‘Ji ber qirêjiyê salane nêzî 9 milyon kes dimirin’

Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP), di rapora xwe de diyar kir ku ji ber qirêjiyê salane nêzî 9 milyon kes dimirin.

Navenda Nûçeyan – Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) di raporekê de ragihandin ku ji ber qirêjiyê salane 9 milyon kes dimirin.

Li gorî raporê, zêdebûna hilberîna plastîkan, madeyên kîmyewî û çavkaniyên derxistinê encamên çalakiya mirovan in. Her wiha kêmasiyên di polîtîkayên neteweyî û navneteweyî de, qelsiya pêşîlêgirtin û çavdêriyê, wek sedemên sereke yên zêdekirina vê aloziyê hatin destnîşankirin.

‘Ji bo pêkanîna armanca "sifir gemar" pêdivî bi rêvebirineke bibandor heye’

Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji bo pêkanîna armanca "sifir gemar" pêdivî bi rêvebirineke bibandor a gemarên sereke, wekî plastîk, gemarên organîk (POPS), nîtrojena reaktîf, ava qirêjî, bermahiyên hişk û hwd heye.