Bi nîqaşa sezaryenê re çi cure jiyanek li ser jinan tê ferzkirin?

Li Tirkiyeyê, polîtîkayên zêdebûnê yên ji aliyê mêran ve têne birêvebirin, li ser ka jin dê çawa zarokan bînin nîqaş dikin, lê di heman demê de hewl didin ku ji bo jinan di warê çawaniya jiyana wan de pêşerojek jî diyar bikin.

Sarya Deniz

Navenda Nûçeyan – Polîtîkayên zêdebûnê li Tirkiyeyê her tim ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi awayê ku ew diyar kiriye û xwestiye, hatine rojevê. Lîstikvanên Sivassporê di 13’ê Nîsanê de beriya lîstika fûtbolê ya bi Fenerbahçeyê re, li sahaya lîstikê pankarta "Tiştê xwezayî, zayîna xwezayî ye" hilgirtin. Ev pankart bû sedema nerazîbûnên mezin ên jinan, bi taybetî jî rêxistinên mafên jinan. Ji ber ku mêr li ser beden û tenduristiya wan nerînên wisa diyar kirine, hêrsa jinan rabûye. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Kemal Memîşoglu di bersiva pirseke rojnamevanan de got, "Asayî. Asayî. Hevalno, ma tenê mêr tên maçên futbolê?" Bersiva wî dîsa bi hêrs hat pêşwazîkirin. Hema piştî daxuyaniyan jî, Wezareta Tenduristiyê bi rêziknameyeke nû zayînên bi sezaryen yên plankirî yên li navendên tenduristiyê qedexe kir. Di Rêziknameya li ser Saziyên Tenduristiyê yên Taybet ên ku Teşhîs û Dermankirina Derveyî Nexweşxaneyan Pêşkêş Dikin a ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin de tê gotin ku "Nexweşiya sezaryen a plankirî, li navenda bijîşkî nikare were kirin."

Siyaseta hilberandinê ya ku ji hêla mêran ve tê birêvebirin, ma tenê meseleya zayîna jinan e? Çima zayîna vajînayê an jî zayîna bi emeliyata sezaryen mijara nîqaşê ye? Bi ferzkirina zayîna vajînal a li ser jinan, di rastiyê de çi tê bidestxistin? Baş e, li welatekî ku zayîna vajînayê ewqas bi tundî tê ferzkirin, gelo pergal ji bo vê yekê guncaw e? Pîrikên li welêt ku jinan ji bo rêwîtiya zayînê amade dikin li ku û çi dikin? Çawa kurtaj bi awayekî fiîlî hat qedexekirin, li vê dema ku her kes li ser çawaniya zayînê diaxivî? "Sala Malbatê" di destpêka bersiva van hemû pirsan de li ku derê disekine? Xwesteka bêdawî ya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ew e ku jin di her fersendê de 'herî kêm 3' zarokan bînin dinê. AKP’ya ku polîtîkayên xwe yên civakî li dora malbat û zarokan teşe dike, her sal bi zêdekirina vê hejmarê pratîkên xwe didomîne. Ev xwesteka bêdawî ya Tayyîp Erdogan, ku bi gotinên "Zarokek îflas, du zarok îflas û sê zarok jî di cîh de sekinandin e", behsa çar zarokan dike. Ev bûye xala sereke ya hemû polîtîkayên ku di salên borî de derbarê jinan de hatine pêşxistin. Bi rastî, bi ragihandina vê salê wekî 'Sala Malbatê', pêşîgirtina li zayînên bi emeliyata sezaryenî wekî beşek ji polîtîkayên nifûsê tê sepandin.

Tirkiye li pêş e

Li gorî daneyên li Tirkiyeyê ji her 3 zayînan 2, bi rêya sezaryenê tên kirin. Her çend hewl hatibe dayîn ku bi rêya ravekirinan û hin qedexeyên fiîlî pêşî li vê rêbaza jidayikbûnê were girtin jî, rapor nîşan didin ku encamên ku dihatin hêvîkirin nehatine bidestxistin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê; Rêjeya sezaryenê ku di sala 2012’an de ji sedî 48 bû, di sala 2022’an de bû ji sedî 60. Her çiqas rêjeya navînî li welatên Yekîtiya Ewropayê wekî ji sedî 29 bê tomarkirin jî, Tirkiye di nav 38 welatên Rêxistina Hevkariya Aborî û Geşepêdanê (OECD) a ku Awistralya, Fransa, Emrîka û Japonya jî di nav de ne, welatê ku herî zêde emeliyatên bi sezaryen lê têne kirin e. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê di Cotmeha 2024’an de kampanyayek da destpêkirin da ku jinan teşwîq bike ku zarok ji vajînayê bînin dinê. Kampanyaya ku bi slogana "Dayêcan, em biser ketin" hatibû ragihandin, wê demê gelek hat nîqaşkirin. Ji ber ku jinên bi rêya sezaryenê zarok anîne dinyayê, hedef digirt. Pispor dibêjin ku kampanyayên ku zayîna vajînayê wekî 'serkeftinek' nîşan didin, dibin sedema ku jin xwe sûcdar û nebaş hîs bikin.

Sezaryen li pêşiya zayînên pirjimar astengiyek e

Bi rêya emeliyata sezaryenê, jin nikarin gelek caran zarok bînin dinyayê. Ev tê wê wateyê ku jinek nikare ji 2 an 3 caran zêdetir bi rêya sezaryanê emeliyata bijîşkî bike. Ji ber vê yekê ye ku hikûmet dixwaze pêşî li zayînên bi emeliyata sezaryen bigire. Ji bo kesên ku cara yekem bi rêya sezaryanyê zarokê xwe anîne dinyayê, hin xetere hene ku zarokê xwe yê duyem bi rêya vajînayê jî bînin dinyayê. Lê belê, tê gotin ku îro jin tevî xetereyan jî neçar in ku jidayikbûna vajînayê bikin. Nêzîkatiyên zanistî li ser wê baweriyê ne ku zayîna vajînayê tenduristtir e. Ji aliyekî din ve, di gelek rewşan de neştergeriya sezaryenê hem ji bo dayîkê û hem jî ji bo pitikê mudaxeleyeke rizgarker a jiyanê ye. Li gor rêxistinên tenduristiyê; Şert û mercên nebaş ên zayîna xwezayî ya azad, ji bo jinên ducanî û fikarên berbelav ên li ser zayîna vajînal di rêjeyên bilind ên emeliyatên bi rêya sezaryen li Tirkiyeyê de rolek dilîzin.

Pîrîtî tê paşguhkirin

Ji bilî taybetkirina sîstema tenduristiyê, windabûna pîşeya pîriktiyê û nebûna piştgiriyê ji bo jinan di vê wateyê de wekî faktorên herî mezin ên zêdebûna rêjeyan tên hesibandin. Pîşeyên dayîktiyê yek ji kevintirîn pîşeyên cîhanê ye. Pîrikên ku di dema ducaniyê, zayînê û piştî zayînê de piştgiriya pêwîst didin jin û pitikên nûbûyî, di 20 salên dawî de, bi desthilatdariya AKPê re, hema bêje pîşeyên wan ji destê wan hatine girtin. Di modela bijîşkiya malbatê de ku bi Bernameya Veguherîna Tenduristiyê ve hatiye bicîhkirin, pîrik wekî 'personelên tenduristiya malbatê' hatin binavkirin û nasnameyên wan ên pîşeyî hatin paşguhkirin. Erkên wan hatine daxistin û gihîştine wê astê ku her pisporek tenduristiyê jî dikare erkên wan bike.

Li kîjan welatan emeliyata bi rêya sezaryenê qedexe ye?

Brezîlya wekî yek ji welatên cîhanê tê zanîn ku rêjeya herî bilind a emeliyatên bi rêya sezaryenê lê çêdibe. Rêjeya emeliyatên bi rêya sezaryenê ji sedî 55 zêdetir e. Di salên dawî de hikûmetê polîtîka ji bo kêmkirina zayînên bi emeliyatê bêyî hincetek bijîşkî bipêş xistiye, di heman demê de nexweşxaneyên taybet kirina emeliyatên bi emeliyatê li ser daxwazê dijwartir kirine û bijîşk têne perwerdekirin da ku teşwîqkirina zayîna xwezayî bikin. Çîn jî welatek e ku rêjeya sezaryenê ji sedî 40’î derbas dibe. Hikûmetê ji sala 2010’an vir ve qanûnên ku emeliyatên sezaryen ên ne bijîşkî sînordar dikin derxistiye. Her çend nexweşxane ji bo kêmkirina rêjeyên emeliyatên sezaryen tên kontrolkirin jî, heke bijîşk emeliyatên sezaryen ên nehewce bikin, dibe ku bi cezayan re rû bi rû bimînin. Li Emrîkayê, bi emeliyata sezaryenê yek ji rêbazên herî gelemperî yên jidayîkbûnê ye. Lê belê, li hin herêman, ji ber rêjeya bilind a zayînên bi emeliyata sezaryen, zayîna vajînayî tê teşwîqkirin. Emeliyata sezaryenî li Ewropayê qedexe nîne, lê belê rêziknameyên hişk li ser wan hene. Raport nîşan didin ku rêjeya sezaryenan li welatên wekî Swêd û Holandayê di binê ji sedî 15 de ye. Li van welatan, jidayîkbûna xwezayî ji hêla çandî ve tê teşwîqkirin. Beşa sezaryenî tenê ji ber sedemên bijîşkî tê pêşniyarkirin. Li Brîtanyayê, jin dikarin daxwaza emeliyata bi rêya sezaryenê bikin, lê ev yek destûra bijîşk hewce dike. Li hin welatên Afrîkî yên wek Nîjerya an Ûgandayê nebûna gihîştinê, ji qedexekirina emeliyatên sezaryenê bêtir tê behskirin. Ji ber nebûna binesaziya bijîşkî, ev pratîk tenê dikare li nexweşxaneyên bajarên mezin were kirin. Gihîştina sînorkirî ya tenduristiyê mirina dayîk û pitikan li deverên gundewarî zêde dike.

Mirina jin û pitikan

Di salên dawî de, gelek jin û pitik di dema zayînê de an jî piştî zayînê jiyana xwe ji dest dane, ji ber ku ew neçar mane ku bi awayekî vajînal zayîn bikin. Hat îdiakirin ku bijîşkê Nexweşxaneya Zayînê ya Zeytînburnuya Sûleymaniyê Semîha Şakir Şûkran Tug ji aliyên bijîjkan ve zor lê hatiye kirin ku ew zayîna vajinal bike lê dema ku rewşa wê nebaş dibe neçar dibin ku sezaryanê pêk bînin. Di çapemeniyê de hate ragihandin ku bijîşkên Beşa Jinekolojî û Zayînê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê li şûna sezaryenê, ji bo Pinar Koka ducanî bi awayekî vajînayî zayîn dane kirin û pitik ji ber kêmbûna oksîjenê di dema zayînê de miriye. Her wiha hate gotin ku Funda Kombe bi awayekî vajînayî ji zarok aniye û ji bo emeliyata bi sezaryenî pir dereng bûye mijara nûçeyan.

Kurtaj tê astengkirin

Armanca polîtîkayên zêdebûnê ne tenê bi zêdekirina zayînan û çawaniya çêbûna vê zêdebûnê ve sînordar e. Hikûmeta ku rêbazekê li dijî îradeya jinan ferz dike, ne tenê dixwaze biryar bide ka ew ê çend zarokan bînin dinyayê, lê di heman demê de dixwaze biryar bide ka ew ê çawa lênêrîna wan bikin, ew ê çawa bixebitin, ew ê li ku derê tevbigerin û ew ê çawa tevbigerin. Kurtaj yek ji mijarên ku hikûmet li Tirkiyeyê derbarê jinan de herî zêde li ser tê axaftin e. Bi polîtîkayên ku îro li Tirkiyeyê hatine pêşxistin, jin nikarin bi ewlehî kurtaja xwe pêk bînin. Li welêt, kurtaj mafekî yasayî yê jinan e heta hefteya 10’an. Lê îro ev maf bi awayekî fiîlî hatiye astengkirin. Astengkirin cureyekî tundûtûjiyê yeRêxistinên tenduristiyê dibêjin ku kurtaj hema hema qet li nexweşxaneyên giştî nayên kirin. Ev rewş jinan ber bi nexweşxane an klînîkên taybet ve araste dike. Li gorî lêkolînek li Tirkiyeyê, ji 156 nexweşxaneyên dewletê tenê li 9 nexweşxaneyan kurtaj li gorî qanûnê tê kirin, li 65 nexweşxaneyan kurtajên 'mafdar' têne kirin û 76 nexweşxane di tu şert û mercan de kurtajê nakin. Ev tê wê wateyê ku jinan bi tevahî mafên xwe yên bingehîn û kontrola li ser laşê xwe winda kirine. Ji bilî wan kesên ku derfetên wan hene ku li cihên taybet vê yekê bikin, jinên ku ji hêla darayî ve nebaş in berê xwe didin cihên neqanûnî, ku ev jî xetereyek mezin çêdike. Her çiqas qedexeya kurtajê wekî cureyek şîdeta li ser bingeha zayendî were pênasekirin jî, jin ji mafê xwe yê tenduristiyê jî tên astengkirin.

Bikaranîna hebên dora rojê zêde bûye

Rawestandina xizmetguzariyên tenduristiya hilberandinê li welêt rê li ber pirsgirêkên din vedike. Yek ji van pirsgirêkan zêdebûna karanîna dermanên rêgirtina ducaniyê ye ku wekî 'hebê dora rojê' têne zanîn. Ev rêbaza ku tê de dozên bilind ên hormonan ji bo pêşîgirtina li ducaniyê tê girtin, wekî rêbazek ku bi rêkûpêk were bikaranîn nayê pêşniyarkirin. Zêdebûna bikaranîna van hebên ku wekî rêgirtina ducaniyê ya acîl tên hesibandin, tê vê wateyê ku rêbazên kontrolkirina zayînê nayên pêşxistin, kurtaj tê astengkirin û her cûre ferzkirin û îstîsna li ser jinan tên kirin. Lêkolîn her wiha nîşan didin ku sînorê temenê bikaranîna madeyên hişber daketiye 15 salî û ji sedî 300 jî zêde bûye. Di vê wêneyê de ku derdikeve holê, jin li dijî hêza serdest a ku li ser laşên wan siyasetê dike, têkoşîna xwe didomînin. Jin dibêjin 'bedena min, biryara min', lê di heman demê de ji bo mafên tenduristiyê yên xwe jî dengê xwe bilind dikin.