Sê milyon zarok li Sûdanê dibe ku ji kêmxwarinê re rû bi rû bimînin
Li Sûdanê pevçûn û ji cîhûwarî berdewam dikin. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku dibe ku îsal zêdetirî 3 mîlyon zarokên di bin pênc salî de bi kêmxwarinê re rû bi rû bimînin.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên li Sûdanê êşa zarokên ku ji ber nexwariniya dijwar xeternak e girantir kir. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di raportekê de ku roja Yekşemê (6'ê Avrêlê) hat weşandin anîn ziman ku zêdetirî sê mîlyon zarok dê heta sala 2025'an jiber pevçûnên tundûtûjî û cîhûwarkirina di navbera Hêzên Pîştgiriya Bilez (RSF) û artêşa Sûdanê de bi kêmxwariniya dijwar re rû bi rû bên.
Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku li Sûdanê ji ber pevçûnên ku ev nêzî 2 sal in li welêt diqewimin, kêmxwarinî ji bo zarokan xeteriyeke cidî ye û destnîşan kir ku dibe ku zêdetirî 3 mîlyon zarok li welêt ji kêmxwarinê derbikevin. Rêxistinê tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina klînîkên bijîjkî û navendên tenduristiyê kir ji bo peydakirina lênihêrina xwarinê ya jiyanê ji zarokên li Sûdanê re.
Sûdan ji 15'ê Nîsana 2023’an vir va bûye şahidê pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên herêmî, zêdetirî 20 hezar kes mirine û nêzî 15 mîlyon kes jî koçber û penaber bûne. Li gor lêkolînên Zaningehên Amerîkayê hejmara qurbaniyên şer gihîştiye 130 hezar kesî.
Bi hefteyan e herêm û bajarên ku di bin kontrola RSF'ê li eyaletên Sûdanê ne, ji bo artêşa Sûdanê kêm dibin. Li eyaleta Xartûmê ku ji sê bajaran pêk tê, artêşa Sûdanê kontrola bajarên Xartûm û Behrî Zexm kir û ji xeynî beşên rojava û başur piraniya bajarê Omdurman di bin kontrola wan de ye. Dibe ku sê mîlyon zarok ji bo kêmxwarinê bikevin.
Li Sûdanê pevçûn û ji cîhûwarî berdewam dikin, fona alîkariya zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku dibe ku,'îsal zêdetirî sê mîlyon zarokên di bin pênc saliyê de kêmxwarinê re dê rû bi rû bimînin.'