Ji TAJÊ çalakiyên ‘Diyalogên bi Jiyana Azad re’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Şengalê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên ‘Diyalogên bi Jiyana Azad re’ lidar xist.

Şengal –Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 26’ê Çile de bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ dabûn destpê kirin. Jinên Şengalî di çarçoveya kampanyayê de li navenda bajarê Şengalê û li gundê Dugurê çalakiya ‘Diyalogên bi Jiyana Azad re’ lidarxistin.

Çalakî bi beşdariya hemû endamên sazî û rêxistinên Şengalê bi deqeyek rêzgirtin hate destpê kirin.

Di çalakiyan de de axaftin ji aliyê kordînasyona TAJÊ û berdevka Dîplomasiya TAJÊ ve hate dayîn. Di heman demê de sinvizyona ku ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amade kirin bi heyecan hate guhdarkirin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dan zanîn ku ji bo jiyanekî aştiyane û aram divê destpêkê dîwarên Îmraliyê hilweşin.

‘Emê xwe bi fikirê azad birêxistin bikin’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel di çalakiya ‘Diyalogên bi Jiyana Azad re’de axivî û da zanîn ku ewê xwe birêxistin bikin û ciwanan bi fikrê azad perwerde bikin. Neam Bedel wiha got: “Piştî banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk hikumeta Iraqê êrîşî civaka me kir û 5 şervanên me girtin û em tiştekî ji rewşa wan nizanin. Banga Rêber Apo ji bo her kesî bû, lê belê ne dewleta Tirk û ne jî hikumeta Iraqê ev bang ji bo xwe nekirin esas û ji bo wekheviya nava miletan tiştek nekirin û êrîşî me dikin. Ev siyaseteke û planeke ku li dijî civaka me. Em kar bikin û nekin her êrîşî me dikin, ji bo wê jî emê xwe birêxistin bikin û fikrê serok bixwînin û bidin xwendin û ciwanên xwe li ser vî fikrî perwerde bikin. fam bikin.”

‘Rêber Apo deriyên aştiyê vekir’

Berdevka komîteya dîplomasî ya TAJÊ Suham Şengalî jî di çalakiya li navenda Şengalê de axivî û wiha got: “Weke ku tê zanîn dibin dirûşma diyalogên bi jiyana azad re li seranserî cîhanê  çalakî hate lidarxistin.  Ji bo vê çalakiyê dîmenek hatiye amade kirin ji nirxandinên Rêber Apo. Tekoşînek bi salan hatiye meşandin ji bo azadiya Rêber Apo. Jin, Ciwan û her kes çalakiyên pir bihêz kirin. Di beşên hiqûqî, siyasî û bi her rengî çalakiyên pir xurt  hatin kirin. Di encama van çalakiyan de pêvajoyek ji aliyê Rêber Apo ve hate destpê kirin. Rêber Apo deriyên aştiyê vekir û xwest bi rêbazên qanûnî û siyasî çareser bike.”

‘Bang ji bo civaka Êzidî nûvejînek e’

Suham Şengalî da zanîn ku famkirina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û li gor wê jiyankirin û tekoşînkirin erka her kesekî ye û wiha got: “Pir girîng e û pêwîst e ku em çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo bihêz bikin. Bi hemû rê û rêbazan divê em çalakiyan mezin bikin. Li Şengalê kampanya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ tişta herî zêde ku ji bo civaka me pêwîste ye. Ji bo ku em hîn bihtir nas bikin û li ser wê jî xwe birêxistin bikin û civaka xwe perwerde bikin. Banga Rêber Apo taybet ji bo civaka Êzidî jî hebû ku banga civaka aştî û demokratîk wê ji bo civaka Êzidî bibe nûvejînek. Pêwîste em vê banga Rêber Apo baş fam bikin ji bo em karibin di şert û mercên azad de bi Rêber Apo re jiyan bikin. Ji bo wê jî divê tekoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo mezin bibe û em erka herî giring û bi wate bibînin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.