Jinên Kobanê: Di bin navê ‘doza Kobanê’ de qirkirina siyasî didome

Jinên ji bajarê Kobanê hêrsa xwe ya li hemberî doza girtiyên Kobanê nîşan dan û diyar kirin ku dewleta Tirk doza Kobanê wek hincetek hiqûqî ya berdewamkirina siyaseta qirkirin û înkarê bikar tîne.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dewleta Tirk bi bi salan e hincetên cur be cur li hemberî DEM Partî, pêkhateyên partiyê û rêxistinên muxalefeta civakî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî dimeşîne. Yek ji dosyayên sereke yên van binpêkirinên hiqûqî û siyasî jî, doza Kobanê ye.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê kirin, rastî berxwedaneke mezin a gel, şervan û fermandarên wê hatin. Di vê berxwedana ku di 26’ê Çileya 2015’an de bi ser ket de, gelê Bakurê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe yên civakî, siyasî, hiqûqî û hwd. piştgiriyeke mezin dan. Dewleta Tirk piştî serkeftina berxwedanê di bin navê dosyaya doza Kobanê de, dest bi operasyoneke berfereh a girtina kesên ku piştgirî dan Kobanê kir. Li ser vê bingehê ev doz bi salan e berdewam dike. Zêdetirî 100 siyasetmedar di vê dozê de tên darizandin û li sedan kesan lêpirsîn hatiye vekirin.

Li dijî zext û polîtîkayên dewleta Tirk, jinên ji bajarê Kobanê helwesta xwe anîn ziman û bi riya ajansa me berxwedana girtiyên doza Kobanê silav kirin.

‘Doza Kobanê doza rûmet û hebûnê ye’

Hedlê Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên cuda hêrsa xwe ya li hemberî serkeftina Kobanê nîşan dide û got: “Em weke jinên Kobanê ji dil û can hemû jinên têkoşer ku di bin navê doza Kobanê de hatine girtin silav dikin û berxwedana wan a ji bo azadiyê hembêz dikin. Em doza Kobanê weke doza rûmetê dinirxînin. Di 2014’an de her kesê xwe ji bo Kobanê kir mertal û piştevanî da rûmet û çarenûsa gelê Kurd û mirovahiyê parast. Şervan û fermandarên YPJ’ê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê canê xwe kirin mertal, bûn îlham ji bo hemû jinên Kurd. Di vî warî de jinên Bakurê Kurdistanê roleke mezin ji her alî ve lîstin, ji wê demê heta niha ev jin û kesên ku dilê wan ji bo Kobanê lê dide, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine binçavkirin û dosyayên wan berdewam dikin. Dewleta Tirk hêrsa xwe ya li hemberî serkeftina berxwedana Kobanê bi rê û rêbazên cuda nîşan da, yek jê jî girtina piştevanên berxwedanê bûn.”  

‘Dewleta Tirk li şûna aştiyê binpêkirinan didomîne’

Hedlê Hesen diyar kir ku li şûna dewleta Tirk bikeve pêvajoya aştî û demokrasiye, binpêkirinên xwe berdewam dike û got: “Mixabin kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Doza Kobanê jî yek ji vana ye. Tevî ku Rêber Apo zêdetirî 3 mehan e banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û PKK’ê jî li gor van perspektîfan xwe fesh kir jî heta niha gav ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo pêvajoya aştiyê nehatiye avêtin. Berovajî wê, em dibînin ku heman kiryar, binpêkirin, siyaset û hişmendî berdewam dikin.”

‘Banga ku di 2014’an de destpê kir wê di sala 2025’an de biserkeve’

Hedlê Hesen herî dawî got ku wê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ruhê seferberiya Kobanê mîsoger bibe û got: “Dema di 2014’an de şer li Kobanê gelek dijwar bû, Rêber Apo bangeke dîrokî kir ku her kes ji bo Kobanê seferber bibe û weke lehiyê biherike Kobanê. Dewleta Tirk wê demê pir hewl da banga Rêbertî vala derxe û encamên wê pûç bike. Ji ber vê jî gelek astengî wê demê derxistin. Berovajiyê hewldanên dewleta Tirk banga Rêber Apo encam girt, Kurd li derdora Kobanê kom bûn û berxwedanê gihandin lutkeyê. Ji ber vê jî em dîsa bawer dikin ku wê banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk biserkeve û pê re çarenûsa gelê Kurd were guhertin. Doza ku Rêber Apo destpê kir, doza rûmet û hebûnê ye. Lewre jî em ê bi ruhê seferberiya ji bo Kobanê, banga Rêber Apo jî bi serkeftinê tacîdar bikin.”

‘Hevgirtineke weke goşt û neynûkê bû’

Semîra Ehmed a ku şahîdî ji berxwedana Kobanê re kiriye, bi van gotinan bal kişand ser hevgirtina gelê Bakurê Kurdistanê bi Kobanê re û wiha got: “Ez bûm şahida estana di 2014’an de li bajarê Kobanê hat jiyîn. Bûm parçeyek ji wê tabloya berxwedanê. Bi taybetî me ji nêz ve piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê ya bi Kobanê re bi çavên xwe dît. Di 134 rojan de, gelê me ranewestiya û li Bakurê Kurdistanê em hembêz kirin, bi sedan ciwanên wan di axa Kobanê de şer kirin, li ber xwe dan û şehîd bûn. Komkujiya Pirsûsê jî yek ji nîşaneyên herî mezin a vê hevgirtinê bû. Hevgirtina gelê Bakurê Kurdistanê ya bi Kobanê re weke goşt û neynûkê bû ku di pratîka xwe de wan banga Rêber Apo, erka xwe ya wijdanî û kurdewarî bicîh anîn.”

‘Di bin navê doza Kobanê de qirkirineke siyasî berdewam dike’

Semîre Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk kesên piştevaniya Kobanê kirine girtine û doz li wan vekiriye û wiha bi dawî kir: “Kesên ku ji bo Kobanê tiştek kirin, di 2014’an de bûn armanca polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk. Heta kesên ku silav ji bo Kobanê şandin, ango gotinek gotin û parve kirin, niha di girtîgehên dewleta Tirk de di bin navê doza Kobanê de tên girtin. Gelo doza Kobanê dozeke çawa ye ku dewleta Tirk ewqas kiriye rojev û bi sedan kes ji bo wê girtine? Ji dema seferberiya Kobanê ve heta niha ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê mirovan berê xwe dan Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi sedan şervanên enternasyonal di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girtin. Çima ev kes ji aliyê hikûmetên welatên xwe ve nehatin girtin? Ev diyar dike ku dewleta Tirk dosyaya Kobanê kiriye hincet da ku polîtîkayên xwe yên qirkirin û înkarê bi riya hiqûqê berdewam bike. Heta ku ev têgihîştin û polîtîkayên dewleta Tirk neyên guhertin, em ê nikaribin bi hev re behsa aştî û demokrasiyê jî bikin.”