Halîde Turkoglu: Dixwazin ji kîsê nû efûyeke nû derxin

Berdevka Meclisa Jinan a DEM’ê Halîde Turkoglu diyar kir ku hewl didin destkeftiyên jinan tune bikin û destnîşan kir ku bi 9’emîn Pakêta Darazê re hewl tê dayîn planeke nû ya efûyê bê pêkanîn.

Navenda Nûçeyan - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Halîde Turkoglu civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê rojeva jinan de nirxandin kir.

Halîde Turkoglu di destpêka axaftina xwe de qala şewata li sînorê Amed û Mêrdînê kir. Halîde Turkoglu got: “Tenê zilma desthilatdariya AKP-MHP’ê têrê nedikir, bi DEDAŞ’ê re zilmê li gundiyan dikin. Di vê qonaxê de hevkariya bi DEDAŞ’ê re jî bûye hevkariya komkujiyekê. Em ê hem li Meclisê hem jî li qadan ji bo hesabpirsîna berpirsyaran têbikoşin. Ji vê gavê û pê de pêwîste hevgirtin zêde bibe. Tenê bi vî awayî em dikarin birînan bipêçin. Divê demildest qada şewatê wekî qada felaketê bê îlankirin. Desthilatdariya heyî li şûna ku birînan derman bike, zextê li gundiyan dike. Vekirina lêpirsîna li dijî şahidan hewldana veşartina rastiyê ye. Li ser vê mijarê li Meclisê pêşnûme hatin dayîn. Lê belê ev pêşnûme ji aliyê hevkariya desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin redkirin. Li vir derket holê kî çi vedişêre. Eşkere bû kiryar û sûcdar kî ne.”

‘Qeyûm weke sîstemê hatiye avakirin’

Halîde Turkoglu diyar kir ku li Colemêrgê tayînkirina qeyûm tê wateya desteserkirinê û destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûman ji aliyê hikûmetê ve weke sîstemekê hatiye avakirin û got: “Weke ku tolê hilde, li Şaredariya Colemêrgê ya ku di hilbijartinên herêmî yên dawî de Partiya DEM’ê lê bi ser ketibû, qeyûm hat tayînkirin. Ji ber ku ev desthilatdariya ku hema bêje tu carî li herêmê şaredariyek bi dest nexistiye, ji bo vê jî dixwaze hesab ji Kurdan bixwaze.” Halîde Turkoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Ji bo ku AKP siyaseta xwe ya qeyûman bidomîne qanûn tên derxistin. Em ji vê re dibêjin qanûna AKP’ê, lê em bi salan e ku ev qanûn çi ye û em jê re dibêjin qanûna dijminatiyê, ji ber ku mafê dengdanê nade Kurdan. Destkeftiyên jinan ên ku jin bi pergala hevserokatiyê re hewl didin ava bikin, ji nedîtî ve tê, tehemulî îradeya jinê nake, ji ber vê yekê pergala qeyûm dike dewrê. Ji vê re jî em dibêjin qanûna dijminatiyê. Li çar aliyê welêt bi dirûşma qeyûm derkeve çalakî tên lidarxistin. Ev serhildan di rastiyê de serhildana ‘Qeyûm derkeve’ ye.

‘Em heqareta ku kiriye dubare li wî vedigerînin’

Halîde Turkoglu bertek nîşanî Galîp Ensarîoglu yê AKP’yî yê ku heqaret li Meral Daniş Beştaş a li Meclisê kir da û got: “Duh li Meclisê ji aliyê Wekîlê AKP’ê Galîp Ensarîoglu ve bertekek pergala mêr hat nîşandan. Em heqareta ku li parlementera me Meral Daniş Beştaş kirî dubare lê  vedigerînin. Yên ku dixwazin bi heqaretan li jinan bêhiqûqiyê bikin û rastiyan veşêrin, bila baş bizanibin ku nikarin bi van heqaretan jinan bêdeng bikin. Em li ku bin jî em ê bêhiqûqiyên hikûmetê eşkere bikin. Meral Daniş Beştaş nûnera gel e, vîna jinê ye û rêhevala me ne bi tenê ye.”

‘Em ê ji temenê rejîma qeyûm bigrin û bidin jinan’

Halîde Turkoglu diyar kir ku jin li hemberî qeyûman nobedê digirin û di mîtînga 29’ê Hezîranê û şûnde li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê dê îradeya xwe biparêzin û got: “Bi vê meşê re, bi her pêngava me re em ê ji temenê rejîma qeyûm bigrin û bidin jinan. Em ê dest ji parastina destkeftiyên ku me bi ked û bedelên mezin heta îro anîne bernedin, îradeya jinan wê rê nede ku qeyûm derbas bibe.”

‘Henekê xwe bi mejiyê jinan dikin’

Halîde Turkoglu di axaftina xwe de bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di nava 24 saetan de 7 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û got:

“Wezaret herî zêde balê dikişîne ser mijara parastina malbata ku tê de tundî diqewime. Lê gava ku em daneyan ji bo vê yekê pêşkêş bikin, êdî hewce ye ku sedeman eşkere bikin. Di vî warî de divê dev ji polîtîkayên malbatê berdin û divê li ser polîtîkayên li dijî tundiya li ser jinê bên sekinandin. Di komkujiyên ku hatine kirin de jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin û ev tundî herî zêde di nava malbatê de tê kirin. Di vî warî de jina bi hêz bi qasî malbateke xurt girîng e. Pêwîst e li ser vê yekê siyasetek were çêkirin. Wezîr vê nirxandinê dike: Rast e ‘Bi zagona hejmara 6284’an li cîhanê di vê têkoşînê de rêgezeke me ya hiqûqî ya bêhempa heye’. Dibêje ku ew ê nehêlin ev mase xera bibe. Em dibêjin ev henekê xwe bi mejiyê jinan dikin. Ma ne dewlet e ku dixwaze vê zagonê ji holê rake? Ma ne ev hikûmet e ku pêdiviyên jiyanê pêk nayîne? Ma ne heman hikûmet e ku bi vekişîna ji Peymana Stenbolê jiyana jinan dixe metirsiyê? Guhertinên ku dê bi pakêta darazê ya 9’emîn re bêne kirin, ji xeynî zirarê an jî qutkirina ji 6284’an pê ve çi ne?”

‘Behsa berdana her kesê dikin’

Halîde Turkoglu, têkildarî pakêta darazê ya 9’emîn ev tişt got: “Ji bo rê li ber îtîraza bi zorê bidin vekirin dê sererastkirinan bikin. Behsa berdana her kesê dikin. Di xala 27’an a pakêtê de serbestberdana bi şert a mehkûmên ku gelek caran sûc kirine û hatine cezakirin heye. Hikûmetê pêşî di Nîsana 2022’an de bi hinceta pandemiyê, du caran jî di Tîrmeha 2023’an de di bin navê rêziknameya di qanûna îdamê de kujerên jinan, zarokan û îstîsmara zayendî ya jinan efû kir. Niha jî dixwazin ji kîsê nû efûyeke nû derxin. Rewşeke ku wê di civakê de hestê edaletê bi temamî ji holê rabike û baweriya bi hiqûqê bi temamî bihejîne heye. Guhertineke din jî guherîna ku tê xwestin di vê pakêta darazê de di qanûna paşnavan de bê kirin e. Mafê bikaranîna paşnavê xwe yê ji aliyê jinan ve, piştî têkoşîneke demdirêj hat bidestxistin. Ev li gorî prensîba wekheviyê ye. Ger em wekheviyê dixwazin, prensîbeke me ya wiha heye. Ev maf jî bi hinceta ku di berjewendiya zarokan de ye û zarok rastî trawmayê tê, tê xwestin bê desteserkirin. Ew bi rêziknameya ku bi eşkere li dijî xala 10’an a Destûra Bingehîn e, ku wekhevî û qedexekirina cihêkariyê bi rê ve dibe û xala 41’an ku wekheviya malbatê bi rê ve dibe.”

‘Muxatabê çareseriyê Ocalan e'

Halîde Turkoglu di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan ne hiqûqî ye, li girtîgeha girava Îmraliyê qanûnek cuda tê sepandin. Di bin van hemû polîtîkayan de çaresernebûna pirsgirêka Kurd heye. Tecrîd bûye rejîm. Birêz Ocalan yek ji muxatabên sereke yên çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk tê wateya ferzkirina xitimandinê û israra di şer de. Dema ku daxwazên xwe yên aştiyê bi vî rengî anîn ziman, li şûna ku dengê aştiyê bilind bikin, aştî nebihîstin û nexwestin bibihîzin. Têkoşîna dayîkan a aştî û edaletê jî têkoşîna me ye. Ji bo ku deng bigihije her derê em ê hemû têkoşîn û hevgirtina xwe nîşan bidin. Helbet ev tê wateya îsrara di polîtîkayên şer de. Polîtîkayên şer tê wateya kûrkirina xizaniya jinan.”