Şaredariya Mezin ya Amedê lêkolînên der barê şewatê de temam kir

Di bin banê Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de Komîsyona ku ji bo tesbîtkirina xesarê hatibû avakirin, lêkolînên xwe yên der barê şewatê de temam kir. Encamên lêkolînê wê di rojên pêş de werin eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan- Di bin banê Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de komîsyona ku ji bo tesbîta xesarê ya ji 6 kesan pêk tê hat avakirin, lêkolînên xwe yên der barê şewata di navbera Çinara Amedê û Şemrexê de temam kir. Komîsyon wê agahiyên der barê sedema derketina şewatê û tesbîta xisarê de bi sazî û rêxistinên civakê re parve bike.

Di meha Hezîranê de hezar û 333 bûyerên şewatê hatin kontrolkirin

Beşa Agirkujiya Şaredariya Mezin a Amedê diyar kir ku bi 149 personel û 52 amûran, mudaxeleyê şewatên pirêzeyan kirine. Tîmên cuda yên agirkujiyê ku li qadê xebatê didin meşandin, di 22 rojên dawî yên meha Hezîranê de hezar û 333 bûyerên şewatê kontrol kirine. Ji vê hejmarê 453 jê şewatên ku di hefteya dawî de derketin digrin nava xwe.

Ji ber ku meha Hezîran û Tîrmehê dema rakirina genim û ceh e û ji ber zêdebûna bûyerên şewatê destûra hemû personelên girêdayî Serokatiya Daîreya Agirkujiyê rakirine. Di sala 2023’an de di navbera mehên Hezîran-Kanûnê de mudaxeleyî 810 bûyerên şewatê hatiye kirin. Ev hejmar meha Hezîrana îsal zêde bûye bû hezar 333.

Gel hat hişyarkirin!

Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ji welatiyan xwest ku qotikên cixareyê û şûşeyên cam neavêjin qadên ku zeviyên çandiniyê lê hene. Bang li cotkaran kir ku ji bo şewitandina pirêzeyê hestiyartir tevbigerin û agir bernedin pirêzeyên xwe.