Li Hesekê ji bo jinan dewreyek perwerdeyê hat destpêkirin

Jinên beşdarî perwerdeya girtî ya Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Stra bûn tekez kirin ku xwendina pirtûkan deriyê zanebûnê li ber mirovan vedike û gotin: “Bi pirtûkan mirov dikare xwe bi pêş bixe û rastiyan bibine.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi armanca pêşxistina hişmendî û xurtkirina rêxistinbûyîna jinan, Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Hesekê dewreyek perwerdeya girtî bi navê Şehîd Salîhe Viyan ji 20 jinên ku ji endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, komîteyên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pêk tên, li akademiya Şehîd Perwîn a bajarê Hesekê vekir.

Di her perwerdeyê de beşek ji sîstema wê ya bingehîn xwendina pirtûkan e, di saetên êvarê de her 20 jin weke xelekek li hev kom dibin û bi hev re pirtûkan dixwînin û nîqaş li ser didin meşandin têkildarî vê mijarê jinên beşdarî perwerdeyê bûn behsa girîngiya xwendina pirtûkan kirin û tekez kirin ku pêwist e xwendina pirtûkan bibe beşek bingehîn a jiyana mirovan.

‘Xwendina pirtûkan weke nan û av e’

Endama Beşa jîngehê ya şaredariyan Efaf Mihemed da zanîn ku di serdema pêşketina têknolojiyê de xwendina pirtûkan girîng e û wiha axaftina xwe domand: “Di sîstema perwerdeyê de beşa xwendina pirtûkan heye. Ev beş ji bo pêşxistina mêjî pir girîng e. Xwendin weke nan û av pêwist e lewma divê her kes xwendina pirtûkan beşek sereke di jiyana xwe de bibîne da ku bikaribe ruh û mêjiyê xwe dewlemend bike û bizanibe xwe birêxistin bike. Di serdema pêşketina têknolojiyê de civak dûrî xwendina pirtûkan çûye û ev yek xeteriyek mezin e li ser civakê ji ber ku tê wateya civakek dûrî çand, ziman, dîrok û rastiya xwe. Lewma em dibînin ku xwendina pirtûkan mirovan zengîn dike, pê çand dîrok û nasnameya xwe nas dikin. Erka me ew e ku em xwendina pirtûkan bikin beşek sereke ji jiyana xwe û çanda xwendinê di nava civakê de bi cih bikin.”

‘Jineolojî zanistek e pêwistiya her kesê bi zanîna wê heye’

Efaf bal kişand ser xwendina pirtûka Jineolojî ku pêwîstiya her jinê bi naskirina wê heye û wiha got: “Niha em pirtûka Jineolojiyê dixwînin. Pirtûkek zengîn e û bersiva hemû pirsên di mêjiyê mirovan têde dide. Zanisteke pêdiviya civakê pê heye da ku ji hişmendiya tarî û kole xelas bibin. Dîroka rast, çanda kevnar û çareseriya hemû pirsgirêkan tê de heye lewma pirtûkek zengîn e. Li vê derê em bi hev re vê pirtûkê dixwînin û nîqaş li ser dikin. Di vê pirtûkê de me dît ku çawa sîstema kapîtalîst bandorê li ser jinan kiriye û di riya wê de civakê dûrî rastiyê xistiye. Ji bo wê pêwistî bi naskirina zanista jinan heye da ku em bikaribin xwe birêxistin bikin û li hemberî sîstemên pişaftin û dûrxistina ji rastiyê bisekinin.”

‘Pirtûk rê li ber guhertin û veguhertinê vedikin’

Mîdiya Ehmed a ku beşdarî perwerdeyê bûye diyar kir ku armanca wê bi tevlibûna perwerdeyê xwekûrkirin e û wiha anî ziman: “Beşa herî xweş di perwerdeyê de xwendina pirtûkan e, ji ber ku rê li ber pêşketin û guhertinê vedike. Me dest bi pirtûka Jineolojiyê kir, di vê pirtûkê de dîroka jinan a rast hat zanîn û çawa jin ji rastiya wê hatine dûrxistin me dît. Em dixwazin bi riya vê pirtûkê fikrên civakê bidin guhertin û jina ku bi civakê re yek bû vegerînin cewherê wê yê rast. Xwendina pirtûkan girîng e bi taybetî jineolojî pêwist e di her malê de were xwendin. Ez dixwazim her jinek xwendina pirtûkan bike beşek ji jiyana xwe da ku xwe nas bike û bizanibe çawa rola xwe di nava civakê de bilîze. Piştî ku perwerde biqede ev sîstem li vê derê bi dawî nabe, em ê vê sîstema xwendina pirtûkan bikin beşek bingehîn di jiyana xwe ya rojane de.”