ÎHD: Penaber bi gelek pirskirêkan re rûbirû dimînin

ÎHD’ê di çarçoveya Roja Penaberan a Cîhanê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên penaberên li Tirkiyeyê dijîn pê re rûbirû dimînin û di bin serenavê lezgîn de pêşniyarên çareseriyê kirin.

Nevenda Nûçeyan-Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di çarçoveya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de bi armanca balê bikişîne ser pirsgirêkên ku penaber pê re rûbirû dimînin û pêşniyarên çareseriyê bike li avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna ku pankarta “Binpêkirinên mafan ên li dijî penaberan û mafê penaberiyê” rawestînin hate vekirin de nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. 

Daxuyanî hat astengkirin

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ewilî axivî, diyar kir ku çalakiya dixwest li ber Îdareya Koçê ya Bajêr bikin ji ber ji aliyê Qeymeqamtiya Fatîhê ve hate qedexekirin, neçar man veguhêzin avahiya komeleyê. Keskîn, bi lêv kir ku biryara qedexeyê ya qeymeqamtiyê li dijî hiqûqê ne û got: “Em baş dizanin ku ev qedexeyên wiha encax di rêveberiyên dîktatoriyên leşkerî û otorîter ên faşîzan de hebin. Ji ber vê yekê em vê pêkanîna dij hiqûqî protesto dikin.”

Penaberî ji tercîhekê wêdetir neçariyeke’

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku penaberî ji tercîhekê wêdetir neçariyeke û anî ziman ku mafên penaberan jî li qada netewî û navnetewî hatine parastin. Gulseren Yolerî, ya mafên penaberiyê bi bîr xist destnîşaan kir ku biryarên peymanên têkildar nayên bicihanîn û penaber di roja me de bi gelek bêhiqûqiyan re rû bi rû dimînin. 

‘Penaber bi gelek pirskirêkan re rûbirû dimînin’

Gulseren Yolerî, da zanîn ku li Tirkiyeyê hejmareke zêde ya penaberan heye û bal kişand ku mafên penaberan her tim tên binpêkirin û penaber bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Gulseren Yolerî diyar kir ku cihekî ku li Tirkiyeyê herî zêde mafên penaberan lê tên binpêkirin Navendên Paşve Şandinê (GGM) ne û anî ziman ku ev binpêkirina maf û hiqûqê hatiye asta ku neyê qebûlkirin.

Ji Piştevaniya Enternasyonal Yildiz Onen jî ji bo pêşîgirtina li binpêkirina mafan û pirsgirêkên penaber dijîn, pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn ku amadekirine parve kirin.