêleka rêyan dîsa di bin xirbeyan de gelek cenazeyên ku ew nagihêjin wan hene. Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê nahêlin embulans û tîmên berevaniya sîvîl bigihêjin cenazeyan.