Dîroknasa Tûnisî: Divê em bîra jinan carek din ji nûve ava bikin

Profesora Dîrokê Dr. Heyat Amamî destnîşan kir ku dîroka çalakvanên jin di gelek rewşan de hatiye piştguhkirin û got ku “Dîroka sexte ji bo jinên Ereb bi edalet tevnegeriyaye. Divê em bîra jinan carek din ji nûve ava bikin.”

ÎXLAS EL-HEMRONÎ

Tûnis – Tevî hebûna bibandor a jinan a di riyên têkoşîna neteweyî, civakî û çandî de jî, li cîhana Ereb bîra kolektîf hê jî ji nebûn an jî piştguhkirina vê hebûnê, êş dikişîne. Dîroka nivîskî gelek caran têkoşîna mêran pîroz kiriye û kiryarên elîtan tomar kiriye. Jin jî di bin siyan de mane, bi taybetî ew kesên ku aîdî çînên karker bûn û bêyî ku navên wan werin parastin an jî beşdariyên wan werin naskirin.

Ji bo naskirina sedemên piştguhkirina sembolên jinan, eleqeya kêm a ku ji wan re tê dayîn û nîşanên vê piştguhkirinê, ajansa me hevpeyvîna jêrîn bi Profesora Dîrokê Heyat Amamî re kir.

*Şert û mercên civakî û çandî çawa bûne sedema kêmbûna rola jinan a di dîroka Ereban de?

Demeke dirêj, avahiya civakî û çandî ya civakên Ereban li ser rolên kevneşopî ava bû. Jinan bi karên taybetî yên wek mezinkirina zarokan, xizmetkirina malbatê û lênêrîna extiyaran sînordar dikir. Bêyî ku şiyanên wan ên rewşenbîrî, siyasî an rêbertiyê werin naskirin. Perwerde ku deriyekî sereke yê desthilatdayînê bû, tenê ji bo çend kesan wek keçên padîşahan, hiqûqnasan, an malbatên dewlemend, peyda bû. Lê piraniya jinan bi taybetî jî yên di çînên jêrîn de, ji vê yekê bêpar man.

Ev valahî di gihîştina perwerdeyê de aliyekî newekheviya çînî ye ku bûye sedema nebûna jinan di dîroka belgekirî de. Her çiqas destûr hat dayîn ku hin jinên çîna jorîn serdestiyê bikin, binvîsin, an jî rêberiyê bikin jî, bi milyonan jinên ku beşdarî aboriyê, berxwedanê û xebata civakî bûn di bin siyan de man, bêyî ku qeydek nivîskî li ser ti kiryarên wan hebe. Ev yek bû sedem ku dîrok tenê behsa elîtan bike. Di heman demê de rola jinên gelêrî di têkoşîn, hilberîn û reformên civakî de bê belge ma, di encamê de dîrokek perçe perçe bû ku tenê serdest û çîna serdest nîşan dide.

*Gelo hûn difikirin ku rola jinan di dîroka Ereban de hatiye paşguhkirin? Û çima?

Belê, ev biçûkxistin ne demkî û ne jî xweber bû, lê ji ber çend sedeman sîstematîk bû. Yekem amûrên belgekirinê di destê mêran de bûn û rolên jinan wek "duyemîn" an jî ne hêjayî parastinê dihatin dîtin. Ya duyemîn çanda serdest ezmûnên jinan wek beşek ji vegotina neteweyî, etnîkî, an jî çandî nas nekiriye.

Di dîrokê de beşdariya jinan di şeran, rêxistinkirin, destekdayîna berxwedan û tewra avakirina civakan a piştî serxwebûnê de, hatine piştguhkirin. Ev çalakî wek roleke temamker ji bo mêran dihatin dîtin, ne wek beşek ji destkeftiyên dîrokî. Ji ber vê yekê, dîrok tenê wek dîroka mirovan tê nîşandan û di navbera tiştên ku têne ziman û yên ku divê werin zanîn de valahiyek mezin çêdike.

*Gelo di dîroka Ereban de kesayetiyên jin hene ku divê em bêhtir wan bizanibin?

Bê guman, gelek keraketarên jin hene ku divê em wan bêtir bizanibin. Dîroka Ereban tijî jinên ku di gelek waran de rolên girîng lîstin e, lê di bîra kolektîf de nîne. Li Tûnisê em kêm tiştan derbarê Erwa El-Qeyrawanî de dizanin. Wê, alîkarî da damezrandina sîstema mehrê ya Qeyrawanî ku kevirê bingehîn ê berxwedana li dijî pirjiniyê bû. Ev çîrokeke pêşeng a civakî û mafên mirovan e. Lê mixabin ev çîrok li derveyî Tûnisê hema tuneye.

Bijîşk Tewhîdê Bel Şêx heye. Ew yekem bijîşka jin a Tûnisî ye ku di bîra gelê Tûnisê de naskirina ku heq dike negirtiye. Ew yek ji wan jinên pêşîn e ku li welatekî jin bi rolên kevneşopî ve sînordar bûn, ketiye qada bijîşkiyê.

Li cîhana Erebî, gelek nav hene ku divê em bizanin. Mîna Fatimê El-Mernêsî nivîskara Mexribî ya ku di nav yên pêşîn de bû ku ramana rizgarkirina hişê Ereb ji otorîteya wê ya mêr pêşniyar kir. Li Lubnanê, em Warise Boutros, çalakvana karker a ku ji ber beşdarbûna wê di yekem tevgera protestoyî ya jinan de di qada tekstîlê de li Lubnanê hate kuştin, dibînin. Van kesan di têkoşîna mafên jinan de roleke girîng lîstin.

*Em çawa dikarin rola jinan di dîroka Ereban de ji nû ve ronî bikin? 

Destpêkê belgekirin divê bibe pratîkek kolektîf a hemwelatiyan. Divê herkes bi riya komeleyan, civaka sivîl û medyaya dîjîtal beşdarî avakirina vê dîrokê bibe. Ev belgekirin divê ne tenê biyografiyên jinên elît sînordar be, divê jinên ji çînên karker jî tê de hebin.

Divê bernameyên perwerdehiyê jî rolek girîng di navgirtina van kesayetên jin di pirtûkên dîrokê de bilîzin, da ku zarokên keç li dibistanan bi jinên mîna wan ên ku ji bo mafên wan şer kirine, wane dane, nivîsandine, an jî li berxwe dane werin nasandin. Divê em girîngiya fêrbûna têkoşînên jinan û dîroka jinên Ereb di nifşên nû de biçînin.

Huner jî divê di vê mijarê de roleke girîng bilîze. Em hewceyî sînema, şano û televîzyonê ne ku ezmûnên jinan di warên cuda de ji nûve diyar bikin. Gelek berhemên hunerî li ser çîrokên şahbanûyên kevnar ên mîna Zenûbiya yan Kleopatra disekinin, lê dîroka zindî û hemdem a jinan di hunerê de nayê dayîn. Divê balê bikşînin ser jinên ku bi awayên nekevneşopî di têkoşînên gelêrî de û di warên akademîk û pîşeyî de dîrok nivîsandine.

Her wiha girîng e ku em piştgiriya lêkolînerên di warê dîroka femînîst de bidomînin. Ev ew kes in ku çîrokên jibîrkirî derdixin holê û meqamên jinan ên paşguhkirî vedibêjin. Divê em wan teşwîq bikin, piştgirî bikin ku vê dîrokê belge bikin û rola jinan di şekilandina dîroka cîhana Ereb de nîşan bidin.