Hevdîtina jinan bi saziyên jinan re didomin

Şandeya ku ji Nemsayê cara yekem tê herêmê, ji bo naskirina destkeftiyên Şoreşa Jin serdanên xwe bi Kombûna Jinên Zenûbiya, Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Jinên Sûriyê, dewam dikin.

Reqa – Şandeya jin a ji Nemsayê ku ji nivîskar, rojnamevan, aktîvîst, hûnermend û siyasetmedaran pêk tên, li Rojava serdanên xwe dewam dikin. Şandeyê serdana Kombûna Jinên Zenûbiya, Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinên Sûriyê kir.

Di serdana yekem de, pêvajoyên serweriya DAIŞ’ê de û girîngiya damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya hate vegotin.

Têkbirina DAIŞ’ê hêvî û destpêkek nû bû

Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya Xod El-Îsa têkbirina DAIŞ’ê wekî hêvî û destpêkek nû ji jinan re dibîne û wiha dewam kir: “4 salên serweriya DAIŞ ji jinan re biqasî 4 sedsalan bû, ji ber tundiya fîzîkî, derûnî û civakî ya ku ji aliyê DAIŞ’ê rûbirûyê wê dihatin, ne hêsan bû ku nasnameya wê were tunekirin. Piştî avakirina rêxistin û partiyên siyasî, jinan dikarîbû baş rol bilîzin. Ji jinan re cihgirtina di partiyên siyasî û bûyîna parçeyekî vê xebatê xewnek bû. Herwiha ji bermahiyên DAIŞ’ê û çanda ku li pey xwe hişt û em hewl didin bi têkoşînê careke din jinan vegerînin rastiya wan û rakin, lixwekirina çarçefa reş e.”

‘Şopa DAIŞ’ê hê neqediya ye’

Endama Koordînasyona Kombûna Jinên Zenûbiya Buşra Mihemed jî got ku bi têkbirina DAIŞ’ê re gelek jinên bî û jinên hatine berdan di navberê de man û wiha behsa xwedîderketina li wan jinan kir: “Şopa DAIŞ’ê hîn neqediya ye. Li herêma me pir zêde hejmara jinên ku hevjînên wan ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin û hejmarek zêde ya jinên ku hatine berdan jî hene. Heman wextê dema serweriya DAIŞ çeteyên bi jinên herêmê re dizewicîn, lê gava ku çete reviyan jî hejmareke pir ji jinan ku yên temenê wan 13-14 salî ne li pey xwe hiştin. Em jî bi rêya Komîteya Aborî xwedî li van jinan derdikevin.”

‘Kombûna Jinên Zenûbiya ber bi vekirina ofîsên xwe di hundir Sûriyê de diçe’

Buşra Mihemed xaleke pir girîng ku dê hevgirtina jinên Sûriyê xurtir bike anî ziman: “Da ku jin bi nêrîneke hevbeş werin ba hev, em li ser vê gavê dixebitin ku ofîsên Kombûna Jinên Zenûbiya li parêzgehên Sûriyê vekin. Lê ji ber bêîstiqrara li hundir Sûriyê û pêvajoya ketina Esed û êrîşên HTŞ’ê li ser jinên Elewî û binpêkirinên ku çêdibin, pêvajoya avakirinê zehmet dike. Lê em ber bi vekirina ofîsan di Sûriyê de diçin, ji ber armanc û daxwazên jinan li Sûriyê û giştî cîhanê yek e.”

Paşê şandeyê berê xwe da Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi Seroka Desteyê Edalet Omer û Cîgera Serokatiya Desteya Jin Newroz Mislim re civiyan.

‘HTŞ’ê heman hişmendiyê ferz dike’

Piştî danesînê avabûn û xebatên ku Desteya Jin dimeşîne ji aliyê Edalet Omer ve wiha hate vegotin: “Desteya Jin elaqederî giştî pirsgirêk û dozên jinan yên zagonî, siyasî û civakî dibin. Mafê jin û zarokan diparêze û zagonên ku mafê wan diparêze derdixe û edaleteke civakî pêk tîne. Heman wextê têgehên kevneşop yên ku bandorê li jin û civakê dike, radike. Ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk li ser bingehê azadiya jin têdikoşe, ji ber li vir, li Reqqayê jin ji aliyê DAIŞ’ê ve dihatin firotin, qetilkirin, serjêkirin, tecawîzkirin û şewitandin. Desthilata Şamê HTŞ’ê ya îro, heman hişmendiya DAIŞ’ê vê carê li giştî Sûriyê ferz dike. Li hember hikûmeta ku nasname û dîroka jinan winda dike, yekîtiya jinan pêwîste.

‘Pirsgirêka jin ji prisgirêka netewî kûrtir e’

Di encamê de pirsgirêka jin ji prisgirêka netewî girîngtire. Modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir balkêş e, ku me dikarîbû sîstemê demokratîk bikin û ya herî girîng me hevpeymana civakî ya jin çêkir. Di demên pêş de jî wê dadgehên jinan jî çêbibin, ji ber mijarên girêdayî jin divê jin biryara wê bide ne mêr. Jin xwe neparêze, wê rûbirûya qetilkirin, tecawîzkirin û her cûre tundiyê re bimîne. Ji lewra parastina destkeftiyan nebe nabe, em ê her bi êrîşên dagirker û hişmendiya tundrew û hişmendiya baviksalarî re werin. Ji lewra sîstema dixwaze biserbikeve divê zayendperestî, neteweperestî û nijadperestiya xwe berçavan re derbas bike.”

Çareseriya dosyeya jinên DAIŞ’î

Edalet Omer balkişand ser dosyeya zarok û jinên DAIŞ’î yên di Kampa Holê û Kampa Roj de û li ser xeteriyên ku li ser cîhanê giştî ava dike, ji şandeyê re çend xal zelal kir: “Ger dosyeya DAIŞ’ê û zarokên wan û tevî jinên wan çareser nebe, wê DAIŞ li vir nesekine û derbasî giştî welatan bibe. Her kes berpirsên çareseriya vê dozê ne. Jinên ku dixwazên êdî hişmendiya xwe biguherin, tên serjêkirin Her sal operasyon li van kampan tên destpêkirin û jinên Êzidî tên xilaskirin û jinên DAIŞ’ê dadgehên xwe yî şerîyetê jî çêkirine. Ev mijarên pir xeter in li ser pêşeroja giştî jinan.”

Piştre şandeyê berê xwe da Meclisa Jinên Sûriyê û derbarê rewşa jinên Sûriyê, astengî û pirsgirêkên jinên Sûriyê bi Endama Koordînasyona Meclisa giştî a Jinên Sûriyê Sûhêr El-Senûh û Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyê Newroz Ebdilrehman re civiyan.

Pêwîstiya jinên Sûriyê bi sîwaneke nêrînên wan hevbeş bike hebû

Newroz Ebdirehman pêwîstiya avakirina Meclisa Jinên Sûriyê wiha pêsane kir: “Pêwîstî hebû ku meclisek giştî jinên Sûriyê hembêz bike û ji jinên hemû netewan re bibe sîwan, hebe. Li ser vî bingehî jî Meclisa Jinên Sûriyê hat avakirin. Niha li Sûriyê li Şamê Ofîsa me ya Meclisa Jinên Sûriyê hatiye vekirin.”

Di demên pêş de Kongreyê Neteweyî yê Jinên Sûrî tê lidarxistin

Sûhêr El-Senûh got ku di vê pêvajoyê de xebatên Meclisa Jinên Sûriyê berfirehtir bû û wiha behsa wê kir: “Komîteya meclisa me ya zagonî niha binpêkirinên derheqê jinên ku li girtîgeha Seyîdnaya hatibûn girtin, rewşên wan dişopîne û sûcên derheqê wan de pêk hatine, belge dike. Em di derbarê lidarxistina Kongreyê Neteweyî yê Jin de ne, ku tenê wê ji jinan pêk were û jinên Sûrî yên ku li Ewropayê dijîn, dikarin beşdarî vê xebatê bibin. Kongr wê xalên li ser pêkanîna edaletê, hesabxwestina ji kûjer û sûcdaran, rewşa jin di Sûriyê de wê çi be û Sûriyeke demokratîk û pirrengî çawa ava bibe nîqaş bike.”

Bihêzkirina têkiliyan û darizandina kujerên jinan

Sûhêr di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkiliyan kir ku di demên pêş de, da ku kûjer û sûdarên ku destê wan di kuştina her jineke Sûrî an jî jinek ji Rojhilata Navîn hebe, darizînin û binpêkirinên li ser jinan rawestînin.”