Îranê ceza li rojnameger û parêzvanên mafên mirovan birî

Rejîma Îra nê bi giştî zêdetirî 10 sal cezayê girtîgehê li du jinên rojnameger û parêzvanên mirovan ên li li bajarê Abadan ê Îranê dijîn, birî.

Navenda Nûçeyan – Şûbeya Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Abadanê cezayê girtîgehê da rojnameger Mandana Sadeghi, Farzane Yahyabadi û parêzvanên mafê mirovan Reza Mohammadi, Arash Ghaleh Golab û Kourosh Karampour yên ku li bajarê Abadan a girêdayî Eyaleta Huzîstan a Îranê dijîn.

Doza ku rojnameger û hemwelatiyên dihatin darizandin di 6’ê Adarê de hat dîtin. Beriya vê Dadgeha Şoreşê ya Abadanê di Tirmeha 2024’an de ji bo darizandinê bangî parêzvanên mafan kiribû.

Li gor hûkmê ku dadgehê daye; Bi sûcdariya ‘xebatên propagandaya li dijî rejîmê’ 7 sal û 16 roj cezayê girtîgehê li Mandana Sadeghi û Arash Ghaleh Golab hat birîn. Her wiha her du nav jî bi sûcdariya ‘kombûna li dijî ewlehiya hûndir a li welat’ 3 sal, 6 meh û rojek cezayê girtîgehê girtin.

Li aliyê din bi sûcdariya ‘kombûna li dijî ewlehiya hûndir a li welat’ 2 sal cezayê girtîgehê li Kourosh Karampour hat birîn. Bi sûcdariya ‘ropagandaya li dijî rejîmê’ 3 sal û rojek li Farzane Yahyaabadi û Reza Mohammadi hat birîn. Ji ber ku Farzane Yahyaabadi beşdarî danişînê nebû ji aliyê Şûbeya Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Abadanê ve bi xiyabî hikûm hat dayîn.

Ev biryar nîşan dide ku zextên li ser azadiya çapemeniyê û azadiya derbirînê li Îranê zêde dibin û tohmetbarkirin bi taybetî li dijî rojnamevan û çalakvanan, carek din nîgeraniya binpêkirina mafên mirovan li wî welatî zêde dike.