Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 114'emîn a Kovara Jinê bi bergê "Li dijî Keda Jinan a Nedîtî: Têkoşîna ji bo Aboriya Kolektîf û Demokratîk" hat weşandin.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 114'emîn a Kovara Jinê bi bergê "Li Dijî Keda Jinan a Nedîtî: Têkoşîna ji bo Aboriyeke Kolektîf û Demokratîk" hat weşandin. Ev hejmar li ser keda nedîtî ya jinan disekine û nîqaş dike ka ev çawa dikare bi aboriyeke komunal were derbaskirin.
Hemû sernavên di jimara nû de wiha ne:
*Keda Jinê ya Nayê Dîtin / Done Gevher
*Bi Keda Jinan Aboriya Komunal / Denîz Hêvî
*Jinên Karker Çi Ji 1'ê Gulanê Hêvî Dikin ? / Bahar Gok
*Ji Rabirdûyê Heta Niha Keda Jinan a di Sînemayê de Nayê Dîtin / Fatoş Stêrk
*Li ser Keda Hestiyar Hinek Fikir / Sakîne Esen Yilmaz
*Dêrsim / Yuksel Mutlu