Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi encamname dawî bû
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku li bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin bi encamnameyek dawî bû.

Qamişlo – Di seatên sibehê de konfransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku yekem car li Rojavayê Kurdistanê tê li darxistin, bi beşdariya 400 delege ji nûnerên partî, hêzên kurdî û Kurdistanî ji Rojava, Bakur, Başûr û deverên din ên herêmên Sûriyeyê hate destpê kirin. Konfrans bi encamnameyekê dawî bû.
Encamnameya Konfransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji aliyê Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ve hate xwendin di encamnameyê de bal hate kişandin ser girîngiya yekrêziya gelê Kurd ji bo Sûriyeya nû, her wiha hate diyarkriin ku avakirian Sûriyeya nenavendî piralî ji armancên serke ya vê konfransê ye. Di heman demê de avakirina komîteyek Kurdî ya hevbeş ji bo bi aliyê peywendîdar re xebatên siyasî bimeşînin.
Encamnameya konferansê wiha ye:
“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayan ve, bi beşdariya partiyên Kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên Kurdî li Sûriyeyê hate li darxistin. Ev konfrans bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeyek nû û beşdarbûna di teşedana paşeroja wê û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî hilweşîna rejîma zordar li Şamê di 8'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de hate lidarxistin. Ev rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kir û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir, bi mîlyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin, û her çend gelê Sûriyeyê ji bo hilweşandina wê rêjîmê û bidawîkirina zordariya wê, û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin. gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîdan dan. Gelê Kurd bi dehan salan têkoşîn kir da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya niştimanî ve girê da ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyê.
Encamên ku di konfransê de hatine pejirandin
Li ser bingeha berpirsiyariya dîrokî û bersivdayîna ji pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a Kurdî ku îradeyeke kolektîf û projeyek rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyeyê wekî dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide.
Beşdaran dîtina hevbeş a Kurd a ku ji konferansê re hate pêşkêş kirin, wekî belgeyeke damezrîner ku îradeyek kolektîf diyar dike û nêzîkatiyek rastîn ji bo çareseriyek dadperwer û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, bi nasnameya xwe ya pir-etnîkî, pir-olî, pir-çandî û pir-netewî ku destûra wê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî dike, pabendî peyman û rêkeftinên navneteweyî yên mafên mirovan e, azadî û mafên jinan diparêze û dihêle ku ew bi bandor beşdarî hemû saziyên siyasî, civakî û leşkerî bibin, pejirandin.
Bi pejirandina vê dîtina hevbeş a Kurdan, konferans daxwaza pejirandina wê wek bingehek ji bo diyaloga neteweyî dike, çi di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de be, çi jî di navbera wan û rêveberiya nû ya li Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de be. Ew beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû dibe ku hemû gelê xwe di nav xwe de bigire, bêyî ku yek ji pêkhateyên wê ji holê rake an jî paşguh bike, dûrî zihniyeta yekalî di raman û pratîkê de, ku rûmet û mafên wan bi destûrî bêyî tu cur cudahîyê biparêze, ku Sûriye rêzê li têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî bigire û faktorek aramî û ewlehiyê li herêmê be.
Avakirina komîteyek Kurdî ya hevbeş
Di encamê de, konferansê biryar da ku di zûtirîn dem de şandeyeke hevbeş a Kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite û bi aliyên peywendîdar re danûstandinê bike û diyalogê bike da ku bigihîje naveroka wê û misoger bike.”