Di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de dirûşmên Jin Jiyan Azadî

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê ya ku bi beşdariya zêdetirî 400 delgeyan siharê destpê kir, didome. Di konferansê de dirûşmên Jin Jiyan Azadî berz bûn.

Qamişlo – Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ya ku siharê li Parka Azadî ya Qamişlo destpê kir didome.

Zêdetirî 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê, kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, nûnerên hêz, rêxistin û partiyên kurdî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, rêxistinên jin û ciwanan, rewşenbîr, hunermend, serokeşîr û kesayetên Kurd ên li Şam, Heleb, Hema, El Bab û Ezazê beşdarî konferansê bûn.

Di konferansa ku ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdan dîrokî ye, jinên beşdarvanên konferansê dirûşmên Jin Jiyan Azadî berz kirin.