Di bin siya şer de rojnamegerî: Têkoşîna heqîqet û jiyanê

3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê, ji bo rojnamegerên ku li herêmên şer peywirdar in, ji pîrozbahiyê zêdetir vegeriya rojek ku tengasiyên dijî, bi bîr dixe. Rojnameger li aliyek raya giştî agahdar dikin, li aliyê din jî ji bo jiyanê têdikoşin.

RANIA AVDULLAH

Di demeke ku şer û pevçûn dinyayê dihejînin de, rojnamevantî ne tenê pîşeyek e di heman demê de têkoşîna li pey heqîqetê û ragihandina rastiyê ye jî. Lê belê ev têkoşîn, ji bo rojnamegeran bedelên mezin bi xwere tîne. Li welatên Rojhilata Navîn ên wek Sûriye, Îraq, Yemen û Xeza, rojnameger rastî gef, zext, girtinê tên û heta bi xeteriya mirinê re rû bi rû dimînin. Rojnameger tenê di dema li pey nûçeyan diçin de neçar dimînin canê xwe bikin xeteriyê.

3'yê Gulanê, Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ye. Her sal tê pîrozkirin, lê ji bo me rojnamegerên ku di siya şer de dixebitin ji pîrozbahiyê zêdetetir vedigere bibîrxistinê; gelek caran tiştên ku rojnamegerên di bin siya zext, gef û binpêkirinan de rojnamevaniyê dikin, ji nedîtî ve tên.

Xeza: Yek ji demên herî bi xwîn yên dîroka çapemeniyê ye. Bi taybetî di Zîvala Xezayê de, di êrîşên ku di civaka navnetewî de wek qirkirin tên binavkirin û ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha di dome de, zêdeyî 200 rojnamevan û xebatkarên medyayê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Ev rewş dema herî bi xwîn a dîroka çapemeniyê ava kir. Li gorî daneyên Committee to Protect Journalists/ Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ); di sala 2023’an de li seranserî dinyayê 99 rojnamevanên hatin qetilkirin, ji çaran sêyê wê di van şeran de jiyana xwe ji dest dane.

Yemen: Rojnamevantî hema bêje hatiye halê ne gengaz. Li Yemena ku zêdeyî 10 salan e şer didome, pîşeya rojnamegeriyê hema bêje hatiye halê ne gengaz. Zext û gefên zêdebûne, zorê dide ku rojnemvan bedêlên giran bidin. Yemen ji bo rojnamevanan yek ji welatên herî xeter e. Gelek rojnamevan neçar mane dest ji pîşeya rojnamegeriyê berdin, karên cûda bikin, yan jî li gel malbata xwe biçin welatên bi ewle. Ên ku li welat mane û rojnamegertiyê didomînin, her tim di bin xeteriya zext, gef, revandin û êrîşên fîzîkî de dixebitin.

Li herêmên di bin kontrola Husiyan de binpêkirinên li dijî rojnamegeran hê xetertir in. Medyaya serbixwe hema bêje bi temamî tune bûye. Tenê destûr tê dayîn ku medyayên di bin kontrola Husiyan de û polîtîkayên wan destek dikin, weşanê bikin. Ev rewş, qada çapemeniyê li Yemenê hema bêje vegerandiye çolek bêdeng.

Tengasiyên ku rojnamevanên jin lê rast hatine

Rojnamevanên jin li gor hevpîşeyên xwe yên mêr zêdetir rastî binpêkirinan tên. Li dijî sînordarkirinên siyasî û civakî têdikoşin. Jiyana wan a taybet rastî mudaxeleyê tê; hinek rojnamegerên jin rastî şantajê tên û neçar dimînin dest ji pîşeya xwe berdin.

Berpirsyariya civaka navnetewî

Rojnamevan bi pênûsa xwe gelek caran li dijî dijmin bi tenê têdikoşe. Ne piştevaniyek civakî û ne jî mekanîzmayek fermî ya parastinê heye. Saziyên fermî gelek caran tenê binpêkirinan belge dike û bi belavkirinê re sînordar dimîne. Lê belê ev belge di civaka navnetewî de beramber nabînin, dosya di refan de dimînin û toz digrin. Halbukî dema ketina nav tevgerê ye. Civaka navnetewî, divê li gel rojnamevanan be. Hemû aliyên ku azadiya çapemeniyê diparêzin, divê dozên rojnamevanan bighînin qadên navnetewî; desteka hiqûqî pêşkêşî wan bikin û di Dadgeha Cezaya Navnetewî de mafê gilîkirinê were misogerkirin. Ji ber beşek mezin a binpêkirina mafên hatin belgekirin, hê li benda edaletê ye. Divê dengê rojnamevanan neyê birîn. Mafên wan neyên jibîrkirin. Dema pênûsên ku rastiyê dinvîse şikest, wê bîra civakê jî here.