Li Şamê panêlek ji bo bihêzkirina jinan hate li dar xistin
Jinên ku beşdarî panêla "Avakirina Sûriyeyeke nû û hêzdarkirina jinan" a li paytexta Sûriyeyê Şamê hat lidarxistin bûn, gotin: "Guhertina siyasî bêyî beşdarbûna jinan a di hemû waran de çênabe."

RAMA XELEF
Şam – Bi beşdariya hejmarek çalakvanên jin û jinên çalak ên di rêxistinên civakî yên sivîl de, Weqfa Şaristaniya Sûriyeyê bi hevkariya Kongra Star duh li paytexta Sûriyeyê Şamê panêlek bi navê "Avakirina Sûriyeyeke nû û hêzdarkirina jinan" li dar xist. Di panêlê de li ser pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyê di warên cûrbecûr de pê re rûbirû dimînin û girîngiya xurtkirina rola wan di jiyana siyasî, aborî û civakî de nîqaş hatin kirin. Her wiha hat diyarkirin ku tevî guhertinan jî rastiya jinan li Sûriyeyê hê jî hewceyê hewldanên girîng e da ku hebûna wan xurt bibe, bi taybetî li deverên ku ji şer û koçberiyê êş kişandine.
'Hebûna jinan di cihên biryardayînê de girîng e'
Seroka Weqfa Şaristaniya Sûriyeyê Îxlas Xesar balê kişand ser girîngiya panêlê ya di van demên dawî de û wiha got: "Gavê herî girîng di vê qonaxê de, destpêkirina hilberîna welêt e. Aboriyeke me ya bihêz heye û em bi dorpêçên aborî yên li ser me tên ferzkirin re rû bi rû ne. Bêyî aboriyek hevgirtî, em nikarin behsa bihêzkirina rastîn bikin. Hebûna jinan di cihên biryardayînê de gelek girîng e. Beşdariya jinan jî hewcedarî bi avahiyek an torek jinan ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin heye. Em dixwazin ji pêvajoya pêşniyaran ber bi polîtîkayan û ji pêvajoya gilî û gazinan ber bi çareseriyan ve biçin.”
'Guhertin bêyî beşdarbûna jinan di hemû waran de çênabe'
Rojnamevan Meys Xelîl tekez kir ku guhertin di qonaxa bê de bêyî beşdariya jinan di hemû astên siyasî, aborî, civakî û çandî de pêk nayê û wiha axivî: "Divê jin bi riya rêxistinên civakî yên herêmî, bi taybet yên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin, her wiha bi riya hevkariyên bi rêxistinên navneteweyî re werin destekkirin. Divê cihê jinan di nava hikûmet û partiyan de bê dayîn. Di heman demê de hewcedarî bi aktîvkirina kotaya jinan di destûr û zagonên hilbijartinê de ji bo misogerkirina temsîliyeta dadperwer û adil, heye. Hêzdarkirina jinan ne tenê dayîna dengê wan e, lê avakirina hawîrdorek siyasî û yasadanînî ye ku tê de mafên wan werin rêzgirtin û şiyanên wan werin naskirin."
Encam û pêşniyarên panêlê
Di panelê de encam û pêşniyarên wiha derketin pêş;
Nasîna tam a rola jinan a di ji nû ve avakirina civaka Sûriyeyê de û pêwîstiya hebûna wan a di biryardayîn û cihên berpirsiyar a di hemû warên jiyanê de. Bang li înîsiyatîfên jinan bê kirin ku beşdarî vejandina tevna civakî û xurtkirina aştiya sivîl bibin. Pejirandina diyalogê wek rêbaza sereke ya çareserkirina nakokiyan, dûrî herêmên pevçûnan. Xebat ji bo berfirehkirina beşdariya jinan a di çêkirina polîtîkayên giştî û projeyên pêşketina herêmî de. Xurtkirina toran di nav rêxistinên jinan ên cûrbicûr de ji bo pêşxistina danûstandina ezmûnan û yekkirina hewildanên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên hevpar. Lidarxistina semîner û civînên diyalogê yên bi vî rengî li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji bo bilindkirina hişmendiyê li ser girîngiya rola jinan di pêşeroja welêt de. Bidawîkirina zagonên cudakar, di nav wan de zagona Rewşa Kesane, sererastkirina Zagona Netewebûnê, beşdarkirina jinan a di derxistina zagonan de û xebata ji bo derxistina qanûnek nûjen li ser bingeha prensîbên edalet û wekheviya zayendî. Aktîvkirina sîstema kotayê û sepandina cudakariya erênî ji bo jinan da ku temsîliyeta wan a bi bandor di hemû cihên biryardanê de misoger bibe.