Êrîşên ser Xezayê didomin: 19 kes hatin kuştin

Medyaya Filistînî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de zarok jî di nav de, 19 kes hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Televîzyona Filistînê ragihand ku ji berbanga îro ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de, 19 kes hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (SAfA) da zanîn ku di bombebarana vê sibehê ya li ser Dibistana El Şafî ya li herêma Asqûla ya taxa El Zeytûn a li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê de, 5 welatî hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn.

Heman ajansê ragihand ku di êrîşên li kampa Mewasî ya li bajarokê Qerara yê bakurê rojavayê bajarê Xan Yûnisê yên li başûrê Xezayê de jî 6 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Ajansê diyar kir ku ciwanek ku çend roj berê di êrişa li dijî heman kampê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Tendrustiyê ya Nasir jî, di êrîşa li ser kampa Mewasî de 6 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 kes birîndar bûne.