Li Şamê qedexeyên nû: Cihê xebatê yên bijîşkên jin û mêr hat cûdakirin
HTŞ’ê ya cîhadîst biryar da ku cihên xebatê yên bijîşkên jin û mêr ji hev bên cûdakirin. Çalakvanên jin vê biryarê weke kûrkirina cihêkariya zayendî pênasekirin û gotin: “Ev biryar li dijî pîvanên pîşeyî ye."

RAMA XELEF
Şam – Di pêvajoya ku piştî rûxandina rejîma Esed li paytexta Sûriyê Şamê di 8ê Kanûna 2024an de dest pê kir û piştî wê jî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) weke rêveberiya demkî hat destnîşankirin, binpêkirinên mafên mirovan bi taybet li dijî jinan her ku diçe zêde dibin. Êrîşên qirkirinê yên HTŞ'ê yên li dijî gelê Elewî yên li herêmên peravê dewam dikin, qedexe û qedexeyên nû di jiyana civakî de dest pê kirin. HTŞ’ê ya cîhadîst biryar da ku cihên xebatê yên bijîşkên jin û mêr ji hev bên cûdakirin.
Di nava civaka Sûriyeyê de biryara ku tîmên jin û mêr ên tendrustiyê li nexweşxaneya El-Muwasat a li paytexta Şamê ji hev werin veqetandin, bû sedema nîqaş û rexneyan.
Biryarek neexlaqî ye
Aktîvîst Tesnî El-Qadirî nerazîbûna xwe ya li hember vê biryarê anî ziman û got: "Biryara ji hev veqetandina jin û mêran li nexweşxaneya El-Muwasat neheq e û di vê rewşê de ji mantiqê dûr e. Ev biryar ji pêşîniyên rewşa heyî bêpar e. Çareseriyên pirsgirêkên wek tacîz an jî her cure binpêkirinan ne bi riya ji kar derxisitnê ye, lê bi riya bi cihanîna zagonan e."
Pîşe dabeşbûnê tehemûl nake
Jina ciwan Betûl Serhan biryarê wek bandorek neyînî li ser karê bijîşkî pênase kir û wiha axivî: "Ez vê biryarê red dikim. Ferz bikin ku tenê bijîşkek mêr û bijîşkek jin li ser kar in, ji bo nexweşan çawa hevrêzî dê were kirin? Pîşeya bijîşkî cudahî an jî tenêtiyê qebûl nake, ji ber ku ew di hawîrdorekê de dixebitin ku bi hevrêzî û entegrasyonê di navbera karmendên bijîşkî de girêdayî ye."
Pîvanên pîşeyî an zextên civakê?
Ev biryara ku ji aliyê civakê ve gelek hat rexnekirin, pirsên girîng jî derxist holê: Gelo bi rastî cudakariya zayendî dikare bibe çareseriyek ji kêmasiya rêzgirtina ji hev re? An jî pêkanînên bi vî rengî nîşana rêveberî û neprofesyonelîzma di saziyên tenduristiyê de ne?
Pêşketinê careke din pêwîstiya jîngeheke xebatê ya li ser bingeha merîfet û berpirsyariyê di warê tenduristiyê de derxist holê. Pisporên lênihêrîna tenduristiyê û beşên hişmend ên civakê îdia dikin ku rêziknameyên bi vî rengî yên fermî nikarin pirsgirêkên rastîn çareser bikin û dê zirarê bide karûbarên tenduristiyê.
Gava ku nîqaş berdewam dike, wusa dixuye ku hêvî bi pisporên tenduristiyê yên ku pîşeya xwe ciddî digirin re heye. Ji ber ku yên herî zêde pê dizanin ku pirsgirêkên giran ên rû bi rû dimînin bi çareseriyên rûbirû nayên jinavbirin.