Dayîkên Şemiyê li kiryarên Vedat Aydin pirsîn
Dayîkên Şemiyê li kiryarên kuştina Serokê HEP'a Bajarê Amedê Vedat Aydin ê ku bi îşkenceyê hatibû kuştin pirsîn û xwestin ku dawî li bêcezatiyê bê anîn.

Stenbol – Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçav de winda bûne an jî hatine kuştin bipirsin û daxwaza darizandina sûcdaran bikin, çalakiya xwe ya 1058’emîn li dar xistin. Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên ku di binçav de hatine windakirin hatin cem hev. Dayîkan, li kiryarên kuştina Serokê Partiya Keda Gel (HEP) ê Bajarê Amed Vedat Aydin ê ku di 5ê Tîrmeha 1991’an de hat kuştin, pirsîn. Di daxuyaniyê de gelek parêzvanên mafên mirovan û her wiha Hevseroka ÎHDê Eren Keskîn jî amade bûn.
Îkbal Eren ku xizma windayek e, behsa çîroka Vedat Aydin ê 34 sal berê hatibû kuştin kir û got: "Vedat Aydin 38 salî bû û bavê sê zarokan bû. Şeva 5’ê Tîrmeha 1991’an, ji aliyê kesên bi çek û bêtêl ên ku xwe wekî polîsên Şaxa Siyasî dane nasîn ve, ji mala xwe hat binçavkirin. Bi hinceta ku ew ê 'ji bo îfadeyê bibin qereqola polîsan' wî birin. Piştî pêvajoya binçavkirinê, parêzerê wî tavilê serî li Midûriyeta Polîsan da; lê belê, hat gotin ku Vedat Aydin li qereqola polîsan nîne. Roja din, hevjîna wî û parêzerê wî serî li hemû rayedarên peywendîdar ên li Amed dan, lê bersiva ku ji her derê wergirtin ev bû 'agahiya me tune.' Di 7ê Tîrmeha 1991’an de, rojnamevanek hîn bû ku cenazeyê zilamek nenas ê ku li ser rêya Erxen-Madenê hatibû dîtin, li Goristana Madenê hatiye veşartin.
Îkbal Eren, diyar kir ku malbatê serî li dozgeriyê daye û gor hatiye vekirin û derketiye holê ku cenazeyê Vedat Aydin e û got, "Cenazeyê wî di 10’ê Tîrmehê de ji aliyê malbata wî ve hatiye wergirtin, bi beşdariya deh hezaran kesan hatiye veşartin. Lê belê, di encama gulebarana li ser kesên ku beşdarî merasîma cenaze bûne de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Hevjîna wî Şukran Aydin derbarê kesên ku mêrê wê girtine de agahiyên berfireh da û wêneyên robotîk ên wan hatine kişandin. Ji ber gotina 'Dewletê mêrê min kuşt' gelek caran gef lê hatiye xwarin, avêtine ser mala wê û hatiye binçavkirin. 'Torosek spî' pênc salan li ber mala wê hatiye hiştin."
'Dewletê erkê xwe yê edaletê bi cih neaniye'
Îkbal Eren, diyar kir ku îfadeyê endamê JÎTEMê Abdulkadîr Aygan û daxuyaniyên Murat Îpek eşkere kirine ku Aydin ji aliyê Fermandarê JÎTEM’ê Cem Ersever û tîma wî ve bi agahdariya Fermandarê Alaya Amedê Îsmet Yediyildiz hatiye windakirin. Îkbal Eren got, "Aygan û Demîr, ku hevkarên sûc bûn, navê kesên ku Aydin girtin û înfaz kirin, vegotin. Hanîfî Avcî ku Midûrê Şaxa Îstîxbaratê ya Daîreya Polîsan a Amedê yê wê demê ye, hem di pirtûka xwe ya bi navê 'Simons li Qiloçê Zêrîn' û hem jî di daxuyaniyên xwe yên dadgehê de diyar kir ku Aydin ji mala xwe ji aliyê JÎTEMê ve hatiye birin û kuştin. Wî rave kir ku xalên kontrolê yên trafîkê bi raporên qezayên sexte hatine neçalakkirin da ku wesayîta ku Vedat Aydin tê de be bi aramî bimeşe û ev talîmat ji Navenda Operasyonên Fermandariya Kolorduya Ewlekariya Giştî ya Cendirmeyan hatiye. Tevî van hemû agahiyan, ev 34 sal in di dosyayê de lêpirsînek bi bandor, bêalî û serbixwe nehatiye kirin. Dewletê rastiya windabûna Vedat Aydin dernexist holê. Di doza Vedat Aydin de dawî li înkar û bêcezatiyê bînin. Tavilê qanûnê bicîh bînin. Erka xwe bi cih bînin û hewl bidin ku sûcdarên naskirî û yên berpirsiyar ceza bikin,"