Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta "Malbata Demokratîk: Têkoşîna Jinê ya Rizgariyê" derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê bi awayekî dîjîtal tê weşandin, hejmara 108’an bi berga "Malbata Demokratîk: Têkoşîna Jinê ya Rizgariyê" derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara dawî de kovar li ser avahiya malbatê ya di çarçoveya polîtîkayên hikûmetê de hatiye avakirin û pirsgirêka malbata demokratîk rawestiyaye.

Nivîsên di hejmara nû de ev in:

Ji serdestiyê ber bi azadiyê ve: Ji nû ve fikirandina malbatê / Aycan Dîrîl

Sala Malbatê: Azadiya jinê yan jî desthilatdariya mêr ? Gunay Yakut

Malbat dendika pola ya sîstema desthilatdar a mêr e ne ya civakê ye / Canan Çalagan

Ji Konsepta Zayendîkirinê ya şer ber be Xizaniya Jinê ve / Rojîn Elîf Tokur

Îslam û Malbat / Dîba Keskîn

Ji bo Parsa Azîze, Werîşe Mûradî, Abu Deryayî, Parsa Ahmadî û Zeynep Celaliyan name / Dara Suweyda