Çalakiya dayikên şervanên YBŞ’ê di roja şeşemîn de dewam dike

Çalakiya dayikên şervanên YBŞ’ê yê ku di 18’ê Adarê de ji aliyê artêşa Iraqê ve dîl hatibûn girtin, didomin.

Şengal – Di 18’ê Adarê de, dema şervanên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) li ser erka xwe ya parastinê bûn, li navenda Şengalê ketin kemîna hêzên artêşa Iraqê. Di encamê de pevçûn derket û 5 endamên YBŞ’ê bi birîndarî dîl ketin destê artêşa Iraqê. Li dijî girtina şervanên YBŞ’ê gelek çalakî, bangewazî ji aliyên siyasî, civakî, oldar û serok eşîrên Şengalê ve hatin kirin, lê heya niha şervanên YBŞ’ê nehatine berdan.

Ji bo aqûbeta zarokên xwe bizanibin, dayikên şervanan li ber navenda Îstîxbarata Iraqê ya li Şengalê û li ber deriyê ewlekariya hukumetê çalakiya rûniştinê dan despê kirin. Çalakiya dayikên şervanên YBŞ’ê di roja şeşemîn de dewam dike.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan û xwişka şervanê girtî Ferîd Revo, Emîra Zozan ji ajansa me re axivî, da  zanîn ku ew bi wesîla cejnê dixwazin şervanên xwe di nava xwe de bibînin û wiha got: “Ev 20 roj in şervanên YBŞ’ê hatine girtin. Ji bo berdana zarokên xwe dayik li ber deriyê navendên hikumetê û istixbaratê 5 roj in çalakî dikin. Em jî wekî ciwan û malbatên girtiyan hatinin piştevaniyê didin çalakiya dayikan. 5 zarokên Êzidî ku girtine bernadin, hemû rojêk dibêjin sibe û du sibe. Despêkê gotin piştî cejna remezanê, lê rast nebû gotina wan. Me got bila beriya cejên tiştek çênebe û me rêz ji cejna wan re girt. Lê niha jî cejna me em dixwazin ev cejn bibe sedemek ji bo aştiyê û zarokên civaka me bêne berdan. Xwesteka me ewe ku şervanên me yên Êzidî di demek nêz de bêne berdan.”

‘Em dixwazin destê aştiyê dirêjî wan bikin’

Emîra Zozan di dawiyê de diyar kir ku ew ne aşiqê şer in û divê hikumeta Iraq wî zemînî di Şengala aram de ava neke û wiha got: “Hikumeta Iraqê gotibû yekşemê emê zarokên we berdin, lê hîna jî bernedane. Em nizanin rewşa wan çi ye, ji ber ku qedexeye ku em serdana wan bikin. Me daxuyanî dan, me çalakî kirin di heman demê de me çalakiya kon jî danî. Piştî çalakiya konvedanê nava bajar tijî tang û top kirin, me çalakiya xwe bidawî kir û me gote wan van çekên giran ji nava gelê me bibin. Em dixwazin destê aştiyê dirêjî wan bikin. Civaka me êdî vedigere ser axa xwe em naxwazin ku tirs bikeve nava dilê gel û em şer naxwazin. Wê çalakiya me berdewam bike ta ku şervanên me berdin.”