Ji jinên Sûdanî panel: Jin bedela şer û koçberiyê didin

Di panela serhêl ku ji aliyê Înîsiyatîfa "Ji Zilma Li Dijî Linan Re Na” ve hate li dar xistin de, rolên çalak ên jinên Sûdanê ya di têkoşîna li dijî şer de û cûreyên tundiya nayê dîtin ya jin pê re rû bi rû dimînin, hate nîqaşkirin.

HENAN HERÊT

Mexrib – Înîsiyatîfa "Ji Zilma Li Dijî Jinan Re Na” di çarçoveya Çalakiyên 6 Rojî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, di 16’ê Kanûnê de bi rêya Zoomê panelek bi sernavê "Di Şerê 15’ê Nîsanê de Tundiya Bêdeng a Li Dijî Jinan” li dar xist. Di panelê de cûreyên tundiya nedîtî yên li dijî jinan û bandorên wan ên derûnî, civakî û mafparêz hate nîqaş kirin.

Panel, balkişand li ser xwezaya şerê navxweyî ya şerê li Sûdanê û şêwaza perçekirina tevna civakî. Şer şêwazên kûrtir û nedîtî yên tundiya li dijî jinan eşkere kir; di aliyên xwe yên derûnî û avahîsaziyê de kêm tên dîtin, lê bandora wê kûrtir e.

‘Jin bedela tirs û koçberiyê didin’

Aktîvîsta Sûdanî Ehlam Naser, diyar kir ku jin bi qasî ji sedî 75 penaberên li Sûdanê pêk tînin û bi domdarî eşê dikşînin. Ehlam Naser, destnîşan kir ku jinan tevî hemû windahiyan berxwedanek mezin nîşan dane û diyar kir ku xeyala herî bingehîn a jinan ew e ku di malên xwe de bi ewlehî bijîn. Ehlam Naser, balkişand ku şerên navxweyî civak bi kûrahî parçe dike û got: "Dema ku bira li dijî hev şer dikin, jin bedela tirs, şeran û koçberiyê didin. Gelo di vê hawîrdora parçebûnê de serkeftiyê şer kî ye?”

‘Tundî û zext ji nû ve tê hilberandin’

Aktîvîst Nagia Al-Waseela, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinên li Sûdanê ne "bêdeng" e, "veşartî" ye û diyar kir ku pevçûn civakê ji hundir ve parçe dike û hevgirtina jinan qels dike. Nagia Al-Waseela, got ku tundiya derûnî ya bêhişmend, bi rêya avahiyên baviksalar zilmê ji nû ve dihilberîne, xweserbûn û rûmeta jinan ji destê wan digre û jinan bi êrîşa zayendî re rû bi rû dihêle. Nagia Al-Waseela, da zanîn jinên li Sûdanê êdî ne ji şer bandor dibin, piranî caran dibin perçetek a planên pevçûnê. Nagia Al-Waseela, destnîşan kir ku nebûna yekîtîyê di navbera jinan de rola wan a pêşîlêgirtinê qels dike û banga ji nû ve avakirina gotarek jinan a zelal û bêtawîz kir.

‘Hişyarkirina jinan destpêka têkoşînê ye’

Parêzvana mafên mirovan Amna Alwan, rola jinan di şerê li dijî tundûtûjiyê de lêpirsin kir û destnîşan kir divê jin heta wê astê rûbirûyê xwe bibin ku lawaziyên xwe veguherînin hêz e û li dijî tundiyê derbikevin. Amna Alwan, diyar kir hişyarkirina jinan destpêka têkoşînê ye û divê jin bi hişmendiyekê werin bihêzkirin ku maf û hewcedariyên xwe yên rasteqîn fam bikin. Amna Alwan, wiha got: "Bav, mêr, bira an jî kurek nikare bibe parêzvanê hişmendî an jî rûmeta jinê. Azadî tenê bi daxwaza mafan re nabe, bi çalakiyê şênber a di jiyana rojane de pêkan e.”

Aktîvîst Ghada Mekî, diyar kir ku jinên astengdar di dema şer de ji aliyê derûnî, fîzîkî û civakî ve bêtir lawaz dibin û nebûna polîtîkayên parastinê û xizmetan, vê rewşê girantir dikin.

Panel, bi nîqaşkirina tundiya li dijî jinên Sûdanê, fêmkirina bandorên nû yên pevçûnê û ji nû ve avakirina gotarek jinan a li ser bingeha hişmendiyê bi dawî bû. Beşdaran, diyar kirin xurtkirina hevgirtina jinan û rola çalak a jinan a di pêvajoya aştiyê de ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û avakirina aştiyê ya li Sûdanê gavekî bingehîn e.