Xizmên Windayan kesên di komkujiya Ermenî de hatin windakirin bibîr anîn
Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de kesên di komkujiya Ermenî de jiyana xwe ji dest dane bi bîranîn û bal kişand ser girîngiya hevrûbûnê ji bo avakirina pêşerojê.

Amed – Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di çalakiya xwe ya hefteya 846’emîn a bi sernavê “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” daye destpêkirin de hatin ba hev.
Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Malbatên windakiriyan û rêveberên ÎHDê tev lî çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin.
Di çalakiya hefteyê 846’emîn de qurbaniyên Komkujiya Ermenan a 24'ê Nîsana 1915'an hatin bibîranîn. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê û bi dehan kes tev lî çalakiyê bûn. Di şexsê helbestvan Taniel Varujan ê Ermen de li aqûbeta qurbaniyên komkujiya Ermenan hatine windakirin hat pirsîn. Ewilî endamê ÎHDê Gunal Kûrşûn axivî û bi bîr xist ku ew çalakiyê ji bo edelêtê didomînin û wiha got: “Ev 30 sal in çalakî didome. Li Tirkiyeyê di navbera 15 û 20 hezar kes hatine windakirin. Em xizmên windayan silav dikin, tu car xwe tenê nebînin.”
Rêveberê Yekitiya Tabîban Dr. Mehmet Şerîf Demîr jî axivî û li ser navê saziya xwe silav li beşdaran kir û wiha got: “Em wek Yekitiya Tabîban we hemûyan silav dikin. Em li ber têkoşîna we bejna xwe ditewînin. Heke aştî were vî welatî divê di serî de dengê dayikên/malbatên windayan were bihîstin. Ev pirsgirêka Kurd 50 sal in didome, di encamê de gund hatin şewitandin, însan hatin îşkencekirin. Ev berxwedana dayikên windayan bi rûmet e.”
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî axivî û da zanîn ku ev çalakî bi ked û têkoşîna dayikan dest pê kir û ev yek anîn ziman: “Di 27ê Gulana 1995an de ev çalakî dest pê kir. Heta ku dayikek bibêje zarok, xizmên me windayî ne, wê ev çalakî berdewam bike. Îro he jî tecrîd didome. Di fermana, şewitandina gundan de kiryar nehatin darizandin. Em jî dibêjin ji bo pêvajo li pêş bikeve divê demildest kiryar bên darizandin.”
Rêveberê ÎHDa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş serpêhatiya windakirina helbestvanê Ermen Tanîel Varujan xwend.
“Di 24ê Nîsana 1915’an de bi gotina wezîrê kare hûndir ya hikûmeta Îttîhat û Terakî Talat Paşa ve li ser Ermeniyan êriş pêk hatin. Rewşenbîrê Ermeniyan hatin binçavkirin. Yek ji van rewşenbîran jî helbestvan Tanîel Varujan bû. Tanîel Varujan di sala 20’ê Nîsana 1884’an de hatiye dinê. Tanîel Varujan ê 31 salî bavê 3 zarokan bû di 24’ê Nisana 1915’an de hat binçavkirin. Dema ku hat binçavkirin, polîsan ji Tanîel û hevalên wî re got, ‘hûnê di nava saetekî de werin berdan’. Tanîel Varujan 25’ê Nîsanê sewqî Çankiriyê hat kirin, ji vir jî di 26’ê Nîsanê de bi tevî 4 hevalên wî ve dibin girtîgehê. Tanîel Varujan û 4 hevalên wî dema ku ber bi girtîgehê ve derdixin rê ji hevalên xwe yê Çankiriyê re dibêjin, ‘me dibin mirinê, li zarokên me binêrin’. Komeke çete êrîşî trênê dike. Lê leşker êrîşê asteng nakin. Tanîel Varujan û 4 hevalên xwe bi hovane tên kukştin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîn Tanîel Varujan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.