Dayîkên Aştiyê destek dan çalakiya ‘Dîwarê Aştiyê’ ya li Hatayê

Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Hulya Kavuk da zanîn ku Dayîkên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî beşdarî çalakiya ‘Dîwarê Aştiyê’ ya ji bo piştgiriya bi jinên Elewî yên li Sûriyeyê tên qetilkirin re hatiye lidarxistin bûn.

BINEVŞ STÊRK 

Antakya - Înisiyatîfa Jinan a Ji bo Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina komkujiya Elewiyan û qetilkirina jinan a li Sûriyeyê, li navçeya Samandag a Hatayê çalakiyek lidar xist. Jinên ku li ber PTT’ê kom bûn, ji gelek bajaran hatibûn. Li vir dîwarê aştiyê hat avakirin. Jin piştre derbasî Tirba Xizir bûn. Li vir pankarta li ser “Li Sûriyeyê Elewî tên qetilkirin, jin tên revandin. Em bêdeng namînin” dinvîsî hat vekirin. Jin bi sloganên  "Jin jiyan azadî", "Rizgariya bi tena serê xwe nabe an bi hev re an jî tu kes”, “Bêdeng bimînî dor tê ser te”, “Bijî piştevaniya jinan” û bi çepik û tîliliyan meşiyan.

Dayîkên Aştiyê jî bi laçikên xwe beşdar bûn

Di çalakiyê de Dayîkên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî cîhê xwe girtin û piştgirî dan jinên Elewî. Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Hulya Kavuka ku ew jî jinek Elewî ye, derbarê armanca çalakiyê de ji ajansa me re axivî. Hulya diyar kir ku çalakî bi banga bi pêşengiya rêxistinên Elewiyan hatiye lidarxistin û wiha got: “Armanca me ew bû ku em guh bidin dengê jinên li Sûriyeyê tên qetilkirin û dengê wan ji hemû dinyayê re ragihînin. Ev çalakiyek hevpar bû. Bi sedan jin beşdarî çalakiya me ya li Samandagê bûn.”

‘Ji 150 zêdetir saziyên jinan piştgirî dan çalakiyê’

Hulya da zanîn ku nêzî 3 kîlometre meşiyane û piştre li ber Tirba Xizir daxuyaniyek dane çapemeniyê. Hulya wiha berdewam kir: “Tiştê herî xweş ê di vê çalakiyê de, Dayîkên Aştiyê bûn. Ew jî di vê çalakiyê de bûn û piştevaniya xwe ya bi jinên Elewî re nîşan dan. Ji 150’yî zêdetir saziyên jinan piştgirî dan vê çalakiyê. Ev çalakî bi rastî bû çalakiyek girseyî ya ku tevgerên jinên Tirkiyeyê û tevgera jinan a Kurdistanê û jinên Elewî bi hev re dengê xwe bilind kirin.”

‘Jin bi hev re bihêz in’

Hulya destnîşan kir ku ev gava yekem bûye û plan û projeyên xwe yên ji bo pêşerojê bi van gotinan anî ziman: “Ji niha û pê de jî emê bi hevkarî tevbigerin. Em dizanin ku têkoşîna jinan dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Bi saya vê çalakiyê me carek din dît ku bihevrebûn û têkoşîna hevpar çiqas hêja û girîng e. Reng, ziman û nijada rondikan tuneye. Heta roja ku li Rojhilata Navîn şer biqedin û em jiyanek azad û wekhev bijîn, dê têkoşîna me bidome. Jinên Ereb, Kurd, Laz, Çerkez, Ermen, Elewî û Sunî, em jin bi hev re bihêz in û pêdiviya me bi aştiyê heye. Heta ku xwîna li Rojhilata Navîn dirije raneweste, çalakiyên me dê bidawî nebin.”