Li El Faşêrê zêdetirî 150 cenaze hate dîtin
Li gorî rapora nû ya ji aliyê Laboratuwara Lêkolînên Mirovan a Fakûlteya Tenduristiya Gel a Zanîngeha Yale ve hate amedekirin, li El Faşêrê û derdora wê zêdetirî 150 cenaze hatiye dîtin.
Navenda Nûçeyan - Piştî êrîşa 26’ê Cotmehê ya li ser navenda bajarê El Faşêrê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) bi binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan tên tawanbarkirin. Ev binpêkirinan cînayetên komî, înfazên kolanan û tundiya zayendî ya berfireh dihewîne û têkildarî vê yekê gelek rapor û şahidiyên kesên rizgarbûyî heye.
Fakulteya Tenduristiya Gel a Zanîngeha Yale, ragihand piştî desteserkirina RSF’ê ya El Faşêrê, zêdetirê 150 komên cenaze tomar kirine û vê yekê mîna "qetlîama girseyî ya bipergalî" bi nav kir. Li gorî raporê, bi armanca windakirina cenazeyan, hewildanên bizanbûn a veşartin, şewitandin û veguhastinê çêbûne û operasyonên kuştina girseyî yên RSF’ê li dijî sivîlên ji bajêr direviyan bû.
Li gorî raporê, vîdyoyên ku ji aliyê endamên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin, hinek êrîşên zayendî yên herî tirsnak ên li herêmê belge dikin û her wiha kesên rizgarbûnê bûyerên qetilkirin û tecawizê vegotin. Di rapora ku bi dimên peyk û lêkolîna çavkaniya vekirî tê piştrastkirin de di xendekên ax ya li El Faşêrê û derdora wê bermahiyên mirovan hate dîtin. Ev dîmenan nîşan dan ku hinek gorên komî winda bûne û hewl tê dayîn sûc bên veşartin. Her wiha hate çavderî kirin ku wesayîtên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li van deveran pir biçalak in.
Di raporê de hate diyar kir heta 28’ê Mijdara 2025’an herî kêm 20 cenaze hatine şewitandin û herî kêm heşt cih hatine kolandin. Her wiha di aliyê belavkirin û dema gorên komî de çar modelên sereke hatin tesbît kirin; qetilkirin sivîlan a dema ji bajêr direviyan, cînayetên komî ya mal bi mal, darvekirinên li navendên binçavkirinê û qetilkirinên girseyî ya li tesîsên leşkerî.