Gelê Sûriyeyê bi şerê navxweyî re tê qirkirin
Aktîvîstên jin ên bajarê Suweydayê derbarê şerê navxweyî yên ku di nava civak û mezhebên Sûriyeyê de diqewime wiha gotin: "Bi şerê navxweyî di nava mezhebên Sûriyeyê de gel tê qirkirin."

ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Jinên bajarê Suwêdayê şerê mezhebî yê ku di nav Sûriyeyê, bi taybet li başûr û li seranserê welêt belav bûye, şermezar kirin. Jinan ev yek mîn a"Şerekî mezhebî yê sîstematîk" binav kirin û gotin ku li peravên Sûriyeyê bi armanca hedefgirtina mezheba Elewiyan dest pê kiriye. Jinan got ku gihîştiye Sahnaya û Ceramana ku li wir êrîşên li dijî pêkhateyên Durzî tên kirin. Her wiha bandora vî şerê gihîştiye Suwêdayê ku bûye qadeke nû ji bo xwînrijandin û dûrxistinê. Jinên Sûrî li Suwêdayê êdî nikarin weke temaşevan bimînin û ew pirsek hebûnî dipirsin: Hikûmet di vê yekê de li ku ye? Ma Sûriyeyî hêjayî vê xwînrijandinê ne? Ma 14 sal şer, kuştin, wêranî û koçberî têra wan nekir?
'Hikûmet berpirsyarê hemû mezheban e'
Aktîvîsta mafên mirovan Însaf Ebd El-Baqî li ser bûyerên li başûrê Sûriyeyê diqewimin axivî, tiştê ku wê wek "bêdengî û xemsariya hikûmetê" di parastina welatiyên xwe de û nekarîna wê ya kontrolkirina krîzan an rûbirûbûna sûcdaran bi nav dike, şermezar kir. Însaf Ebd-Elbaqî wiha got: "Em îhtîmala ku ev kaos tesaduf be red dikin. Ev hikûmet berpirsiyarê hemû gelê Sûriyeyê ye, ne tenê mezhebek. Ew me hemûyan temsîl bike, lê em vê di rastiyê de nabînin. Em wek zarokên yek miletî mezin bûn. Me mezhebperestî nizanibû. Me tenê xwe wekî Sûriyeyî dizanibû. Çi qewimî ku Sûriye veguherî dewletên mezhebî ku di kuştin û wêraniyê de noq dibin?
Gelê Sûriyeyê bi şerê navxweyî re tê qirkirin
Çalakvana di Tevgera Aştiyane li Suwêdayê Îlham El-Nebwanî bi awayekî eşkare rexne li tiştê ku wê wek "rejîma heyî" bi nav kir, girt û wiha got: “Berê me daxwaza hilweşandina rejîma Esed dikir û bi qêrîna dirûşmeyên azadî û rûmetê em derdiketin kolanan, lê tiştê ku em îro dijîn ji her demê xirabtir e. Hikûmeta heyî, bi serokatiya Colanî rastiyek tal li ser me ferz kiriye. Komkujiyên peravê, Ceramana û Sahnaya ne dûrî bîranînê ne û komkujiya Suwêdayê ya ku bi ketina DAIŞ'ê re hat, dê qet neyê jibîrkirin. Em mezhebperestiyê, seferberiyê red dikin ku di şerekî de tu berjewendiya me tê de nîne, bibin amûr.”
'Em dewletek azad û bi edalet daxwaz dikin'
Îlham El-Nebwanî bang li hemû Sûriyeyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em hemû bibin yek, dengê xwe bikin yek û vegerin ser fikra welatekî yekgirtî. Ger em tiştên ku diqewimin çareser nekin, encamên wê wêranker bin. Em dewletekê dixwazin ku tê de azadî, edalet û serweriya qanûnê serdest be. Em kuştin û destwerdana li çarenûsa welêt red dikin. Ger ku Colanî dixwaze dewletek modern ava bike, divê ew li ser bingeha hemwelatîbûnê, veqetandina ol û dewletê were avakirin. Ev milet şayanê jiyaneke çêtir e û em ê li hember tiştên ku diqewimin bêdeng nemînin."