Li Îranê di nava mehekê de 3 jê jin 108 girtî rastî cezayê darvekirinê hatin
Rêxistina Dengê Girtiyên li Kurdistan û Îranê ragihand ku 3 jin, 11 Belûc, 7 Kurd û 6 jî ji Efganistanê di nav de ji bo 108 girtiyan, cezayê darvekirinê hatiye dayîn.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Îranê, ji bo ku muxalifan biqutifîne û dengên rexnegir, bibire roj bi roj serî li cezayên darvekirinê dide. Ev polîtîkaya tepeserkirinê, perçeyek ji hewldana rejîmê ye ku di nav şermezarkirina navneteweyî ya binpêkirinên temînata bingehîn a qanûnî de kontrolê digre destê xwe.
108 girtî di nav de 3 jin bi cezayên darvekirinê re dimînin
Rêxistina Dengê Girtiyên li Kurdistan û Îranê, di rapora xwe ya mehane ya mafên mirovan de, ragihand ku di meha Hezîranê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne û ragihand ku 3 jin, 11 Belûc, 7 Kurd û 6 Efganî jî di nav de ji bo 108 girtiyan cezayê darvekirinê hatiye dayîn.
Di raporê de hat diyarkirin ku 900 kes bi piranî bi sûcên pirsgirêkên ewlehiyê an jî li gorî biryarên dadwerî hatine binçavkirin. Her wiha yek jê jin bi giştî 21 sivîl ji aliyê hezên ewlehiyê ve hatin kuştin û li navendên çavderiyê di encama îşkenceyê de 2 kesan jiyan xwe da.
Di nava kesên cezayê darvekirinê xwarine de, çalakvanê navdar Rizgar Pakzade Babamîr ê 43 salî yê ji Bukanê jî hebû. Rizgar Pakzade Babamîr, di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin. Rizgar Begzade di 18’ê Nîsana 2013’an de, ji ber sedema tevlîbûna xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’û dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê ya ji bo qurbaniyên xwepêşandanan li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê bêyî fermana dadgehê ji aliyê îdareya îslamî ya bajar ve hat binçavkirin û ew birin Girtîgeha Ûrmiyeyê.
Li gorî daxuyaniya parêzerê wî, cezayê darvekirinê yê Rizgar Pakzade Babamîr, nîşaneya binpêkirinek aşkera ya mirovan e. Parêzer got ku kesên alîkariya mirovî dikin jî di nav de, hedefgirtina aktîvîstan û cezayên tên dayîn, binpêkirineke aşkera ya mafên wî yên mirovan e û nîşana hedefgirtina çalakvanan e.
Ev rewş, di nav rêxistinên mafên mirovan û parêzerên dozê dişopînin de, bû sedema metirsiyê.