Li Sûriyeyê fikara yek mezhebî heye
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma diyar kir armanca HTŞ’ê ew e welêt bike yêk reng û li ser tevahî pêkhateyên Sûriyeyê xeterî û metirsî heye ku bibin yek mezheb û bên tunekirin.

PELÎN NUPELDA
Qamişlo – Bi hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a desthilatiya Sûriyeyê re, mafên tu netew an jî baweriyan nehatin naskirin. Kiryarên ku dikirin, ji aliyê her kesî ve hat dîtin û zanîn. Dema ku HTŞ bû rêveberiya Şamê ya demkî, her cure tundiya dij mirovî li ser pêkhateyan hat meşandin. Bi wan kiryaran carek din rûyê wan ê cîhadist û netewperest derket holê. Armanca HTŞ’ê bi temamî tunekirina bawerî û pêkhateyan e. Bi taybetî li Sûriyeyê dixwazin Îslamek radikal ava bikin û hemû netew û baweriyan tune bikin. Hevseroka Komelya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma, li ser parastina mafên netewan û naskirina mafên gelên Sûriyeyê ya di Sûriyeya nû de û tunekirina baweriyan a ji alîyê HTŞ’ê ve, ji ajansa me re axivî.
‘Piştî peymanê jî me tu guhertin nedîtin’
Evîn Cuma da zanîn ku HTŞ ji Îslama radîkal pêk hatiye û ji despêkê de diyar e ku bi armanca yêk netew, ol û mezheb dixwaze li Sûriyê xwe ava bike. Evîn Cuma wiha got: “Hevpeymana ku bi Femandarê Giştî ê Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) re hat îmzekirin, ji bo parastina heremê û hemû pêkhateyan bû. Ew destûra ku hatiye imze kirin jî, me tu guhertinên wê nedîtin. Dûrî rastiyên giştî ye. Mafên hemû pêkhateyan tê de nehatiye qebûlkirin û mafê jinan û zarokan tê de ne zelal e. Ji ber vê yekê, rê li ber komkujiyan vekirin. Heta niha tu çareseriyek rast di Sûriyeyê de pêk nehatiye.”
‘Divê di rêveberiyê de nûnerên hemû pêkhateyan hebe’
Evin Cuma diyar kir ku biryarên ku distînin, dibin pisgirêk û gel dikin nav tengasiyan. Evîn bi bîr xist ku li hember komkujiyên li Peravê hatine kirin, qaşo dê komîteyek ava bikirana, lê bele heta niha tu tişt nekirine, bi hezaran kes hatine kuştin û koçberkirin. Evîn Cuma derbarê tengasiyên li herêmê de ev tişt gotin: “Berbirsyariya wan komkujiya aydê kê ye, heta niha ne zelal e. Gavên ku tên avêtin, şert û mercên jiyanê zehmet dike. Rewşa ewlehiyê di heremê de ne maye. Pirsgirêk gelek in, heta niha tu çareserî pêk nehatiye. Divê di rêveberiyê de nûnerên hemû pêkhateyan hebin, lê bele tu kes nehatiye bijartin. Ew nêzîkatî têr nake û çareseriyê ava nake.”
‘Li Sûriyeyê bi hezaran kes hatin kuştin’
Evin Cuma li ser binpêkirina mafên mirovan û belgekirina sûc û bûyerên ku li Sûriyeyê tên kirin jî wiha got: “Di bûyerên li Peravê de gelek belge hatin tomarkirin û gelek ji wan gihîştin destê Neteweyên Yêkbûyî (NY). Bi taybetî pêkhateya Elewî gelek tişt bi belge şandin. Bi çûyîna Heyva sor a Kurd a peravê re jî gelek belge gihîştin me. Li Peravê û cihên cûda yên Sûrî bi hezaran kes wenda ne û hatine kuştin. Heta niha bi rengekî fermî kiryar û komkujî nehatiye qebûlkirin.”
‘Bila Neteweyên Yêkbûyî cidî nêzîk bibe’
Evin Cuma di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yêkbûyî kir û wiha got: “Bila bi awayek cidî nêzîkî wan bûyer û sûcan bibin. Pêkhateyên di Sûriyeyê de, bi xeteriyek ku bibin yek mezheb û werin tunekirin re rûbirû ne. Li ser jinan jî metirsî hene. Divê li ser Destûrê baş bê sekinandin. Ji bo ku komkujiyên li Peravê hatin kirin li cîhên cuda jî çênebin, divê pêşî lê bê girtin. Ji ber ku xeteriya ji nû ve zindîkirina DAÎŞ’ê hê jî berdewam e.”