Pevçûnên li Kordofanê tundtir dibin
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî, fikarên xwe yên li ser zêdebûna pevçûnên li Sûdanê anî ziman û diyar kir ku ji destpêka vê mehê ve 43 jê zarok herî kêm 104 kes di encama êrîşên dronan ên li herêma Kordofanê de hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan – Sûdan ji 15’ê Nîsana 2023’an û vir ve şahidiya pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dike. Di vê pêvajoyê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes ji hundir û derveyî welat koçber bûn.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya xwe ya 16’ê Kanûnê de ragihand ku ji ber zêdebûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li herêma Kordofanê de bi fikar e û bang li hemî alî û welatên bi bandor kir ku demildest agirbestê pêk bînin û pêşiya komkujiyan bigrin.
Di vê mehê de bi dehan sivîl bi êrîşên balafiran hatin kuştin
Komîser, ragihand ku ji 4’ê Kanûnê vir ve li Kordofanê herî kêm 104 sivîl di êrîşên balafiran de jiyana xwe ji dest dane û diyar kir di êrîşa li ser baxçeyê zarokan û nexweşxaneyek li Kalukiya Kordofana Başûr de 89 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Komîser, da zanîn ku di 13’ê Kanûnê de di êrîşa li ser baregeheke hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî ya li Kadugliyê de, 6 personel hatine qetilkirin û diyar kir ku ev yek sûcê şer e.
Di 14’ê Kanûnê de di encama êrîşa li dijî nexweşxaneyek li Dalang a Kordofana Başûr de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di navbera birîndaran de personelên tendirustiyê jî hene. Komîseriyê, destnîşan kir ku divê navendên tendirustiyê û personelên wan di bin qanûna navneteweyî de xwedî parastinek taybet bin.