AYM: Mafê jiyanê yê Kader Ortakaya hat binpêkirin

Kader Ortakaya ku di sala 2014’an de dema xwest here Kobanê ya di bin êrîşên DAÎŞ'ê de, bi guleya leşkeran hat kuştin. AYM’ê di biryara xwe derbarê Kader Ortakaya de got: “Mafê jiyanê yê Kader Ortakaya hatiye binpêkirin.”

Navenda Nûçeyan – Kader Ortakaya gava beşdarî xwepêşandanên li ser sînor ên li dijî êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê dibû, di 6'ê Mijdara 2014'an de hewl da ji navçeya Pirsûs a Rihayê derbasî Kobanê bibe, di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Derbarê mirina Kader Ortakaya de biryara binpêkirinê hat dayîn. Kader xwendekara lîsansê ya Zanîngeha Marmarayê bû û di 28 saliya xwe de hat kuştin. Celal Ortakaya ku birayê mezin ê Kader e, di 30’ê Cotmeha 2020’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û got ku mafê jiyanê yê xwişka wî hatiye binpêkirin.

Mafê jiyanan wê hate binpêkirin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA); Di serlêdanê de hat gotin ku Kader Ortakaya ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin, di pêvajoya lêpirsînê kêmasî hebûne, delîl wekî ku pêwîst bû nehatibine berhevkirin, tedbîr dereng hatine girtin, sedema mirinê bi salan piştî bûyerê hatiye fêmkirin, hewl hatiye dayîn ku lêpirsîn were veşartin û di bûyerê de binpêkirina mafê jiyanê hebûye.

AYM’ê serlêdan qebûl kir û nirxandina dosyayê temam kir, biryar da ku binpêkirin heye. AYM’ê tekez kir ku îfade ji kesên ji bûyerê haydar bûn hatine girtin, lê îfadeyên personelên leşkerî zêdetirî salek piştî bûyerê hatine girtin. Dadgehê ev helwest bi van gotinan nirxand: "Ev rewş bandorek neyînî li ser ciddiyeta lêpirsînê çêdike. Ji ber ku eşkere ye ku di bûyerek mirinê ya ku şert û mercên bûyerê di destpêkê de bi zelalî nayên destnîşankirin û rayedarên giştî dîmenan tomar nakin, îfadeyên şahidan ji bo destnîşankirina şert û mercên bûyerê girîng in û divê di cih de werin wergirtin."

Dadgehê diyar kir ku di navbera îfadeyên şahidan de li ser bikaranîna gaza rondikrêj nakokî heye. AYM’ê destnîşan kir ku rayedarên giştî lêpirsînek (îfadeyên nû) derbarê vê nakokîyê de nekirine û nakokî û daxuyaniyên ku demek dirêj piştî bûyerê hatine girtin gumanan li ser îhmalkariya lêpirsînê zêde kirine.

Biryara binpêkirinê ya AYM’ê

Dadgehê dît ku her çiqas otopsî li ser mirinê hatibe kirin jî, 4 sal piştî bûyerê gor hatine vekirin û rapora herî dawî ya ku di sala 2020’an de hatiye amadekirin nîşan daye ku mirin ji ber sedemek cûda ji ya ku di rapora otopsiyê ya yekem de hatiye diyarkirin çêbûye (ne şarapnel, guleyek çekê ye). Ji ber vê yekê di lêpirsînê de sersarî hebû. Dadgeha Destûrî di biryara xwe ya binpêkirinê de got ku "... ev biryara derengmayî, ger di wextê xwe de bihata dayîn, dê bandor li ser pêvajoya lêpirsînê bikira û rê li ber nêzîkatiyek cûda ya li hember delîl û şert û mercên bûyerê bigirta." 

Dadgehê biryar da ku aliyê prosedurî yê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û biryar da ku tazmînata manewî bidin serlêder.