Hunermend Hozan Mizgîn li Hesekê hat bibîr anîn

Paymengeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn bi boneya salvegera 33'emîn a Hozan Mizgîn çalakiyek bîranînê li dar xist.

Hesekê – Bi boneya 33'emîn a salvegera şahadeta Gurbet Aydin bi navê (Hozan Mizgîn) Paymengeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist û hunermend Hozan Mizgîn bibîr anî.

Çalakî li peymangeha hunerê ya bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê bi beşdariya xwendekar û rêveberên paymengehê hate li dar xistin.

'Bi deng û awaza Mizgîn hunera Kurdî xwe didomîne'

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Paşê rêvebera Paymengeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn NûrHeq Gulbihar axivî. Di axaftinê de Hozan Mizgîn hate bibîr anîn û wiha hate gotin: "Demek dirêje em bi çalakiyên xwe hunermenda mezin Hozan Mizgîn bibîr tînin. Di kesayeta wê de hemû şehîdên azadiyê û hunera Kurdî bi hurmet bîr tînin. Bi awaz, hest û dengê Hozan Mizgîn heta îro huner û çanda Kurdî xwe didomîne. Mizgîn ji temena xwe zêdetir di nava vê têkoşînê de cih girt. Ev bîranîn wateya wê ya azadî û têkoşînê heye. Hozan Mizgîn yekem jina Kurd bû ku di hunera Kurdî de pêşengiyê kir. Em ked û têkoşîna Hozan Mizgîn û hemu şehîdan berdewam dikin. Hunermendî hilbijartin, helwest û xîret e. Hozan Mizgîn jî ev pêk anî."

Piştre sinevizyonek derbarê jiyana hunermenda mezin Hozan Mizgîn ji beşdaran re hate pêşandan.

Xwendekarên paymengehê ya beşa mûzîkê jî bi stranên şoreşgerî hunermend Hozan Mizgîn bibîr anîn.